logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng
  2. Fuzeyeke Îranê li nêzî Qamişloyê ket
  3. Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir
  4. Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin
  5. Komên di Newroza Amed, Wan û Stenbolê de li ser dikê bin diyar bûn
news-details

Ji komek nivîskarên kurd li ser alfabeya kurdî daxuyanî

Li Başûr komek nivîskar bi navê “Grûpa Însiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî” daxuyaniyeke weşandin û bi kurtahî xwesti

  • Dîrok: 18/09/2012
  • Beş: NÎQAŞ

Diyarname
Li Başûr komek nivîskar bi navê “Grûpa Însiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî” daxuyaniyeke weşandin û bi kurtahî xwestin ku alfabeya Erebî bi awayekî fermî bê qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî vê mehê serî li Parlemena Herêma Başûrê Kurdistanê dan. Vê komê di heman demê de dijî konferansên ziman ên li Amed û Hewlerê jî daxuyaniyeke tûj dan. Li hemberî vê yekê komek nivîskarên kurd metneke amade kirin û dest bi berhevkirina îmzeyan kirin. Heta niha 80 nivîskarên kurd îmzeya xwe avêtine bin vê metnê. Em metna îmzeya van nivîskarên kurd diweşînin û kesên ku bixwazin îmzeya xwe biavêjin bin wê metnê dikarin e-maileke ji navnîşana li jêr re bişînin.
Vaye metna ku nivîskaran amade kiriye û tevî pêşeka ku ji me re şandine:
***

Provokasyonên li ser Zimanê Kurdî Pûç Bikin!

“Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe wekî “Grûpa Însiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî” dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de her wiha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan her du konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna “hemû kurdan” geriyabûn. Di daxuyaniya “Grûpa Însiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî” de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê wekî daxwaza dabeşkirina kurdan û wekî daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin.”


Ji Dem û Dezgehên Neteweyî yên Kurdistanî re,
Ji Raya Giştî re
,

Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.
Welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn.
Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.
Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn. Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.
Digel van hewldanên çareseriyê jî, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin bi tenê alfabeya aramî/erebî li Başûra Kurdistanê bidin fermîkirin û di bin navê « Yekîtiya zimanî » de binve binve zaraveyekî li ser xelkê me yê zaravayên din bidin sepandin.
Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Di daxuyaniya behskirî de herweha heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn. Di daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin.
Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de « xeyrî ciddî » ye û esasen ev helwêst bi xwe « lîstina bi agirî » ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke « Grûpa Parastina Zimanê Kurdî » dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!
Bê guman, alfabe ne armanc e, lê alavek e ji bo pêkanîna armanca rastnivîsandin û derbirîna dengên zimanekî. Ji ber vê sedemê, alfabeyek dikare di pêvajoya pêşketina xwe de gellek caran ji bo baştir guncîna dengên wî zimanî were guhertin an jî adaptekirin. Alfabeya kurdî-erebî bi xwe nimûneya vê yekê ye û gellek caran hatiye guhertin. Digel vê jî, li ser ruyê dunyayê tu alfabe nînin ku bikarin hemû dengên zimanekî nîşan bidin. Beşekî mezin yê gelê kurd şiklekî alfabeyekê kiriye malê xwe û pê nivîsandiye û dinivîsîne. Lewre, munaqaşeyên li ser kurdbûna alfabeya kurdî-latînî yên bi vî rengî nikarin werin qebûlkirin.
Herweha, di daxuyaniya « Grûpa Inîsyatîfa ji bo Parastina Zimanê Kurdî » de hatiye gotin ku « Em tekît dikin ku em bi tu awayî dîtina xwe li ser tu kesî nasepînin û zimanvan û kurdîzanên Kurdistana Bakur bi xwe dikarin di vî warî de biryarê bidin », lê di heman belavokê de xwediyên însiyatîfê diyar kirine ku « Guherandina alfabeya kurdî bi ya latînî yan hizirkirina bikaranîna du cureyên alfabeyan di beşên Kurdistana Rojhilat û Başûr de ji me re xeta sor e … » Ev helwêst « parçekirina coxrafya û hiş û bîra kurd û Kurdistanê ye » û herweha « xwesepandina » li ser gelê kurd li Rojhilat û li Başûr e û ev kar nakeve berê tu kesî !
Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike.
Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê.
Em deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo « hemû Kurdan », ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.


17. 09. 2012

(Ev daxuyanî heta 01.10.2012’an ji bo îmzeyê vekirî ye. Heçî kesê ku dixwaze piştgiriya vê daxuyaniyê bike, dikare navê xwe bişîne ser eposteya jêrê.)

bangakurdi@gmail.com


Piştgirên daxuyaniyê yên pêşîn

1. Dr. Abdulwehab Xalid Mûsa
2. Dr. Afrasiab Shekofteh
3. Ahmet Aliş
4. Amed Tigrîs
5. Ayşe Navruz
6. Azad Kurdî
7. Azîz Aliş
8. Baban Seqizî
9. Dr. Bahiez Omer Ehmed
10. Dr. Bahrooz Chamanara
11. Bayram Ayaz
12. Dr. Behrûz Şucaî
13. Berken Bereh
14. Bûbê Eser
15. Cemîl Demîrcan
16. Ciwanmerd Kulek
17. Çiya Mazî
18. Dersîm Oremar
19. Dilawer Zeraq
20. Dîlber Hêma
21. Dilbixwîn Dara
22. Dr. Elî Rehmetî
23. Eskerê Boyîk
24. Evdile Koçer
25. Fehim Işik
26. Fehmî Balayî
27. Dr. Felat Dilgeş
28. Feratê Dengizî
29. Fexredîn Amediyan
30. Dr. Gundî Dilberz
31. Golî Shadkam
32. Hesen Silêvanî
33. Hêvî Berwarî
34. Haydar Işik
35. Hîwa Massîh E.
36. Husein Muhammed
37. Huseyin Kartal
38. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan
39. Ismaîl Hoseynpûr
40. Kamîran Haco
41. Dr. Kamûran Berwarî
42. Kawa Nemir
43. Lal Laleş
44. Lerzan Jandîl
45. Dr. Lezgîn Evdilrehmanî
46. Lokman Ayebe
47. Dr. Luqman Guldivê
48. Mecîd Heso
49. Meral Varişli
50. Miradê Gundikî
51. Mîran Janbar
52. Mîrhem Yîgît
53. Mûrat Satik
54. Mustafa Gazî
55. Mustefa Reşîd
56. Nedim Baran
57. Remzî Kerîm
58. Riza Dinç
59. Rodî Zinar
60. Rojan Hazim
61. Ronayî Onen
62. Roşan Lezgîn
63. Salihê Kevirbirî
64. Samî Tan
65. Selwa Gulî
66. Şengul Ogur
67. Şermîn Bozarslan
68. Seyîdxan Kurij
69. Siddîq Bozarslan
70. Sidqî Hirorî
71. Şoreş Reşî
72. Têmûrê Xelîl
73. Tosinê Reşîd
74. Xelîl Dihokî
75. Xusro Abdollahî
76. Yado Ciwan
77. Yaqob Tilermenî
78. Zana Farqînî
79. Zinarê Xamo
80. Ziya Avci

 

Agahiyên li ser Konferansên Zimanê Kurdî (Hewlêr û Amed) :
http://ku.wikipedia.org/wiki/Konferansa_Zanist%C3%AE_ya_Ziman%C3%AA_Kurd%C3%AE#Be.C5.9Fdar.C3.AAn_Konferans.C3.AA

 

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Di sînemaya cîhanê de filmekî kurdî: Zerê

ad

Li dinyayê pira ji cam a herî bilind vebû!

ad

Di Kûpaya Tirkiyeyê tîmên amator ên kurdan

ad

Dîkê zû azan bide serê wî tê jêkirin!

ad

Doza Ergenekonê didome

ad

Brezîlya bi zorê bi ser ket: 2-1

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li ser Kobanî 3 agahiyên girîng

  • 05 03 2026
news

Fuzeyeke Îranê li nêzî Qamişloyê ket

  • 04 03 2026
news

Îranê Herêma Kurdistanê tehdîd kir

  • 06 03 2026
news

Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin

  • 05 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname