Diyarname
Dewleta Tirkiyeyê roja 3'yê avrêla 2024'an de qedexeyên çûn û hatina balafirên Tirkiyeyê ji bo Balafirgeha Silêmanî dabû. Tirkiyeyê ev qedexe ji bo şeş mehên din dirêj kir.
Li ser navê Rêveberiya Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê Hendirên Hîwa Muftî, ragihand ku dewleta Tirk qedexeya geştên esmanî li ser Balafirgeha Navnetewî ya Silêmaniyê şeş mehên din dirêj kir.
Muftî da zanîn ku wê qedexe heta 6’ê Tîrmeha sala 2025’an bidome.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Hemû agahiyên der barê 'êrîşa' li ser Balafirgeha Silêmanî de