Diyarname
Nivîsgeha Xelata Qelema Hejar a di bin banê Lêkolîngeha Kurdistannasiyê ya Zanîngeha Kurdistanê de pêşbaziyeke dabû dest pê kirin û li benda berheman in. Yên bixwazin heta 28'ê vê mehê dikarin berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran.
Xelata Qelema Hezar li benda berheman e. Di vê xebatê de ewê xelatê bidin dosyayên serketî. Yên bixwazin dikarin di warê "Wêjeya Kurdî" (roman, çîrok, wêjeya zarokan-nûciwanan, şanoname, helbest), "Lêkolînên zimannasî û edebî" (folklor, fehengnasî, lêkolînên zimannasî) û "Beşên hevpar" (ayînî, dîroki, çandî, civakî, hunerî, yasayî, siyasî, aborî, perwerde, zayend û medya) de dosyayên xwe bişînin.
Kesên li rojhilatê Kurdistanê yan li Îranê dijîn divê dosyayên xwe bi awayê çapkirî, yên li herêm û welatên din dikarin bi e-mailê wekî PDF dosyayên xwe bişînin.
Ji bo têkilî:
e-maila info.ksi@uok.ac.ir


