Diyarname
Lijneya Dîsîplînê ya Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê ji ber "honandina por" bi îdîaya "propagandaya îdeolojîk" kiriye 802 hezar TL cezayê pereyan li Amedsporê birî. Serokê klûbê Nahit Eren jî bi 15 rojan mehrûmbûna mafê çûyîna stadê ceza lê birîn.
Amedspor li Tirkiyeyê di Lîga 1'emîn de dilîze. Lijneyê bi gotina "ji ber kirinên ku zirarê didin fûtbol û îtîbara wê û propagandaya îdeolojîk" ceza li Amedsporê biriye.