Roja 22'yê berfanbara 2024'an wênekêşê herî kevin ê bajarê Qamişlo Feysel Şêxmûs canê xwe ji dest da.
Feysel Şêxmûs ji xelkên taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê bû.
Feysel Şêxmûs berê ji bo ajansa ANHA'yê gotibû: “Xizmên min şîret li min kirin ku ez karekî din bibînim lê min ji wan re got ez ji vî karî hez dikim û heta mirinê dest ji karê xwe bernadim, dema ez bimirim, kameraya min bi min re binax bikin."
Cenazeyê Şêxmûs 23'yê mehê li Goristana Hilêliyê ya Qamişloyê defin kirin.


