Diyarname
Kovara Şermola li Rojava bi kurdî û erebî weşanê dike ku kovareke wêjeyî û çandî ye. Kovarê niha hejmara xwe ya nû derxist.
Şermola kovareke demsalî ye ku sê mehan carek derkedikeve. Kovarê serê vê mehê hejmara xwe ya 26'an a bihar û havîna 2025'an derxist. Kovar ji sala 2019'an ve derdikeve û ev hejmara kovarê wekî 184 rûpel derketiye. Kovara ku her hejmarê dosyayeke amade dike di vê hejmarê de li ser "Rojnamegeriya kaxezî li Sûriyeya nû" dosyaya xwe amade kiriye.
Di dosyayê de li ser weşanên ku çap dikin û weşana xwe didomînin hatiye rawestin. Edîtoriya kovarê gotiye "ji bo serkeftinê divê weşan êşên civakê nîşan bidin, bibin dengekî azad û pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê bikin yek."
Ji van nivîsên li ser weşanan Berzo Mehmûd bi sernavê "Destpêka rojnamegerî û nivîsîna kurmancî li Sûriyê", Beşîrê Mele Newaf jî bi sernavê "Komunîkasyon, Ragihandin û Dîroka Ragihandina Kurdî" nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Her wiha Esma Mistefa jî bi nivîsa "Di serdema lezbûnê de parastina rojnamegeriya kaxizî" ked daye dosyayê.
Ji hevpeyvînan Aram Hesen ligel rojnameger û nivîskar Nêrgiz Îsmayîl hevpeyvînek kiriye.
Ji bilî van Diyar Bohtî, Siltana Eto, Azad Ekkaş, Xelîl Tehlo, Hişyar Murad, Osman Ehmed, Necah İbrahim, Cîhad Mistefa jî di beşa kurdî de ked dane vê hejmarê
Ji bo têkilî: shermola2018@gmail.com.


