___Yaşar Eroglu___
Ji bo nîqaşên di dorhêla ‘Rêbera Rastnivîsînê’ yên nêzî çar-pênc salan e dewam dikin de bigihîjine encamekî û rastnivîseke teqez pêk bê komîsyonek hat avakirin. Di komîsyonê de Weqfa Mezopotamyayê û saziyên bi ziman, wêje û çandê re eleqedar cih girtin. Wisa dixuye ku xebat hatiye encamkirin.
Komîsyon çawa ava bû?
Serê pêşîn avakirina van komîsyonan şaş û problematîk e, her der û dorên ziman re eleqedar in hembêz nekirine. Binêrin di nav çar-pênc salan de çiqas rexne û nirxandin derketin pêş. Xwediyê van rexneyan venexwendine, ev damezirandin bi heman awayê Komxebeta Weqfê ya berê hatiye lidarxistin. Gelo qîmeta nirxandin û rexneyên kesekî/ê tune bû? Ji bilî rayedar û erkdarên saziyan gotineke kesên din tune bû gelo? Ev rewş qurebûn û fetîşîzma saziyan dihewîne. Îradeya ku ev komîsyon ava kiriye hewce ye meriv berî her tiştî wê rexne bike. Ev şaşiyeke mezin e, divê neketa vê kêmasiyê. Hûn pirsgirêk û awayê rêkûpêkkirina zimanê zaravayekî nîqaş dikin lê berteng û lokal tevdigerin; ev nayê qebûlkirin, divê ew qas sivik û ji rêzê neyê pêşwazîkirin.
Li ser vê mijarê heta niha herî kêm panzdeh, bi giştî li ser pirsgirêkên ziman derdora sî gotarên min di rojname, kovar û malperan de derketine, hene û gelek erkdarên vê xebatê bixwe jî xwendine û haya wan ji nêz ve jê heye. Rexne û nirxandinan hewceyiya komîsyonekî derxistiye holê. Haya min dereng ji vê xebata komîsyonê bû. Min gelek caran xwest ku ez jî tev li van xebatan bibim, min daxwaz kir. Ev daxwaza min negihîşte cihê xwe; nebihîstin û nedan bihîstin.
Divê zane bî, nezan bî di hiyerarşiya saziyekî de cih bigirî, paşê beşdar bibî; çima? Kesên ku li pey şopa heqîqetê ketine divê vê şaşiyê bibînin. Di nav kesên di saziyan de cih nagirin de jî nêrîn, dîtin û zanîn li ser vê mijarê hene û ev jî heqîqetek e ku divê ji çavan neyê dûrxistin.
Ji naskirina min a ziman vir ve ez geşedanên li ser ziman heta derfet dibînim, dişopînim. Min xebatên komîsyona nû jî şopandin. Nîqaş û encamnameya komîsyonê ya salekê kete destê min. Piştî agahî û haydarkirina dostê encamname gihande min, min ev nivîs li ser vê encamnameyê nivîsî. Ev nivîsa min li ser vê xebata komîsyonê ye.
Bi rastî teqez bûye?
Encamên ku komîsyonê li ser, li hev kirine ku ez wan kêm an şaş dibînim ev in:
Komê ji bo qalibê dema bê teşeyê ‘dê’ – ‘ê’ pejirandiye, Di rastiyê de qalibê ‘wê’ dîskalîfiye kiriye. ‘Wê’ herî kêm qasî dê tê bikaranîn. Heta di nav gel de ‘dê’ tenê herêma Botan û Colemêrgê berbela ye, wê ji bilî qadên dimilikîaxêv li her derê Kurdistanê tê bikaranîn. Celadet Bedirxan cih daye her sê teşeyan jî. Ji bo bikaranîna her sêyan jî tu fikare û mehzûr tune ye.
Mijara î-ya berî y-yê:
Herî zêde nîqaş û qiyamet li ser vê mijarê radibû, ji ber vê jî girîng bû. Komê li ser hev kiriye ku tenê peyvên wekî azadî, kanî, masî yên dawiya wan bi ‘î’yê diqedin bila koka xwe biparêzin û ‘î’ wekî xwe bimîne, yên din wekî berê bên bikaranîn. Dixuye ku di lihevkirinê de riyeke navbeynkî hatiye dîtin. Di nîqaşan de erkdarên Weqfê qet nebe ji bo pozîsyona xwe bi temamî winda nekin çareseriyeke nezanistî dîtine, saziyên din jî belkî jî bi bayê efsûna wan qebûl kirine. C. Bedirxan şîroveyeke zimannasî ji bo vê yekê kiribû: Deng dişkê, ne tam wekî ‘î’yê ne jî tam ‘i’yê derdikeve. Bi rastî jî gelek caran deng wekî kanya, zevya, azadya derdikeve. Nexwe wî riyeke zanistî şopandiye, çavdêrî û payîna wî rast û rasterast zanîna ziman re eleqedar e. Kesên pêşniyar kirine tenê gotine bila peyv reseniya xwe biparêze. Çima, hincet çi ye? Raveyeke wan nîn e. Îzaheke wan nîn e. Selamun aleykûm, ez jî hatim. Belê xêr hatî lê çima hatî? Dîsa bilêvkirina deng mîna ku C. Bedirxan rave kiriye derdikeve. Di mijara herî girîng de naxwazin gava xwe tam paşde bavêjin, qet nebe kozikeke xwe diparêzin. Eger bi awayekî metodolojîk û zanistî be, bila ser seran, ser çavan. Lê ne wisa ye. Çima azadî, kanî, masî, zevî, rêwî û hwd beranê enî beş in.
Pêşniyara min:
Tenê di vê mijarê de peyvên wekî tî (1-bê av-2-birayê bûkê û zavê), bî (1-jina mêrê wê miriye-2- cureyekî daran), sî (1- li ber tavê eqsa heyberan-2-hejmar) gava ditewin carinan wateyên wan bi rastî jî şêlû dibin. Ji bo wate neşikê û teqez bê fêmkirin pêyvên wiha biyekdengî dikarin ‘î’ya xwe biparêzin û bi abstrotê bên veqetandin. Ev pey gişt jî cot wate ne. Jixwe awarte ne û ne gelek in, dikare bê tolerekirin. Wekî; tî’yê azadiyê-tî’yê bûkê, sî’ya darê- sî’yên me, sî’yen we.(hejmar), dara bî’ye- ew bî’ya ku mêrê wê par miribû.
Rêzkirina hejmaran (em, emîn, an û hwd): Di kurmancî de bo rêzkirinê ev form; (em, -emîn) tune ye. Di serdema Azadiya Welat de ji zaravayê soranî hatiye girtin. Forma kurmancî yekê, dudan, sêyan … e. Divê ew esas bê girtin. Teşeyê –em, -emîn’ dikare wekî tercih serbest be. Divê hemû qadan de teşeyê kurmancî bê bikaranîn. Di rewşên lênayê (awarte) de awayê soranî dikare bê bikaranîn.
Navên biyanî:
Komîsyon negihîştiye encamekê, ravekirina wê ji bo rêberê hiştiye. Komîsyon divê li gorî daneyên berdest bigihîşta encamekê. Eger peyv bi alfabeya latînî be divê eslê wê parastin û teqez li gorî alfabeya kurdî-latînî bê nivîsandin ji ber ku tîpên kurdî yên di alfabeyên din de nîn in hene. Ji bo vê em çawa deng didêrînin wisa jî binivîsin. Tulay, Tûrgay, Alpdogan, Jan Jak Rûso, Şekspîr; ev yek wê cotcurenivîsandinê rake, bike yekcurenivîsandin. Bala xwe bidin nivîsandina Almanya- Deutschland- Germany- Germanya, Sûrî-Sûriye- Syran, Îngîltere- England, Arnavutluk-Albanya, Fas-Maroc, Cezayîr- Algeria û hwd. Navên alfabeya erebî, japonî, çînî jî divê li gorî bilêvkirin û dengên kurdî bên nivîsandin.
Ji bo çar hêlên Kurdistanê awayê; Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê hatiye qebûlkirin. Ev ne rast e. Bakur, başûr, rojhilat û rojava hêl in, parçeyên li kîjan hêlan cih digirin nîşan didin, ne navên taybet in. Divê hêl bi tîpên mezin neyên nivîsandin. Hinceta tîpên mezin çi ye, meriv fêm nake.
Ên ku di nîqaşan de nehatine rojevê jî ev in.
Kite:
Di serî de mijara kitekirinê qet nehatiye rojevê. Di rêzimanan de xaleke sereke ye. Berginda kiteyê bareyeke (bîrîm) deng e, zimannasiyê wiha pênase kiriye. Her dengek kiteyek e. Rêbera Ratnivîsînê kite gelek xerîb rave kirine. Di wir de li gorî bareyeke deng nehatiye ravekirin, bi cur bi cur awayên xweser hatiye nîşandan, Di giştan de jî kite hatiye şikandin. Wekî mînak; defte-ra, da-xistin, ferman-dar hwd. Awayê hatiye ravekirin di qada zimanzaniyê de cihê wan nîn e, di tu rêzimanan de nehatiye dîtîn.
Otonom nivîsandina her peyvekê:
Dema zimanê kurdî-kurmancî bi alfabeya latînî tê nivîsandin li gorî rêbaza rastnivîsa zimanên hînd-ewropayî her peyvek bi serê xwe û ji yên din veqetandî tên nivîsandin. Ev teşe rûniştibû lê êdî gelek peyvên resen bi hev re tên nivîsandin û bere bere nêzî rastnivîsa tirkî tê kirin: Herwiha, derbarê, hertim, herdem, heryek, hercar, herdu, êzê, ezim û gelek mînakên wiha hene. Ev mijar bi awayê rûkel be jî li ser nehatiye sekinandin. Divê di rastnivîsê de misoger bê diyarkirin.
Tewanga lêkeran tune ye:
Tewang berfireh hatiye girtin dest lê mijara tewanga lêkeran di vê xebatê de cih negirtiye. Mijara tewanga lêkeran heta niha kêm li ser hatiye sekinandin lê ew şaş hatiye ravekirin û bi giştî jî mijareke beyar e. Lêker di dema niha, dema bê û raweya fermanî de ditewin yanî vediguhêzin. Di hemû demên borî de hemû lêkerên gerguhêz û negerguhêz reseniya xwe diparêzin, li gorî kesan tên kişandin.
Zelalkirin:
Zelalkirina nivîsandina lêker û peyvên wekî; tunebûn, çêkirin, hebûn, tevgerîn, parvekirin. Gelo bi hev ve bên nivîsandin an cuda? Lêkerên bi ‘dan’ê diqedin; wekî berdan, serdan, rûdan, radan û hwd çima hinek pê ve, hinek bi hev re tên nivîsandin, divê bê ravekirin?
Navên mê:
Tewanga navên mê di nîqaşan de tune ye. Êdî di zimanê nivîskî de netewandina navên mêza berbelav dibe, tê ecibandin. Gelek şaş e û divê rastiya wê bê ravekirin. Wekî Rûken got, Zelal anî, pênûs bîne êdî berfireh dibe. Rastiya wê wekî Rûkenê got, Zelalê anî, pênûsê bîne bê nîşandan.
Mijareke din jî bikaranîna navên nasyar û nenasyar e: -ek, -eke. Di dewsa diyarkirina veqetandeka nenasyar de qertafa nenasyar –ek, -yek tê bikaranîn. Wekî malek mezin, gulek sor, xaniyek rûxiyayî, mêrek camêr, jinek jîr. Maleke mezin, guleke sor, xaniyekî rûxyayî, mêrekî camêr, jineke jîr tê jibîrkirin.
Pirsgirêkeke din jî nivîsandina daçeka erênî û neyînî; bi û bê ye. Bi piranî daçeka bi tê veqetandin, kêm jî pê ve tê nivîsandin. Lê ji ber bê(ya) daçek, daçekiya wê tê jibîrkirin bi piranî bi hev re tê nivîsandin kêm kes jî ji hev diqetînin. Bê daçeka neyînî ye, divê dema wekî daçek tê bikaranîn ji peyvê bê veqetandin lê wekî rengdêr tê bikaranîn jî pê ve bê nivîsandin. Awarteyên wê hene, wekî mînak teşeyê bêbext, bêbav û hwd êdî wekî rengdêr rûniştine pê ve tên nivîsandin.
Bi xwe û bixwe:
Di rastnivîsê de hêmaneke girîng jî ev e. Heta niha li ser vê hêmana bi xwe û bixwe nehatiye rawestandin. Divê du awayên vê hêmaya rastnivîsê bên zanîn. Di her zimanan de tiştê pê têkirin-pê re têkirin û tiştê yekser kes dikin ji hev cuda ne. Ji bo ku mebesta min bê têgihiştin bi îngilizî û almanî mînakan nîşan bidim. Di zimanê îngilîzî de with heye, bi almanî jî mît heye. Ez wî bi xwe re dibim; bi îngilîzî I’m going with her-him, bi almanî Ich gehe mıt ıhm e, ez bixwe dikim İ do it myself, ıch mache es selbst e. Ango bi xwe û bixwe ne heman peywirê tînin cih. Ji bo wê yekê divê di hevokê de li gorî peywira tînin cih bên nivîsandin; wekî ji xwe re û jixwe. Bi xwe re wekî ‘ile’ya tirkî ye, bixwe jî wekî ‘bizzat’a di zimanê tirkî de heye, ye û her du ne heman tişt in. Ji ber vê, divê li gorî peywirên cuda bi hema awayî neyên nivîsandin: Divê; ‘Ez bi xwe re dibim’ wiha û ‘Ez bixwe dixebitim’ jî bi vî awayî bê nivîsandin.
Rengdêrên zincîrîn:
Mijareke din jî nivîsandina navên rengdêrên zincîrîn e. Di nivîsandina rengdêrên sade de pirsgirêk nîn e. Dema rengdêr dirêj û wekî zincîr du hev tên arîşe derdikeve. Gava pê ve bê nivîsandin xwendina wan pir zehmet dibe. Divê li ser vê bê rawestin û ji yên du û sê peyv û yên gelek dirêj re rêbazeke nivîsandinê bê dîtin. Mînak; saleke gelekxweş, barana weketaviyabiharê dikarin pê ve bên nivîsandin lê mînaka ‘dara gûzê ya bi hezar salan ser piyan dimîne’ re divê pîvan, ravekirin an jî rêbazek bê dîtin, ev jî di rasnivîsê de bê diyarkirin.
Nivîsandina teşeyê der barê de- der heqê de jî spartineke şaş heye. Wekî teşeyê; di derbarê de, di derheqa de tê bikaranîn. Der jixwe wateya di de ye, bi vî awayî dibe di di barê de, di di heqê de. Bi piranî bi hev ve tê nivîsandin. Awayê rast der barê de, der heqê/a de ye.
Dîsa nivîsandina teşeyê çiqas, ew qas heye, çima yek bi hev re yek tê veqetandin?
Du teşeyên peyva dayik û dayîk divê bên çareserkirin.
Şaş nivîsandina lêkera tevlêbûn heye. Dema lêker tê kişandin, awayekî şaş wekî tevlî bûn tê nivîsandin, rastî tev lê bûn e, dema birêser dikeve navberê jî wekî mînak; dibe tev li civînê bûn.
Gelek pirsgirêkên rastnivîsê yên bi vî rengî hene. Ev xebateke cidî ye, divê bi hêsanî neyê girtin dest an jî tenê wekî sererastkirina rastnivîsa saziyekê bi awayê lokal û şaş nêzikayî nebe ku bibe rastnivîseke giştî.
Wekî encam
Piştî ‘Rêbera Rastnîvîsînê’ ya Weqfa Mezopotamyayê hate weşandin rexneyên gur û geş lê hatine kirin. Gelek caran dewsa ku bersivê bidin van rexneyan wekî ku qet nebihîstine tevgeriyan lê ji binî ve xebatkarên ku di çapemeniyê de cih digirtin, bi îdîayên bêmesnet û bêbingeh tawanbar û reş kirin û peyamên bidevkî ragihandin ku çima cih didin van nivîsan. Lê kifş e ku ji rexneyan bi têra xwe para xwe girtine û avakirina komîsyoneke hevpar pejirandine, ji bo rastnîvîsê di ber çavan re derbas bikin û çapeke teqez a di encama van nîqaşan derkeve çap bikin. Ev biryar liyaqî rûmetê ye. Lê di encamê de ya derketiye holê dîsa Xelo, dîsa Celo ye.
Di nav salekê de, em dev ji kêmasiyên piçûk berdin eger mijara kitekirina ‘Rêbera Rastnîvîsînê’ ku kitekirin di hemû rêzimanên kurmancî de wekî rêza sisêyan de cih digire û mijareke bingehîn e, di vê xebatê de li ser nehatibe sekinandin. hemû endamên komîsyonê bila bêjin em wekî temaşevan û mêvan beşdarî vê xebatê.bûne. Ku li ser vê mijara girîng nesekinî bin hingê ji bo çi beşdarî komîsyonê bûne. Samî Tan, Mikayîl Bulbul, Bahoz Baran, Zana Farqînî bi vê re bi xêzeke sor karizmaya zimanzaniya xwe xêz kirine. Samî Tan, Mikayîl Bulbul, Bahoz Baran di rêzimanên xwe de kite rast rave kirine lê di ‘Rêbera Rastnîvîsînê’ de xwe înkar kirine. Min di sala 2021’ê de li Weqfê mijara kiteyê nîşanî Samî Tan û Mikayîl Bulbul da, pêşiyê mat man ku çawa ev kêmasî bûye, paşê qebûl kirin. Lê dîsa jî çapa diduyan wekî berê hate çapkirin.
Nûnerên Weqfê çarçove danîne, hinek endamên komîsyonê carinan bi dengekî jar nîqaş kirine û bi efsûna wan çarçoveya wan qebûl kirine. Dixuye ku bi navê teqezkirinê bêyî ku xisareke mezin bidine ‘Rêbera Rastnîvîsînê’ xwe bi giştî danqebûlkirin û rewakirina ‘Rêbera Rastnîvîsînê’ pêk hatiye. Bila dorhêla ziman xwe nexapîne. Ev kêmasiyên min tesbît kirine yek ji wan jî wan û komîsyonê nedîtine. Eger xem ew bûya wê hê zêdetir jî bidîtana lê diyar e ku ji xwe re nekirine xem.
Di dawiyê de diyar bikim ku ji bo ku hinekan rexne bikim, çalê ji bo wan bikolim min ev gotar nenivîsî, berê jî min bi vî mantiqî nenivîsiye. Me pir kesan di nav çar-pênc salan de kir û nekir mûyek ji hêla ‘Rêbera Rastnîvîsînê’ ya nûnerên Weqfê neleqiya. Qet nebe dengê me here komîsyona wekî raser hatiye avakirin, beriya ku bê çapkirin ev xalên min diyar kirine bên dîtin, rastnivîs dîsa wekî berê bi awayê şaşnivîs dernekeve pêş qad û hezkiriyên ziman. Ev bû pênc sal tenê ji bo vê yekê hewl didim ku wekî zimanhezekî bila zimanê me bi awayekî kêmkêmasî bibe zimanê hevgirtî. Tev xem û hewldana min ev e. Hêvî dikim ku rexneyên ku heta niha nexwestin bibîhîsin, bên bihîstin, ev yek pêk bê wê ji bo min bibe kêfxweşî.