Diyarname
Roja 22'yê mehê li Otela Lalezarê piştî pevçûnê Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî û hevalên wî hatin binçavkirin. Niha agahiya nû der barê Lahûr Şêx Cengî heye; Rewşa wî baş e, ew li bendê ye û dixwaze dosyaya wî bişînin ber destên dadgehê.
Li ser rewşa dawî ya Lahûr Şêx Cengî heyeteke ji mafên mirovan çû serdana Cengî. Rojnameger Îkram Balekanî li ser vê yekê di vîdeoya li kanala xwe de agahî belav kirin.
Li gor Balekanî, heyeta serbixwe ya mafên mirovan di bin berpirsiyariya Dr. Mona de çûye serdana Lahûr Şêx Cengîn. Heyetê li Zindana Asayîşa Silêmanî ligel Cengî hevdîtin pêk aniye û gotiye ku Rewşa Cengî baş e, tu îşkence lê nekirine, li odeyeke taybet hatiye ragirtin û pêdiviyên wî pêk aînine.
Balekanî wisa dibêje, "Destûr dane Lahûr bi rêya telefonê bi dîmen ligel jina xwe axiviye. Lahûr Şêx Cengî ji heyetê re gotiye, 'Ez dixwazim dosyaya min bidin dadgehê, bibe hiqûqî û parêzer jî bên cem min. Dema bûyer qewimiye min nûnerê Amerîka, Îngilistan, Fransa û nûnerê Herêma Kurdistana Federe agahdar kiriye ku li Lalezarê çi diqewime' Heyeta mafên mirovan ligel asayîş û kesên din jî hevdîtin kiriye û gotiye di bûyerê de tenê pênc kes hatine kuştin, 163 kes hatine biçavkirin"
Heyeta mafên mirovan agahî belav kiriye û gotiye ku kesên bi guman in, kesên zarokên wan winda ne, dikarin ligel vê heyeta mafên mirovan hevdîtinê bikin, ew dê alîkariya wan bikin.
Ji bo kesên bixwazin li vîdeoyê temaşe bikin lînk:
https://www.youtube.com/watch?v=_VnQizRixsI
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Bereya Gel daxuyanî da: Jiyana Lahûr Şêx Cengî di stûyê YNK'ê de ye
- Lahûr Şêx Cengî û 2 birayên wî hatin desteserkirin
- Dixwazin Lahûr Cengî bigirin bin çavan / Lahûr Şêx Cengî kî ye?


