Diyarname
10'emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê 25'ê mehê dest pê dike. Li gelek bajaran gelek lîstik tên Amedê.
Şanoya Bajêr a Şaredariya Amedê û Şanoya Bajêr a Amedê bi hev re festîvalê organîze dikin. 25'ê mehê saet 19'an de bi merasima ku wê li Qonaxa Cemîlpaşa li dar bikeve dest pê bike. Lîstika "Romeo û Juliet (Niha Çawa ye?) ku Ruknettin Gun derhêneriya wê kiriye wekî lîstika destpêkê bê lîstin. Lîstik di heman demê de roja 26'ê mehê jî li ÇandAmedê bê lîstin. Omer Şahin, Elvan Koçer, Ozcan Ateş, Nurşen Adiguzel, Perinaz Delazy û Sena Ozbey têde dilîzin.
Festîvala ku bi diruşma "Çiraya me geş dibe" li dar dikeve, heta 4'ê gulanê dê bidome.
Ligel lîstikên Amedê, ji bajarên Silêmanî, Seqiz, Sinê, Mêrdîn û Batmanê, her wiha ji Stenbolê dê lîstik beşdarî festîvalê bibin.
Ligel lîstina şanoyê atolye jî dê li dar bikevin. Otolyeya Sureyya Karacabey bi navê "Nivîsandina sehneyê" rojên 26-27'ê mehê wê li ÇandAmedê li dar bikeve. Atolyeya performansê ya Koray Tarhan jî 28'ê mehê heman cihî dest pê dike. Mizgîn Bîlmen bi navê "Rejîsoriya Şanoyê" wê 2'yê gulanê li heman cihî li dar bikeve.


