Diyarname
Pirtûkeke din a çîrokan derket, "Welatê Pirpirokan". Pirtûka ku ji aliyê Rûbar Elî ve hatiye nivîsandin ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Berî niha di sala 2022'yan de Rûbar Elî bi navê "Spêle"pirtûkeke çîrokan nivîsandibû û Nûbiharê derketibû. Nûbiharê niha pirtûkeke din a Rûbar Elî weşand.
Çîrokên Rûbar Elî berî her tiştî xwe bi hêza zimanekî estetîk û helbestî ve digirin. Hestên binpêbûyî, qaliknegirtî û veşartî dibin hevalê şevê û şev dibe rawestgeha herî girîng bo lehengan... Kesayetên ku di civakê de tu carî nebûne xwedî hebûnekê mîna şanogerekî xurt bi tîradeke dirêj derdikevin ser dikê û heta qewet heye di qirika wan da qêr dikin têkçûna xwe. Bi van çîrokên kin dê bala xwendevanan biçe ser wan lehengên bextreş yên li kêleka mirov, li gundê mirov, taxa mirov ku ji xirecira sedsala bîst û yekemîn tenê xulekek jî mirovan ji bo wan veneqetandiye…
- Welatê Pirpirokan / Rûbar Elî / Nûbiharê / Çîrok / 2025 / 80 rûpel