Diyarname
Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê, ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî hin rêzeçalakiyên cuda amade kirin. Di vê çarçoveyê dewê panel, sazkirina dîwana dengbêjan, şahiya zarokan û gera esnafan li dar dikevin.
Gerînendehiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê "Roja Zimanê Zikmakî" bi çalakiyên cuda pîroz dike. Çalakî dê hefteyek bidomînin. Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê li ser van çalakiyan wisa got: “sînorê zimanê me sînorê nasnameya me ye. Ji ber vê em roja zimanê zikmakî ya navnetewî di rojekê tenê de asê nahêlin û wekî pîrozbahî em ê hefteyekê bidin berxwe û pîroz bikin.”
Bernameya ku ji aliyê Gerînendehiya Karên Civakî û Çandî ya Şaredariya Peyasê ve hatiye amadekirin:
- 16.02.2025 / Yekşem:
Li Akademiya Zanistê ya Şaredariya Peyasê dê ji bo zarok û ciwanên li wir şahiyeke navxweyî çêbibe. Her wiha dê ev xebat ji bo xwendekarên li Aydin Erdem û Alî Emîrî jî vekirî be.
- 17.02.2025/Duşem:
Dê bi awayekî girseyî bazara taxê ya pişt Ceylanê were ziyaretkirin, kartên fêkî û zerzewatan ên bi kurdî dê li esnafên derdorê û li xebatkarên bazarê bên belavkirin.
- 18.02.2025 / Sêşem:
Li Eywana Xwendinê ya Arjen Arî dê panel û şevbuhêrka dengbêjan bê lidarxistin. Bi diruşma “Deng û Dîwan” wê panel li dar bikeve. Di panela ku Bêrîvan Matyar wê moderatoriyê bike de, Weysî Varlî û Serwet Denîz wekî axifger dê beşdar bibin. Di heman demê de dîwana dengbêjan bi beşdariya dengbêj Hedîye û Emerê Entaxî wê li dar bikeve.
- 18.02.2025/Sêşem:
Li Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Şaredariya Peyasê bi dirûşma “Bi Pênûsa Jinê, Zimanê Dayikê”, bi moderatoriya Dîlav Guvenç panelek wê li dar bikeve. Di vê panelê de wê nivîskar Leyla Saraç û Herdem Merwanî biaxivin.
- 19.02.2025/Çarşem:
Li Kargeha Hunerê ya Şaredariya Peyasê dê ji bo zarok û ciwanên li wir û li saziya wan a perwerdehiyê şahiyek bê lidarxistin.
- 20.02.2025 / Pêncşem:
Zarokên Perperikeyê dê ligel malbatên xwe û xebatkarên Perperikeyê biçin serdana Mala Dengbêjan û li dengbêjan guhdarî bikin.
- 21.02.2025 / În:
Li Xalxalokê dê şahiyek bê lidarxistin û 21’ê Reşemiyê were pîrozkirin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Amed, di Roja Zimanê Zikmakî de hin çalakî
**
Dibe ev bala te bikişînin:
- Li ser Rojava îro 3 agahiyên girîng


