Diyarname
Li îzmîrê bi şahiyeke dengbêj Şakiro hat bib^rianîn. Dengbêjan klamên Şakiro gotin û ew bibîr anîn.
Li Dêra Ezîz Vukolos ya li Basmaneya Îzmîrê şahiyeke li dar ket. Saziyên çand û hunerî yên li Îzmîrê ev şahî organize kir.
Kurê Şakiro ê bi navê Umît Denîz di çalakiyê de axivî, sipasiya amadekaran kir û got ku ew dê mîrateya bavê xwe xurtir bikin. Her wiha Denîz diyar kir ku wan li ser navê Şakiro komeleyeke ava kiriye.
Dengbêj Kazo, Evîn Sindî, Sebrî Agirî, Mihemedî Serhedî bi klamên xwe, Ayhan Erkmen jî bi vegotina çîrokan di şahiyê de cih girt.


