logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan
  2. Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye
  3. Niha lîderê Lîga Super Amedspor e
news-details

Ji HSD'ê li ser şerawestinê daxuyanî (Tê nûkirin)

  • Dîrok: 20/01/2026
  • Beş: Nûçe


20'ê mehê, nûçeyên li ser Rojava…

…Ev nûçe tê nûkirin…


Barzanî: Em nahêlin xwişk û birayên me yên Rojava zirarê bibînin
Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî peyameke belav kir û got, "Di vê rewşa hestiyar de, pêwîst e hemû alî bi berpirsyarî û dûrî hestan tevbigerin û wisa lê neyê ku zirar bigihê xwişk û birayên me yên li Rojava ku ev bi tu awayî nayê qebûlkirin."
Barzanî diyar kir ku ew di nav hewdanan de ne ku xwişk û birayên me yên li Rojava tûşî karesat û nehametiyan nebin.
Barzanî li ser DAIŞ'ê jî got, "Di vê rewşa aloz a ku çêbûye de, metirsiya serhildana DAIŞ û terorê jî di rojevê de ye ku ev bixwe gefeke gelekî cidî ye li ser aramî û ewlehiya herêmê. Li vir em bangî civaka navneteweyî û hevpeymanan dikin ku bi berpirsyariya xwe rabin, demildest alozî, şer û pevçûn werin rawestandin, agirbesteke seranserî were ragihandin û pirsgirêk bi awayekî aştiyane û bi rêya diyalogê werin çareserkirin."
*

Ji HSD'ê li ser şerawestinê daxuyanî
Serfermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyeke belav kir û got ku ligel HTŞ li ser şerawestinê li hev kirine.
HSD'ê wisa got, "Em diyar dikin ku em bi biryar in şerawestina ligel hikumeta Şamê hatiye kirin pêk bînin û li hemberî hêzên me tu êrîş tune bin, emê jî nekevin nava tevgereke leşkerî. Her wiha em eşkere dikin ku ji bo hewldanên siyasî, muzakereyên bo çareseriyê û bi cih anîna peymana 18'ê Rêbendanê em amade ne. Ev yek jî piştgiriya sekanî û îstîkrarê dike."
Li aliyê din Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê got ku wan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemû eniyan ji bo 4 rojan biryara şerawestinê daye. Şerawestin vê êvarê saet 20.00'an de dest pê dike.
Di vê hefteyekê de çend caran bi vî awayî şerawestin hatibû ragihandin, lê her carê çênebû.

*
HSD JI KAMPA HOLÊ VEDIKIŞE
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ragihand ku ji ber zêdebûna gefan û têkçûna hevpeymaniya navneteweyî, biryar da ku xwe ji Kampa Holê vekişîne.
HSD di daxuyaniyek nivîskî de got, “Ji ber bêxemiya navneteweyî ya li hember pirsgirêka rêxistina terorîst a DAIŞ'ê û têkçûna civaka navneteweyî di bicihanîna berpirsiyariyên xwe de. di çareserkirina vê pirsgirêka cidî de, hêzên me neçar man ku ji Kampa El-Holê vekişin û li dora bajarên Bakur-Rojhilatê Sûrî, ku bi xetere û gefên zêde re rû bi rû ne, ji nû ve bi cih bibin.”
*
TALEBANÎ: EM VÊ ÊRÎŞA LI SER KURDAN ŞERMEZAR DIKIN
Serokê YNK'ê Bafil Talebanî li ser X'ê peyamek belav kir û got, "Erîşa li ser rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin û divê cih de bê rawestandin. Em vê êrîşa wehşî ya li ser kurdan bi tundî şermezar dikin. Wê gelê kurd li hemberî vê bêdeng nesekine û wê ji bîr neke. Di şerê li hemberî DAIŞ'ê de bi hezaran ciwanên Rojava canê xwe dan, wan dinya parast û berdêl dan. Ew hurmet û parastinê heq dikin. Ez bang li Neteweyên Yekbûyî û DYA'yê dikim; sivîlan biparêzin, teredut nekin û bi berpirsiyarî tevbigerin."
*
ŞÊXÊ DURZIYAN PIŞTGIRÎ DA ROJAVA
Ji durziyan, yek ji berxwedêr û şêxê wan Merwan Kîwan peyamek belav kir û got, "Îro li ser lêgerîna azadiyê vîn dibin yek. Kî li cem Rojava bisekine, ev yek tê wê maneyê ku ew bi rûmeta xwe li dijî DAIŞ'ê sekiniye. Berxwedan yek e, qedera me yek e."
*

LI EWROPAYÊ ÇALAKÎ DIDOMIN
Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojava didomin.
NANTES
Kurd û dostên kurdan îro li Nantesa Fransayê ji Qada Place du Commerce heta Place Royale meşiyan.
BOCHUM Û SAARBRUCKEN
Li Bochum û li Saarbrucken a ALmanyayê ji bo Rojava çalakî hatin li dar xistin.
*

OZEL: EM BANGA PARASTINA BIRATÎ Û AŞTIYÊ DIKIN
Serokê CHP'ê Ozgur Ozel îro di civîna koma xwe ya li parlemenê de li ser Rojava jî axivî. Va ne hin gotinên Ozel:
- Ji bo kurd û elewiyên li Sûriyeyê ku xizmên me ne em xesas in û di nav metirsiyê de ne. Em dixwazin li Sûriyeyê peymana li hevkirinê bê cih. Em bang li her kesî dikin ne ku şer geş bikin, aştî û biratiyê biparêzin.
- Bi xemgînî em dibînin çapemeniya desthilatdariyê û troll li dû operasyonê ne, gotinên kurdan dişkînin, yan biçûk dixin û bi rûmeta wan dilîzin, bikar tînin. Em van gotinên êrîşkar hemûyan red dikin. Bi aqil bin, ne birayên me yên kurd ên li Tirkiyeyê ne jî xizmên wan ên li Sûriyeyê neêşînin.
*

KOMEK DIN CIWANÊN BAŞÛR GIHÎŞT ROJAVA
Ji duh de gelek kes ji Başûr derbasî Rojava bûn. Îro ji ciwanan komek din ji Deriyê Pêşxabûr-Sêmalkayê derbasî Rojava bûn.
Ciwanan diruşma “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan” û “Rojava rûmeta me ye” bilind kirin.
*
HEVSEROKÊN DEM PARTÎ LI SER SÎNOR AXIVÎN
Linka nûçeyê.
..
*
GELEK CIWANAN SÎNIR ŞIKAND Û ÇÛN ROJAVA
Îro bi sedan ciwanên Bakur sînorê navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hilweşandin û derbasî aliyê Rojava bûn.
*
HEVSEROKÊN DEM PARTÎ SAET 1'Ê DE LI BER SÎNOR IN
DEM Partî duh eşkere kiribû ku dê Civîna Komê ya Meclisê îro ne li Meclisa Tirkiyeyê li ser sînor li dar bixe. Vê sibê jî eşkere kir ku sate 13'yan de ew li Nisêbînê ne.
Li Tirkiyeyê partiyên siyasî yên komên wan li Meclisa Tirkiyeyê hene her sêşemê li Meclisê civînê lidar dixin.
*

SERFERMANDARÊ ARTÊŞA NETEWEYÎ XWEST HERIN ROJAVA
Fermandarê Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê Hisên Yazdanpana li ser hesabê xwe ya X'yê bi peyamekê piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Yazdanpana di peyama xwe de got ku ev êrîş dişibe êrîşa kewçêra (cotmeha) 2017'an ya li ser Başûr û wisa dom kir, "Rojava rûbirûyî metirsiya êrîş û qirkirinê ye. Şam hewl dide hêrsa têkçûn û jidestdayîna rûberên berfireh ji xaka Sûriyeyê bo Îsraîlê li ser Kurdan birijîne û hewl dide rûmeta xwe ya ji dest daye bi xwînrijandina Kurdan vegerîne." Yazdanpana nûnerê DYA'yê Tom Barrack şermezar kiriye û peyama xwe wisa dawî kiriye, "Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê biryar da ku beşdarî vê bar û erka neteweyî bibe. Fermandariya Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê dê tavilê bi coş û bê dudilî bi eniyên peywendîdar re diyalogê bike da ku rêbazên derbasbûnê nîqaş bike û xwe bigihîne xetên parastê yên li Rojavayê welêt." (Channal8)
*
GELÊ BAKUR Û BAŞÛR LI SER PIYA BÛ
Duh êvarê de Bakur li gelek bajaran gel ji bo Rojava li ser piya bû. Li Nisêbînê gel zor li deriyê sînor kir ku derbasî Rojava biben.
Li Başûr jî li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Akrê, Kerkûk gelek cihên din gel li qadan bû.
Li Hewlêrê gel li ber Balyozxaneya DYA'yê hat ba hev. Hin ketin hundir.
*

ŞAMÎ: 1500 DAIŞÎ HATIN BERDAN
Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Ferhad Şamî diyar kir ku li ser Hesekê û Kobaniyê şerekî giran heye. Her wiha Şamî got, hêzên çekdar ên Sûrî li herêma Şedadê girtîgeh kontrol kirine û got, "Tenê li girtîgeha Şedadê 1,500 çekdarên DAIŞ'ê hatine berdan. Niha em li dijî wan şer dikin."
*

EFRÎN: ŞARA XWEST EM KOBANÎ Û HESEKÊ TESLÎMÊ WÎ BIKIN
Serfermandara YPJ'e Rojhilat Efrîn ku ew jî ligel Mazlum Abdi beşdarî hevdîtina ligel Ehmed El Şara bûbû got, "Ji me re gotin Hesekê û Kobanî di cih de vala bikin, çekan deydin û yek bi yek beşdarî artêşê bibin. Xwestin di cih de vê bikin. Diyar e ji berê de plan kiribûn. Me ev teslimiyet qebûl nekir." (Rûdaw)
*

HEMÛ RÊVEBERÊN ROJAVA ÇEK HILDAN
Di çarçoveya seferberiyê de Serfermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî, Hevserokên PYD'ê Xerîb Hiso û Perwîn Yûsiv, Endama Konseya Rêveberî ya PYD'ê Foza Yûsif jî tê de rêveberên Rêveberiya Xweser a Rojava çek hildan û daketin qadan.
*

Hikumeta Şamê bi Enfalê dijî kurdan dest bi şer kir
Wezareta Sûriyeyê bi daxuyaniyeke fermî ji hemû meleyan xwest li mizgeftan diayan bikin.

Wezaretê xwest di xwendina nimêja "Qinût" ku di her pênc nimêjên ferz de li seranserê welat bê kirin û ew  ji bo serkeftin û piştgirîkirina leşkerên Artêşa Erebî ya Sûriyeyê diayan bikin. Ev yek piştî êrîşên li dijî kurdan hat belavkirin u wekî enfala Sedam Huseyîn a li dijî kurdên Başûr kiribû.

Parve Bike

Youtube Me

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Ji Îrfan Amîda vê carê pirtûka çîrokan 'Dînolog' hat

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news

Pêşbaziya Çîrokan li benda berheman e#shortsvideo #shortsviral #shortsvideos

news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

news

diyarname podcast festival#shortsfeed #shortsvideos #diyarname#shortsviral

news

'Çand li ser mekan ava dibe' Ji festîvala çand û hunerê a Tetwanê #diyarname#shortsfeed#shortstory

news

diyarname podcast festival #diyarname#shortsfeed #shortstory #shortsfestival #shortsyoutube

news

diyarname# #diyarname#festival# #podcast#shortsfeed #shortsviral #shortvideo #3deqe #deng

news

Huner, hunermend û Hozan Dîno

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 15 08 2026

Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye

news
  • 13 08 2026

Nivîskar Husên Arif mir

news
  • 12 08 2026

Hunermend Nûarîn hat berdan

news
  • 11 08 2026

Zagon li Meclisê bi 467 dengan hat qebûlkirin

news
  • 10 08 2026

Koma pêşî: 410 malbat vegeriyan Serêkaniyê

news
  • 10 08 2026

Stranbêj Salih Amêdî mir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Festîvala Şanoyê li benda lîstikan e

ad

Ji bo vê hefteyê: 'Okul Traşi', 'Memory', 'Synchronic'

ad

'Trajediya Evîndara' derket

ad

Cêwî jî beşdarî Festîvala Cannesê bûn

ad

Ji NÇM'ê gavek nû: Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî

ad

TZP-Kurdî xwest dibistan bêne boykotkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

  • 16 08 2026
news

Ji bo xurtkirina kurmanciyê "Peyvdank" li benda we ye

  • 15 08 2026
news

Niha lîderê Lîga Super Amedspor e

  • 16 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname