___Ûrfan Kenî___
Herdû jî wergêr bûn. Jinik ji zimanê almanî mêrik jî ji zimanê fransî wergêrî dikir. Hev di atolyeyeke wergerê de naskiribûn. Atolye hefteyekê berdewam kiribû.
Her du jî bî bûn. Her du jî berê zewicîbûn û ji jin û mêrê xwe veqetiyabûn.
Dûre hîn bûn ku ew cîranên hev in. Her du jî di heman taxê de rûdiniştin.
Dema atolye qediya, çend roj şûn de, jinik li mêrik geriya:
- Merheba. Min got ez silavekê bidim cîranê xwe. Tu çawa yî?
- Merheba cîran. Baş im. Spas dikim. Lê tu?
- Spas dikim. Ez jî baş im. Ma tu guncav î ji bo ku em bi hev re qehweyekê vexwin?
- Erê. Dê pir baş be.
Saetek şûnde her du jî li qafeteryayê bûn. Jinikê qehweya bi şîr, mêrik jî qehweya bê şîr xwest.
Qehweyên wan di destên wan de, hinek ji vir hinek ji wir axivîn û jinikê nexwest ku daxwaziya xwe direj bike û rasterast got:
- Pêşniyazeke min heye ji bo te.
Kelecaneke mezin bi mêrik ket.
- Ka kerem bike, bêje.
Jinikê bi aramî berdevam kir:
- Were ez û tu em peymanekê çêkin.
Kelecana wî hîn zedetir bû û got:
- Peymaneke çawa?
Jinikê bi rûyeke germ û şêrîn û dilnerm got:
- Em hefteyê carekê hev bibînin û bi hev şa bin. Lê bila hestiyarî tune be.
Ji kelecanê dest û lingên mêrik tevlihev bûn, fincana qehweyê ya di destê wî de ket ser maseyê û bi dengekî bilind got:
- Erê.
Sê meh şûn de zewicîn, sê sal şûn de sê zarokên wan hebûn.
**
Nivîsên Ûrfan Kenî yên ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- MARBIRÎN


