__Brahîmê Alûcî___
Di jiyana civaka me ya kurdî de, têgîna bêçaretiya fêrbûyî (learned helplessness) wekî şîroveyeke kûr a derûnkolînerî (psychoanalysis) dikare gelek taybetmendiyên me yên civakî, siyasî û çandî ron bike. Ev têgîn ku Martin Seligman pêşkêş kiriye, di rewşa me ya dîrokî de wekî awayeke fêrbûna hevbeş (kolektif) a bêhêzbûnê xwe nîşanî me dide.
Gava em li mêjûya me kurdan dinêrin, em dibînin ku nifşa me bi sedsalan di bin zilmê, qedexeyan û înkaran de jiyana xwe berdewam kiriye. Her çiqasî hêz û şiyana rizgariya xwe hebûye jî piştî her şerî, her serhildanê û her hewldana azadiyê, bi şikestin û bêdengiya nû re rû bi rû maye. Ev dubarebûna şikestinê di bîr, hiş û aqilê hevbeş ê gelê me de şopa xwe hiştiye û baweriyeke kûr a bêhêzbûnê ava kiriye.
Wekî çêlika eylo ku di navbera çêlikên mirîşkan de mezin dibe û ji xwe re dibêje "ez nikarim bifirim", gelek ji me jî piştî ku di bin asîmîlasyonê, înkarê û dagirkeriyê de mezin bûne, xwe bi sînorên ku ji me re hatine çêkirin ve girê dane. Zimanê me yê dayikî qedexe kirin, lê me bi dengekî bilind negot; "em ê bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsînin". Çanda me winda kirin, ji xwe re birin, talan kirin, lê me xwe bi vê radest nekir lê em bi serbilindî li çanda xwe jî xwedî derneketin û gelekan ji me dan ser rêya wan. Welatê me di nav xwe de parve kirin, lê me ji xwe bawer nekir ku em dikarin bibin yek.
Di derûnkolîneriyê de, ev rewş wekî mekanîzmayeke berevaniyê (defense mechanism) tê dîtin ku xwebûnê ango eziyê (ego) ji êşa domdar diparêze. Lê ev berevanî bi xwe bûye zincîreke ku me girê daye. Mîna hesp û fîlên ku bi benikên zirav ve girêdayî ne lê wisa bawer dikin ku hîn jî bi zincîrên stûr ve qeyd û bendkirîne, em jî her çiqasî derfetên azadiyê li ber destê me derkevin jî, em ji xwe ditirsin ku hewl bidin. Tirsa şikestinê, tirsa zirar dîtinê, tirsa winda kirinê ew qasî mezin bûye ku me ji hewl û ceribandinê jî dûr xistiye.
Di nava civaka kurdî de, ev bêçaretiya fêrbûyî di gelek warên jiyanê de xwe nîşanî me dide. Di warê siyasî de, piştî ku me gelek caran bi partiyên cihêreng bawer kir û êdî em bawer nakin ku tiştek dê vebiguhere, loma mirov xwe ji siyasetê dûr dixe. Di warê aborî de, piştî ku me dît hewldanên wê tu encamê nade me, me dev ji pêşkeftinê berda û me xwe bi destê rewşa xwe ya bêçaretiyê berda. Di warê perwerdehiyê de, piştî ku zarokên me di dibistanan de bi zimanê serdestan bûn qurbanê înkarê, êdî em û zarok wisa bawer dikin ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ne gengaz û mimkûn e û em hêdî hêdî dev ji xewna wê berdidin.
Lê derûnkolîneriya nûjen (modern psychoanalysis) nîşanî me dide ku ev rewş ne tenê rewşeke bê-dadî û ne-heqiyê ye. Di binê vê bêçaretiyê de, derhişiya hevbeş (collective unconscious) ên trawmayên dîrok û mêjûyî veşartî ne. Her qetlîam, her tecrîd, her înkar di nifşê me de wekî bîra trawmatîk (traumatic memory) cih girtiye û vê bîr û bîranînê kirinê me bi guherandinê tepisandiye û asteng kiriye. Ev trawmaya hevbeş (collective trauma) ji nifşekî bo nifşekî din derbas dibe û zarok berî ku tiştekî bijîn, ev hesta bêhêzbûnê ji dê û bavên xwe fêr dibin.
Seligman dibêje ku mirov dikare "xweşbîniya fêrbûyî" (learned optimism) pêk bîne. Ji bo gelê kurd jî rêya derkeftinê di bilindkirina hişmendiya (consciousness raising) vê rewşê de ye. Divê em fêm bikin ku sînorên ku em ji xwe re dibînin, ne sînorên rastîn in, sînorên derewîn in ku di bîr, hiş û mêjiya me de hatine çêkirin. Divê em bibînin ku zincîrên stûr êdî tune ne û ku tenê bi benikên xapînok em girê dane.
Vegera ser hişmendiya hevbeş (collective consciousness), parastina zimanê dayikî, tepisandina çandê bo nifşên nû, pêkhevegirêdana civakî û siyasî, hemû ev dikarin bibin şiyan û hêzên ku me ji vê çerx û çemberê derkeve. Lê ya girîngtir ji van hemûyan, divê em baweriya xwe bi hêz û şiyana xwe bînin û li ser koka xwe li hebûna xwe vegerînin. Divê em fêr bibin ku em ne çêlikên mirîşkan in, em baz û eyloyên azad in û dikarin bifirin.
Di dawiyê de, têgîna bêçaretiya fêrbûyî derbarê rewşa me kurdan de ne tenê teşhîseke (diagnosis) derûnî ye, di heman demê de bang li rêxistinkirina derûna hevbeş (collective psyche) dike. Ger em bixwazin ji vê rewşê derkevin, divê em dest bi berzkirina (sublimation) trawmayên xwe bikin û wan vebiguherînin ji hêzeke tepisandinê ber bi hêzeke veguhêr (transformative power). Divê em ji bîranînên êşdar derkevin û li siberoja ku em dikarin ava bikin binêrin. Divê em fêr bibin ku çawa bibin xwediyê hebûn, xwebûn û jiyana xwe, welatê xwe û siberoja xwe. Lewre çirûska azadiyê ne di derveyî me de ye, di hundirê me de ye, di baweriya me de ye û em tenê bi hêza xwe dikarin xwebûna xwe veguherînin.
Bêçaretiya fêrbûyî û tepisandina trawmayê di civaka kurdî de
Gava em ji perspektîfa derûnkolîneriyê dinêrin, em dibînin ku bêçaretiya fêrbûyî di civaka kurdî de ne tenê di astê takekesane de, di asta malbatî, civakî û neteweyî de jî xwe nîşanî me dide. Ev rewş wekî sendromeke girêkî (complex syndrome) ye ku bandorê li hemû qatên jiyana me kiriye.
Di warê malbatê de, dê û bav piştî ku bi sedsalan di bin dagirkeriyê de jiyane, trawmayên xwe yên ne-çareserkirî (unresolved trauma) bêxeber veguhezînin zarokên xwe. Zarok berî ku derbasî jiyanê bibin, di rehma (womb) dayika xwe de hestên dilşewitîna, tirsê û bêewlehiyê hîs dikin. Piştî ku têne dinyayê, di nav malbateke ku ji înkar, asîmîlasyon û zilmê bêzar bûye de mezin dibin. Ev zarok fêrî tirsê dibin, berî ku fêrî wêrekiyê bibin, fêrî bêdengiyê dibin, berî ku fêrî axaftinê bibin, fêrî veşartinê dibin, berî ku fêrî xuyankirina xwebûna xwe bibin.
Mekanîzma înkara navxweyî (internal denial) di malbatên kurdî de wekî stratejiyeke jiyanê hatiye pejirandin. Dê û bav ji zarokên xwe re dibêjin "bi kurdî neaxivin, dê problem derkevin", "li ser Kurdistanê neaxifin, dê te bigirin", "xwe wekî wan bikin, dê hûnê wê demê bigihîjin". Ev gotinên ku di rûpelê yekem de wekî tendirustî û aqilmendiyê xuya dibin, di rastiyê de tepisandina bêçaretiya fêrbûyî ye ji nifşekî bo nifşekî din. Ev proses di derûnkolîneriyê de wekî navxweyîkirina (introjection) trawmatîk tê nasîn ku tê de zarok bêyî ku fêm bike an jî rexne bike, hemû tirs û sînorên dêûbavên xwe vedihewîne hundirê xwe – navxweyî dike.
Di nav civaka me de, têgîna aqilmendî û feraset (wisdom) bi awayekî nerêk û paradoksî bi bêçaretiyê ve hatiye girêdan. Kesê "aqilmend" ew e ku serê xwe ne-êşîne ku nekeve karê xeternak ku bi rewşa xwe razî be ku dev ji xewnên mezin berde. Ev nêrîn di rastiyê de normalîzekirina bêçaretiyê ye. Civak kesên ku hewl didin tiştekî biguherînin ku li dijî sîstemê disekinin ku ji bo mafên xwe dixebitin, wekî "şaş", "xeternak" an jî "bêaqil" dinirxînin. Ev mekanîzma tepisandina civakî (social repression) ye û dibe ku kesên ku hîn jî baweriya wan bi guherandinê heye, bêdeng bike û wan biguhezîne rêza bêçaretiyan.
Di warê perwerdehiyê de, înkara zimanê dayikî wekî trawmayeke kûr di hişê zarokên kurdan de şop û dewsa xwe hiştiye. Zarok ku di malê de bi zimanekî dijî, di dibistanê de bi zimanekî din dijî, di nava xwe de şeqameke û derizandineke (split) kûr hîs dike. Ev derz û şeqam ne tenê derz û şeqama zimanî ye, derz û şeqama nasnameya (identity) wî/ê ye. Zarok nikare fêm bike ka ew kî ye, zimanê wî yê rastîn kîjan e, civaka wî ya rastîn kîjan e. Ev rewşa şîzofrênîk (schizophrenic) a çandî ye, dibe sedema ku zarok ne bi temamî kurd be, ne jî bi temamî biyanî be. Di navbera her du dinyayan de dimîne û nikare bi hêsanî nasnameya xwe bipejirîne.
Lê ev înkar tenê di astê zimanî de namîne. Mêj, dîrok, çand, erdnîgarî, rastiya siyasî û hwd hemû hatine înkarkirin. Di dibistanan de zarokên kurd fêrî dîroka biyanî (serdestan) dibin, di nexşeyan de welatê xwe nabînin, di pirtûkan de navê xwe yê neteweyî naxwînin. Ev înkara sîstematîk (systematic denial) di hundirê zarokan de hesta "ez tune me" (non-existence) pêk tîne. Zarok dest pê dike ku bipirse "ka ‘ez’iya wî/wê bi rastî heye? Ka dê û bavê min bi rastî hene? Ka zimanê me, welatê me, çanda me, dîroka me bi rastî hene?" Ev pirsên hebûnî (existential questions) di hiş û aqilê zarokekî de dikarin bibin sedema krîzeke derûnî ya kûr û zûr.
Di warê siyasî de, bêçaretiya fêrbûyî xwe wekî xemsariya siyasî (political apathy) nîşanî me dide. Piştî ku bi dehan serhildan hatin têkbirin, bi dehan rêber hatin kuştin, bi dehan partî hatin qedexekirin, mirov êdî bawer nake ku dê tiştek biguhere. Ev bê-bawerî dibe sedema ku mirov dev ji tevgera siyasî berde û xwe bi rewşa xwe ya heyî radest bike. Lê ev radestbûn di rastiyê de mekanîzma berevaniyê (defense mechanism) ye ku eziyê (xwebûn) ji êşa domdar diparêze. Mirov ji xwe re dibêje "hewldana min bêfêde ye, ez ê bi ser nekevim, ger ez bi ser nekevim, ez ê êşê bikşînim, a baş ez rûnêm li cihê xwe". Ev mantiq (logic) di rûpela yekem de rast xuya dibe, lê di encamê de mirov ji jiyanê, ji azadiyê û ji hiqûqên xwe yên seretayî dûr dixe.
Rewşa jinên kurd di vê çarçoveyê de hê jî trajîktir e. Jin di civaka kurdî de di bin du înkaran de dimîne: înkara wekî kurd û înkara wekî jina kurd. Ew hem ji aliyê dewleta dagirker ve tê înkarkirin, hem jî ji aliyê civaka xwe ya patriyarkî ve. Jin di bin vê duhêlaniya de fêrî bêçaretiyeke hê jî kûrtir dibe. Ew fêr dibe ku ne tenê nikare li dijî dewletê bisekine, nikare jî li dijî dêûbavê xwe, li dijî birê xwe, li dijî jiyana xwe bisekine. Ev rewş dibe sedema ku jin her baweriya xwe ji hêza xwe ji dest bide û xwe bi qedera ku ji wê re hatiye nivîsandin radest bike.
Lê di derûnkolîneriya modern de, em dizanin ku her înkar, her tepisandin (repression), her bêçaretî di hundirê xwe de hê jî hêz û şiyana berxwedanê vedişêre. Freud dibêje ku her çi ku tê tepisandin, careke din li xwediyê xwe vedigere. Ev vegerîna tepisandî (return of the repressed) di jiyana kurdan de jî xwe nîşanî me dide. Her çiqasî em hewl bidin ku xwe ji nasnameya xwe, ji zimanê xwe, ji çanda xwe dûr bikevin/bixin jî ew di hundir de dimînin û bang li me dikin. Ev bang di xewnan de, di lapsên zimanî de, di hestên xwe yên kûr ên hêrs û xemgîniyê de xuya dibe.
Trawmaya hevbeş a gelê kurd ne tenê êş û kul e, di heman demê de çavkaniya hêz û şiyana me ye jî. Bîra hemû wan kesan e ku ji bo azadiya me şehîd bûn, bîra hemû wan kesan e ku di zindanan de man, bîra hemû wan kesan e ku bi zimanê xwe axifîn û nedan, ev bîr dikarin bibin han û motîvasyona me ya ji bo berdewamkirinê. Lê divê em van bîr û bîranînan ji trawmayê veguhezînin ber bi azadî û serbestbûnê (emancipation), ji êşê veguhezînin hêzê, ji bêçaretiyê veguhezînin xweşbîniyê.
Rêya derkeftinê ji bêçaretiya fêrbûyî di derûnkolîneriyê de bi awayeke girêkî û paradoksî derbas dibe: divê mirov berî her tiştî bipejirîne ku ew di rewşeke bêçaretiyê de ye. Ev pejirandin ne radestbûn e, hişmendiya xwebûnê ye. Gava mirov fêm bike ka çawa hatiye vê derê, kîjan mekanîzmayên derûnî wî ber bi vir anîne, çawa ev bêçaretî di hundirê wî de hatiye avakirin, wê wextê dikare dest bi şikanandina wê bike.
Encam
Bêçaretiya fêrbûyî di rewşa kurd û Kurdistanê de ne tenê têgîneke derûnnasiyê ye, di heman demê de rastî û realîteya jiyaneke hevbeş e ku bi sedsalan hatiye avakirin û di hemû qatên civaka me de xwe nîşanî me dide. Ji perspektîfa derûnkolîneriyê ve, em dibînin ku trawmaya dîrokî û mêjûyî, înkara sîstematîk û asîmîlasyona domdar a di derhişiya hevbeş ê gelê me de dews û şopên kûr hiştine û baweriyeke kûr a bêhêzbûnê ava kirine.
Ev bêçaretî ne rewşeke xwezayî ye, fêrbûyî ye. Mîna ku Seligman nîşan daye, mirov piştî ku gelek caran di rewşeke xeternak de bi ser nekeve, fêr dibe ku hêza wî/wê tune ye û her çiqasî derfetên nû derkevin jî xwe bêçare dibîne/hest dike. Di rewşa gelê kurd de, ev dubarebûna şikestinan, înkaran û qetlîaman di mêj de bûye sedema ku em wisa bawer bikin ku hêza hevbeş winda bibe û civak xwe bi bend û sînorên derewîn ve girê bide.
Lê wekî ku Freud û derûnkolînerên din nîşan dane, her tepisandin careke din li xwebûna xwe vedigere û her trawma di hundirê xwe de hêz û şiyana şiyarkirinê vedişêre. Rêya derkeftinê ji vê rewşê bi hişmendiya hevbeş derbas dibe. Divê em wekî gel fêm bikin ku rewşa me ya îro ne qedera me ye, encama mekanîzmayên derûnî, civakî û siyasî yên dîrokî ye ku dikarin werin veguhertin.
Tepisandina ji bêçaretiya fêrbûyî bo xweşbîniya fêrbûyî ji bo gelê kurd hewcedariya parastina zimanê dayikê, vegerîna ser nasnameya xwe ya rastîn, avakirina strûktûra civakî û perwerdehiyê ya bi zimanê xwe û parastina bîr û bîranîna hevbeş heye. Lê ya girîngtir ji van hemûyan, hewcedariya vegerandina baweriya bi hêz û şiyana hevbeş heye. Divê em fêr bibin ku em ne çêlikên mirîşkan in ku nikarin bifirin, em baz û eyloyên azad in ku hêza firînê di me de heye.
Di encamê de, têgîna bêçaretiya fêrbûyî derbarê rewşa Kurdistanê de hem teşxîseke derûnkolînerî ye, hem jî rêyek e ji bo fêmkirina mekanîzmayên ku civaka me di bin wan de dijî. Ger em azadiyê bixwazin, divê em berî her tiştî azadiya derûnî bi dest xwe bixin, zincîrên ku di hişê me de ne bişkînin û bipejirînin ku hêz û şiyana guherandina jiyana xwe, civaka xwe û welatê xwe di destên me de ye. Ev ne xewnek e, rewşeke gengaz û mimkun e ku bi zanîn, bi agahdarî, bi rêxistinbûnê û bi baweriya hevbeş dikare were pêkanîn.
Çavkanî
• Seligman, M. E. P. (1991). "Learned Optimism: How to Change Your Mind and Your Life"
• Freud, S. (1923). "The Ego and the Id"
• Jung, C. G. (1936). "The Concept of the Collective Unconscious"
Termên Sereke
Bêçaretiya Fêrbûyî (Learned Helplessness) Rewşeke derûnî ye ku tê de mirov piştî ceribandinên neyînî yên dubare fêr dibe ku hêza wî/wê tune ye û herçiqasî derfetên nû derkevin jî xwe bêçare dibîne û hewl nade.
Derûnkolînerî (Psychoanalysis) Teorî û metodeke tedawiya derûnî ye ku Sigmund Freud ava kiriye ku tê de mekanîzmayên derhişiya mirovî, tepisandinên derûnî û bandora ceribandinên zaroktiyê li jiyana mirovî tên lêkolînkirin.
Trawmaya Hevbeş (Collective Trauma) Êş û xerabiya derûnî ye ku ne tenê li takakesan dide lê hemû civakekê, komeke etnikî yan jî neteweyekê bandor dike û di bîranîna hevbeş de cih digire.
Derhişiya Hevbeş (Collective Unconscious) Têgîneke Carl Jung e ku tê de hestên, bîranînên û arketîpên hevpar ên hemû kesên komeke civakî yan jî neteweyekê di nav de ne û ji nifşekê bo nifşeke din derbas dibin.
Tepisandin (Repression) Mekanîzmayeke berevaniya derhişiyê ye ku tê de mirov bîranînên êşdar, hestên neyînî yan jî xwestekên ku nikare wan bipejirîne vedişêre hundirê nav û der-hişê xwe.
Vegerîna Tepisandî (Return of the Repressed) Têgîneke Freud e ku tê de tişt û hestên ku hatine tepisandin piştî demekê bi awayên cuda (xewn, lapsên zimanî, nîşaneyên derûnî) careke din derdikevin holê.
Mekanîzmayên Berevaniyê (Defense Mechanisms) Stratejiyên derhişiyê nin ku ezî (xwebûn) wan bi kar tîne ji bo ku xwe ji êş, dilşewitandin yan jî nakokiyan (conflict) biparêze.
Navxweyîkirina Trawmatîk (Traumatic Introjection) Proseya bêxeber a vedixistina bawerî, tirs û sînorên derveyî hundirê eziyê, nemaze gava ev vedixistin ji ceribandinên trawmatîk derbas dibe.
Derz û Şeqama Nasnameyê (Identity Split) Rewşa ku tê de mirov nikare nasnameya xwe ya yekgirtî bipejirîne û di navbera du nasname yan jî zêdetir de parve dibe.
Tepisandina civakî (Social Repression) Mekanîzma ku civak bi rêya norman, qanûnan û aborê bêxeber kesên xwe kontrolî dike, wan vedişêre rewşên cuda û wan ji hestan û xwestekên xwe yên rastîn dûr dixe.
Normalîzekirina Trawmayê (Trauma Normalization) Proseya ku tê de êş, zilm yan jî rewşên nebaş wekî tiştek asayî, normal yan jî bêçare têne dîtin û mirov dev ji berxwedanê berdide.
Trawmaya Nifşguhêzî (Intergenerational Trauma) Tepisandina bandorên trawmayê ji nifşekê bo nifşeke din, bi awayê ku zarok piştî ku trawmayê rasterast nejîne jî hestên êş, tirs û bêçaretiya dê û bavên xwe bi mîras digirin.
Xemsariya Siyasî (Political Apathy) Bêhevî, bêewlehî û bêbawerî derbarê siyasetê de ku tê de mirov bawer nake ku dikare bandor li desthilatê bike an jî tiştekî biguherîne.
Berzkirin (Sublimation) Mekanîzmayeke berevaniya erênî ye ku tê de mirov hêzên xwe yên neyînî, êş yan jî trawmayê diguherîne tiştekî ava, hunerî yan jî civakî yê bi nirx.
Bilindkirina Hişmendiyê (Consciousness Raising) Proseya ku tê de mirov yan jî civak dest bi fêmkirina rewşa xwe ya rastîn, sedemên wê û rêyên derkeftinê dike û ji tepisandinê derdikeve.
***
Nivîsên Brahîmê Alûcî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Naskirina êşa bindestan; Dahûrîneke derûncivakî ya têkiliyên serdest-bindestan e
- Nirxandina Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Komkujiya Robozkî
3- Rêyek ji rûpoş û maskeyên kolonyal ber bi nasnameya resen ve
2- Ji laşê Xwezayî heta Laşê Kolonîzekirî (rêze beşa 2'yan)
1- Dahûrîna Derûnkolînerî (Psychoanalysis) ya Frantz Fanon bi Neynika Kurdî (rêze beşa 1'ê)
- Lêborîn û bexşandin; travma û derûnterapî
- Lêborîn û Bexşandin; Bi nêrîneke derûnkolînerî û civakî
- Vegera Yê Tepisandî Û Mekanîzmayên Bergiriyê
- Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan
- Hişê Çêkirî (Artificial Intelligence) û pirsên herî zêde tên pirsîn
- Şerê Derûnî (Psychological Warfare)
- Çawa çîrok dibin bawerî?
- Hêza nerm û hêza hişk, du rêbazên siyaseta navneteweyî