Diyarname
Hozan Comerd bi navê "Xozan" albumek derxist. Di albumê de 9 stran hene û ji helbestên Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Pertew Begê Hekkarî û Seydayê Tîrêj stranên hatine çêkirin, di albumê de cih girtine.
Hozan Comerd bi meqama qesîdeyê û helbestên sûfî album amade kiriye. Ji bo vê 14 enstrumanên cuda hatine bikaranîn. Album ji Art Recordsê derketiye. Albuma ku amadekariya wê 2 salan dom kiriye, aranjorê wê Hakan Akay e.
Album bi QR Code tê guhdarîkirin. Ji bo albumê pirtûkek bêrikê hatiye amadekirin û QR Code û gotinên stranan di vê pirtûkê de cih digirin. Hozan Comerd roja şemiyê di Newroza Frankfurtê de dê albuma xwe îmze bike.
Helbestên Melayê Cizîrî, Melayê Batê, Pertew Begê Hekkarî û Seydayê Tîrêj gelek salan berê hatine nivîsîn. Loma ji kurdiya hin baş nayên fêmkirin di pirtûka hatiye amadekirin de hem orîjînaliya helbestan û hem jî guhertoya wan a ku li gorî kurdiya îro saz kirine, bi cih kirine.
Va ne stranên di albumê de cih girtine:
- Dil ji Min Bir
Gotin: Meleyê Cizîrî
Muzîk: Hozan Comerd
- Hezar Hezar Sal û Zeman
Gotin: Rezaliyê Reşîd
Muzîk: Hozan Comerd
- Bejna şepal
Gotin: Pertew Begê Hekarî
Muzîk: Hozan Comerd
- Husna Te
Gotin: Melayê Bateyî
Muzîk: Hozan Comerd
- Aşiqê Zulfa Reş im
Gotin: Melayê Bateyî
Muzîk: Hozan Comerd
- Sorgulî
Gotin: Melayê Bateyî
Muzîk: Hozan Comerd
- Des û Dû Îmam
Gotin û Muzîk: Hozan Comerd
- Govenda Felekî
Vatê û Muzîk: Emîr Alî Yagan, Ferhat Tunç
- Ti Kê Berbena û Gozelê
Gotin: Seydayê Tîrêj
Muzîk: Hozan Comerd


