Diyarname
Google ku motora lêgerînê ya herî mezin e îro li dinya nayê bikar anîn. Sedem nayê zanîn.
Li gelek welaten îro dema bikarhêner di googleyê de li tiştek geriyan, rastî pencereya venabe hatin. Heta niha Googleyê der barê vê yeKê de tu agahî belav nekiriye.
Google roja 4'ê rezbera 1998'an hate avakirin. Di vê roja salvegera Googleyê de bikarhêner rasTî vê yekê hatin. Youtube ku Google xwediyê wê ye jî venabe. Gmail jî nayên bikaranîn.
Qala êrîşeke sîber tê kirin, lê Google hê daxuyanî nedaye.


