logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Amedspor carek din tîmî teslîmê Mesut Bakkal dike
  2. Ebdî: Xisûsiyeta herêmên kurdî heye, emê xwe bi rê ve bibin
  3. Li kantona Cizîrê serdema duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir
  4. Amedsporê hem pûan lîderî winda kir, hem jî teknîk dîrektor
  5. Heyeta OCHA'yê çû Kobanî
news-details

Ji Weşanên Lîs du pirtûkên lêkolînî

  • Dîrok: 01/12/2025
  • Beş: Berhem

Diyarname
Weşanên Lîs du pirtûkên lêkolînî çap û belavkirin, yek li ser eşîrî ye ku Şerefxan Cizîrî nivîsandiye, ya din jî li ser rexneya wêjeyê ye ku Samî Hêzil nivîsandiye.

OMERIYA MÎRSOM
"Omerîya Mîrsom" navê pirtûka Şerefxan Cizîrî e. Cizîrî di vê pirtûkê hewl daye ku pergala eşîriyê ya li herêma Mêrdînê bi rêbazên zanistî bi civaka kurdan bide naskirin. Li ser Eşîra Omerîyan bi hûrgilî rawestîyaye û derheqê Eşîra Omerîyan de zanebûnên berfireh, bi baldarî pêşkêşî xwendevanan dike.  Lêkolîner, ew jêderkên heyî nirxandine û kêmasîyên wan, dîtinên şaş û pêşdarazînên ku di derbarê Eşîra Omerîyan de hene raxistine ber çavan. Nivîskar li ser armanca amadekirina pirtûkek wisa ev yek gotiye, "Di derbarê civaka eşîriya Kurdistanê de zanebûnên rast derxin pêş û bibe alîkar ji bo ku kurd xwe hîn baştir nas bikin."

ŞEREFXAN CIZÎRÎ KÎ YE?
Nivîskar Şerefxan Cizîrî di sala 1955’an de li Mêrdînê hatiye dinê. Piştî temamkirnia dibistana amadeyî di sala 1975’an de çûye Swêdê û li wir lîsansa xwe di Beşa Zanistên Sîyasî û Tarîxê de kiriye. Cizîrî li Swêdê di nav partiya çep de bi salan kar kir û li Huddingê jî 15 salan wezî cîgirê şaredar, endamê meclisa şaredariyê kar kir. Ew piştî 25 salan vegera welêt û ji sala 2001’ê û vir ve bi malbata xwe re li welêt dijî. wî heta niha bi navê "Tarih ve Uygarlik (Cild 1-2)", "Bize Bir Felsefe Lazim", "Yazarlik ve İdeoloji", "İskandinav Modeli" hin pirtûkên bi tirkî weşandin. "Omeriya Mîrsom", "Esaleta Selahadînê Eyûbî", "Edebiyata Devkî û Sosyalîzasyon" pirtûka wî ya bi kurdî ne.
 
WERGERA EDEBÎ
Pirtûka "Wergera Edebî Di Kurdî" de ji aliyê Samî Hêzil ve hatiye amadekirin. Pirtûk lêkolîneke zanistî ya der barê wergera edebî ya kurdî de ye. Berhem cih dide mijarên wekî paşxaneya dîrokî ya wergerê, biwarê wergernasiyê, teorî û têgihên wergernasiyê, wergera edebiyatê û taybetiyên wergera cureyên edebî.
Armanca nivîskar bi vê pirtûkê ew ku der barê teorî, model û têgihên wergernasiyê û paşxaneya dîrokî ya wergerê de û der barê wergera kurdî de lêkolîneke giştî jî pêşkêş bike.

SAMÎ HÊZIL KÎ YE?
Nivîskar û werger Samî Hêzil di sala 1975’an de li Wanê hatiye dinê. Lîsansa xwe ji beşa Ziman û Wêjeya Îngilîzî wergirtiye. Wî li Zanîngeha Mardîn Artuklu di beşa Ziman û Çanda Kurdî de mastera xwe temam kiriye û niha jî di beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Bîngolê de teza xwe ya doktorayê li ser wergera edebî dinivîse. 
Hêzil heta niha pirtûkên wekî "Kurte Wêjeya Kurdî" (2015), "Lehengê Mîtolojiyê" (2021),
"Wergera Edebî Di Kurdî De" (2025) amade û çapkirine. Ji bilî van 5 pirtûkên ku wî wergerandine kurdî jî hatine weşandin.

- Wergera Edebî Di Kurdî De / Samî Hêzil / Lîs / Wêje Rexne / 320 rûpel / 2025
- Omerîya Mîrsom / Şerefxan Cizîrî / Lîs / Lêkolîn / 360 rûpel / 2025

 

 

 

 

**********

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: 
x.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

 

***

"3 Deqe ligel Cemil Oguz"

 

 

**********

DIBE EV BALA TE BIKIŞÎNIN:

 

- Şaredariya Peyasê “Meclîsa Ziman” damezrand

- Tîmên mafê çûyîna Kûpaya Cîhanê bi destxistin

- Belgefîlmên ku li Amedê wê bêne nîşandayîn diyar bûn

- 2025: Va ye 'Zilamê herî seksî yê salê'

 - Berhemeke dîrokî ya wêjeya kurdî: Terenumên Kurdî - Îlahiyên Dêran hat weşandin

- 2025: Lîsteya pirtûkên nû yên weşanxaneyan, 1314 pirtûk

- Mala Şêrko Bêkes kirin muze û navendeke çandî

- 2025: Weşanên Şilêr îsal 70 pirtûk çap kirin

- Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

- Navenda Çandî ya Şilêrê û Weşanên Şilêrê vebû

 **********

Parve Bike

Youtube Me

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news

diyarname podcast#podcast#news# #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast #booktok #books #diyarname #pirtûk #news #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast#L werger#diyarnamenûçe#çandhunerkovar# #pirtûkênkurdî

news

diyarname podcast Claudette Colvin ku di 86 saliya xwe de mir çi kiribû?

news

diyarname podcast#pirtûkênkurdî #weşanxane#çapkirin#pirtûk# #diyarname20salîye

news

diyarname nûçe Podcast 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in #booktok

news

diyarname podcast 2025: 1180 nûçe, 204 vîdeo #diyarname #pirtûkênkurdî #books

news

diyarname podcast Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê didome #booktok #diyarname

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

diyarname podcast#Romaneke nû 'P.Z 40' derket#welatdilken#diyarname20salîye

news

diyarname podcast#diyarname #news #nûçe #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #podcast #

news

diyarname podcast #Tawanên Enfalê di pêşangeheke wêne û belgefîlman de tê nîşandan #pirtûkênkurdî #

news

diyarname podcast 5 #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film #fûarapirtûkan

news

diyarname podcast@ #diyarname #pirtûkênkurdî #books #booktok #pirtûk #film#diyarname20salîye

news

Dîmenên ji îro...

news

diyarname podcast #diyarname #pirtûk #books #barackobama #booktok

news

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news

M. Zahir Kayan qala helbesta xwe dike

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 17 02 2026

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin

news
  • 16 02 2026

Heyeta OCHA'yê çû Kobanî

news
  • 24 12 2025

Romana 'Li Parîsê Stêrk Xûricîn Evîna Dîlan' derket

news
  • 18 12 2025

'Serpêhatiyên Jineke Kurd' hat îmzekirin

news
  • 18 12 2025

Romanek nû ‘Methiyeyek Bo Şeytan’

news
  • 01 12 2025

Ji Weşanên Lîs du pirtûkên lêkolînî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Berendamên belgefîlm û kurtefîlmên Siyadê diyar bûn

ad

DAIŞ'ê êrîş kir: Li Mexmûrê 9 pêşmerge û 3 sivîlan canê xwe ji dest da

ad

2025: Lîsteya hemû kovarên kurdî ên îsal derketine

ad

Festîvalê ‘Aci Hayat’ restore kir û wê nîşan bide

ad

Wêneyê Hefteyê li Komara Çek hat kişandin

ad

Encama dawî: 1500 mirî hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor carek din tîmî teslîmê Mesut Bakkal dike

  • 16 02 2026
news

Ebdî: Xisûsiyeta herêmên kurdî heye, emê xwe bi rê ve bibin

  • 16 02 2026
news

Li kantona Cizîrê serdema duyemîn a sala perwerdeyê dest pê kir

  • 16 02 2026
news

Amedsporê hem pûan lîderî winda kir, hem jî teknîk dîrektor

  • 16 02 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname