Diyarname
Rojnameya Xwebûnê hefteya borî gotibû ewê êdî wekî "Azadiya Welat" rêwîtiya xwe bidomîne. Û îro Azadiya Welat derket.
Rojnameya Azadiya Welat bi biryara KHK'ê (Birnameya di Hikmê Zagonê de) hatibû girtin. Niha carek din derket. Rojnameyê bi manşeta “Berê me li Rojê ji bo siberojê, Dîsa Azadiya Welat” derket.
Edîtoriya rojnameyê wisa gotiye "Em wekî Azadiya Welat berê xwe didin Rojê û ji bo pêşrojê piştî 10 salan dîsa vedigerin nav jiyana we. Em di wê baweriyê de ne ku bi piştgirî û xwedî derketina xwîner û gelê ji her carê hê bi hêztir û geştir bibe.”
Rojnameya Azadiya Welat di hejmara 1'ê de cih daye hevpeyvîna ku bi Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmut Şakar re kiriye. Şakar li ser şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalanî axiviye.
Di vê hejmarê de Mulkiye Bîrtane, Medenî Ferho, Felemez Ulug, Hesen Huseyîn Denîz, Adar Gulan, Adar Jiyan, Kurdistan Lezgiyeva, Tayip Temel, Salîha Ayata, War Botan, Siyabend Aslan, Lîzşêr Amed, Nesrîn Navdar, Zaza Cebelî, Fatma Taşli Tunç, Xelîl Xemgîn, Alî Guler û Serdar Altan bi gotar û lêkolînên xwe têde cih girtine.


