Şirnex
Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê li quntara Çiyayê Cûdî bi hezaran berû çandin.
Li gundê Kûnsera yê navçeya Silopiyê ya Şirnexê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê berû çandin. Rêveber û endamên partiyên siyasî, saziyên civaka demokratîk û gelek welatiyan berû çandin.
Berî çandina berûyan Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Fadil Tay diyar kir ku li Botanê ji ber talana xwezayê bi hezaran welatî bi nexweşiyên giran dikevin û wiha axivî: Berî sala 2016'an daristanên me dihatin şewitandin û piştî 2016'an baronên herêmê dest bi birîna daran kirin. Em îro hatine nav xwezaya xwe ku Kurdistanê ji nû ve şîn bikin. Axa Botanê ji nû ve şîn bikin. Ev çalakiya me tenê ne çandina berûyan e, her wiha ji bo guhertina hişmediya li dijî xwezayê ye. Ji ber ku bi hezaran welatiyên me ji ber vê talanê nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin. Divê her ferdekî vê axê li dijî vê talanê raweste.”
Dayikên ku tev li çalakiya çandina berûyan bûn jî anîn ziman ku ew li dijî birîna daristanan hatine berûyan biçînin û ew naxwazin daristanên wan werin talankirin.
Piştî axaftinan ji aliyê dayik, zarok û welatiyên ku tev li çalakiyê bûn ve, bi hezaran berû hatin çandin.
AW



