logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin
  2. Kayyûm şandin ser Sozcu TV
  3. 2027, Berendamê Grammy, Raye bi 11 berendaman li pêş e
  4. Tîma Tirkiyeyê ji Lîga A ket lîgek jêrtir
  5. Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî
news-details

Ji Nexweşxaneya Onkolojî û Talasîmya ya Qamişloyê bangewazî

  • Dîrok: 10/09/2025
  • Beş: Tenduristî

Qamişlo

Rêveberiya Nexweşxaneya Onkolojî, Talasîmya û Şewat a bajarê Qamişlo bang li şêniyan kir ku bilez xwînê bidin, ji ber ku pêdivî bi xwînê heye.

Li gor agahiya ku rêveberiya nexweşxaneyê belav kiriye ev 3 roj in, xwîn di nexweşxaneyê de nemaye lewma jiyana bi dehan nexweşan di xetereyê de; bi taybetî jî zarokên talasîmyayê. Di nexweşxaneyê de bankeke biçûk a xwînê heye lê ji ber ku piştgirî û alîkarî kêm e, pêwîstî bi her kesî heye ku xwînê bide.

Hemşîreyê bi navê Ehmed El Mihemed ê di beşa Talasîmyayê de kar dike ji bo ANHA'yê gotiye: “Mijara xwînê gelek dijwar e. Li Qamişloyê bankeya xwînê tune ye. Lewma kadroyên tenduristiyê alîkariyê ji xizmên xwe yan dostên xwe dixwazin, an jî bi rêya medya dijîtal û mizgeftan bang dikin ku her kesê dikare bila were xwînê bide. Îro jî heman tişt çêbû ku bi rêya mizgefta Enteriye me bang kir û gelek şênî hatin û xwîn dan.”

El Mihemed wiha domand: “Rojane nexweşxane, nexweş ji Şedadê û gundên Dirbêsiyê pêşwazî dikin ku koma xwînê wan O+ e. Ji ber ku xwîn tune bû û kesek xwîn bide jî tune bû, kadroya tenduristiyê xwîn da. Pêwîstiya nexweşxaneyê her tim bi hemû komên xwînê heye. Bi tunebûna xwînê re jiyana nexweşan di xetereyê de ye.”

Li gorî Mihemed, dermanên bingehîn ên nexweşiya talasîmya mîna Exjade, Desferal, Deferiprone, ev 3 roj in tune ne.

Nexweşxaneya Onkolojî, Talasîmya û Şewatan a Qamişloyê li herêmê ya yekane ye. Di sala 2023`yan de hatiye vekirin. Talasîmya, şewat û onkolojî beşên wê yên sereke ne. Lê ji ber ku derfet kêm bûn, beşa şewatan temam nebû. Ev 3 sal in, nexweşxane rojane xebatên xwe ji bo bi dehan nexweşan bê pere pêşkêş dike.

Rêveberiya nexweşxanyê bi rêya ajansa me, careke din bang kir ku divê xwîn bi lez were dayîn û jiyana nexweşan bi bersivandina vê bangê ve girêdayî ye.
 

Parve Bike

Youtube Me

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news

Mirina Stalîn

news

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news
Tenduristî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 10 2026

Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran

news
  • 23 07 2026

Li Kobanî navenda zarokên nexweşên otîzmê hat vekirin

news
  • 15 10 2025

‘Hikumeta Herêmê daxwazên Helebçeyê paş guh dike’

news
  • 10 09 2025

Ji Nexweşxaneya Onkolojî û Talasîmya ya Qamişloyê bangewazî

news
  • 07 08 2025

Sezen Aksu waşt nêweşê hepisxaneyan de bêrê veredayişî

news
  • 31 07 2025

Li Kobanî Nexweşxaneya Alman bi beşdariya Dr. Xelîl Ebdî hate vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Gundek gihîşt navê xwe yê rastîn!

ad

Pirtûkek li ser Merwaniyan derket

ad

'Bila Tirkiye komkujiya êzîdiyan qebûl bike'

ad

‘Wijdana Anatoliyê’ trajediya kurdan nîşan dide

ad

Trumpî Rusya tehdîd kir

ad

Fînalîsto bîn eşkera bi: PSG

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Serokê PSK'ê Bayral Bozyel û gelek kes hatin binçavkirin

  • 17 11 2026
news

Kayyûm şandin ser Sozcu TV

  • 17 11 2026
news

2027, Berendamê Grammy, Raye bi 11 berendaman li pêş e

  • 17 11 2026
news

Tîma Tirkiyeyê ji Lîga A ket lîgek jêrtir

  • 17 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname