___Ayşegul KIZILKAYA___
Bajêr xem û xişma xwe, bi hilma reş û gewr a ku ji kavilan difure ve şanî dinyayê dida. Li kuçe û kolanan bêhna kevirên kizirî dihat. Ne dar û ber, hesin û beton dişewitîn, hilbûx ji axê radibû.
Agirê ku her tiştî dişewitand li dorhêla welatê me bibû sir û seqem... Zarok li ber sînga dêyên xwe diqerisîn. Di wê sir û seqeme de dêyên ku termê zarên xwe bi paçan ve dipêçan, dixerbiliyan ser qeşayê. Dilên wan ku dihat qelaştin ve porên xwe diruçikandin. Bi girî û qîrin dengê hawar û nifirên dayikan ji dinyayê çû lê dinya ker û lal bûbû, her kesî xwe mit kiribû. Dêyan got; "Ev dinyaya ku zarên me qerisandin, dê di serê we de hilweşe û tu kesî re nemîne înşelah."
Keçên me ên eylo û xortên me ên teyrên baz, bi hêsir rijandinê ve xwe dan pişt sîperan. Ewil, qumriyên ku hêlînên xwe li keleka paceyan, li şaneşînan, li serbaniyan çêkirîbûn hatin kuştin. Xwîn bi perên kevokan ket. Ev dinyaya ku zarên me mehkumî taldeyên saw û mirinê kirine, ev yek ji bîr kiribûn ku, di wan taldeyan de zarokên dilwêrek û zîrek lê di dawiya dawî de zarokên qasî bihostekê lê diljixwemezintir mezin dibin û gazî dinyayê dikirin; "Hûn ê me bikujin jî werin bikujin, hûn ê nekujîn jî me rihet bihêlin, nekujin. Em nikarine pariyek nên bixwin û nikarin xew bikevin."
Helbet berî her kesî ew hatin. Di vê dinyaya hov û wahş de berî her kesî ew ên ku hebûna xwe bi mijokiyê didominîn, qarqarok û sîsark li cendekên kevokan civiyan. Goştê bi xwîn xenimê canê xwe kirin.
Dilê wan ranegirt; çûkên ku, ew jî niştecîhên welêt, nazdarên vê axê bûn wan çûçîkên hanê bi xem û xişim, bi tevgerên ji dorhêla xwe gilover li asîman difiriyan. Ma çi bikin, kîjan xweliyê li serê xwe bikin? Tu dar û gulî, şitil û çiqil nemabûn ku li ser bilîsin, bi dengnermî biçîwçîwin. Xwîn bi perikên wan jî ketibû. Pûrtên bi xwîn, bi hêrs, termên piçûçik ku li ber seqemê qerisîn weşandin li wijdana dinyaya qeşagirtî. Lê belê wan jî bi serê hevalên xwe ên ku rih jê kişiyan, zarên ku germbûna sînga dayikên wan têrê nekir, sond xwarin;
Bi serê kulîlk û bedewên me be,
Destên we ên qirêj û wahş ku li delalên me geriyan, destên we ên tecawizkar, destên we ên ku keçên me defandin û avêtin xwarê,
Bi xezeba axa xwe,
Bi xezeba refên xwe,
Bi xezeba jin û keçên xwe,
Bi xezeba xort û lawên xwe
Bi xezeba zar û pitikên xwe
Em ê bişekînin
Em ê tang û topên wê
tar û mar bikin,
Em ê rihên wê ên wahş û genî bikizirînin,
Em ê we li ser sêla sincirî bisojîjin -ev e bihûşta we-
TEYRÊN BAZ Û EYLOYÊN
me hene...
***
Nivîsên Ayşegul Kizilkaya yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Sartre û Beauvoir, Rizgan û Besna
- 603 kevirên çargoşe û obsesîfek
- Nixumandina Perdeyan
- 'Payîz an jî Ziyab'
Parve Bike