Diyarname
Li Silêmanî îro piştî binçavkirina Lahûr Şêx Cengî, gelek kesên din ji Bereya Gel hatin binçavkirin. Li gor agahiya hatiye dor 200 kesî hatin binçavkirin.
Vê sibê Lahur Şêx Cengî, du birayên wî Polad û Aso Şêx Cengî, Serleşkerê Yekîneya Dupişk Rêbiwar Hamîd û rêvebera Bereya Gel Jîno Muhammed hatin binçavkirin. Nava rojê de gelek alîgirên Şêx Cengî hatine binçavkirin ku hat gotin hejmar gihîştiye 200'î.
WÊ DOZA GIRAN BÊ VEKIRIN
Li aliyê din Cîgerê Serokê Dadgeha Silêmanî Salah Hesen gotiye dê derbarê Cengî û hemû kesên li vir ketine nav pevçûnê de bi îdîaya "bi qestî kuştina mirovan" dozeke nû bê vekirin.
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Bereya Gel daxuyanî da: Jiyana Lahûr Şêx Cengî di stûyê YNK'ê de ye
- Lahûr Şêx Cengî û 2 birayên wî hatin desteserkirin
- Dixwazin Lahûr Cengî bigirin bin çavan / Lahûr Şêx Cengî kî ye?


