Diyarname
Nivîskarê ji Swîsreyê Erich von Daniken di 90 saliya xwe de mir.
Malbatê ragihand ku nivîskar roja 10'ê mehê li nexweşxaneyê miriye. Pirtûkên wî ji bo ji 30'î zêdetir zimanan hatin wergerandin û li dinyayê bi ser 70 mîlyon hebî de pirtûkên wî hatine firotin.
Ew roja 14'ê avrêla 1935'an li Zofingenê hatibû dinê. Pirtûka wî "Erebeyên Xwedêyan" di adara 1968'an de hat weşandin û gelek hat firotin.
Wî li welatê xwe jî, li Misrê jî karên şêlandin û karên ne li rê kiribû.
Ew dema li Davos'ê midûrê otelê bû pirtûka xwe ya pêşî nivîsî. Piştî pirtûk hat weşandin bi kurtedemekê sedema "şêlandinê" jî têde ji ber hin sûcên malî hat girtin. Pereyên ji pirtûkên bi dest xistin têra dayîna deynên xwe û destjêberdana ji karê otelê dikir, loma serî li vê rêyê da.
Dema "Erebeyên Xwedêyan" nivîsand hin aliyên pirtûk şibiyane pirtûka Robert Charroux a bi navê “One Hundred Thousand Years of Man's Unknown History”, lê qet ev pirtûk wekî çavkanî nedaye. Di çapên nû de weşanger ji bo doz li wan neyê vekirin ev pirtûka Charroux wekî çavkanî nîşan daye.
Dema li girtîgehê bû pirtûka xwe ya diduyan "Godz from Outer Space" (Vegera Stêrkan) nivîsand.
Ji bilî nivîskarî wî di dîzayna parka bi raz jî çêkiribû. Ev park bi navê "Jungfraupark" li bajarê Interlaken hatev ekirin.
Daniken endamê Komeleya Nivîskarên Swîsreyê, endamê Komeleya Niviskarên Alman û endamê PEN'a Navneteweyî bû. Di jiyana xwe de hin xelat girtibûn.