Diyarname
Li Nîvgrava Kamçatka ku dikeve aliyê rojhilatê Rusyayê bi meziniya 8,8 erdhej çêbû. Li gor Saziya Lêkolînê ya Jeolojîk a DYA'yê li tebeqeya nêzî rûerd erdhej çêbûye.
Va ne agahî:
- Piştê vê erdheja mezin bi merisiya 7, li dû hev hin erdhej çêbûn. 30 dûvikerdhejên çêbûn jî di navbera meziya 2 û 5'an de bûn.
- Li gor heman saziyê di nav 3 saetan de wê pêlên tsunamî yên talûke rabin.
- Piştî daxuyaniyê pêlên tsunamî rabû jî. Li Rusyayê bang li gel kirin ku ji qeraxan xwe dûr bisekinin.
- Li bêndera Severo-Kurilsk a Rusyayê pêlên tsunamî keştî bi xwe re birin.
- Pêlên tsunamî xwe li Kamçatka, Japonya û DYA'yê dane.
- Ji ber talûkeyê karkerên li Stantrala Nukleer a Fukuşimaya Japonyayê ji wir birin cihên ewle.
- Pêlên tsumanî yên gihîştin Kamçatkayê gihîştin 4 metrey bilindiyê.


