Diyarname
TUÎK (Saziya Îstatîstîkan a Tirk) saziyeke dewleta Tirkiyeyê ye û li ser her tiştî îstatîstîkan belav dike. Ji dan û standinê heta hejmara mirovan... Û niha îstatîstîkek wisa heye, "kesên ne li bajarên xwe dijîn, li bajarên xwe bijiyana wê hejmara bajaran çawa ba?" Ev pirsek balkêş e û di encamê de jî encamên balkêş derketine. Mînak nifûsa Amedê wê ne mîlyonek û 800 hezar kes, wê 2 mîlyon û 256 hezar ba. Mînak Culemêrg ne 284 hezar, wê 364 hezar ba.
Pirsa TUÎK'ê ya "ger her kes li bajarê xwe bijiya" bandora mezin li Stenbolê kiriye. Stenbol bajarê herî mezin û herî qelebalix ê Tirkiyeyê ye. Bi awayekî fermî nifûsa wê 16 milyon e. TUÎK'ê gotiye, "Her kes biçûya bajarê xwe, nifûsa Stenbolê wê 2.609.762 kes ba."
Ji îstatîstîkên TUÎK'ê me bajarên kurdan derxistin pêş. Ew jî me kirin du beş; beşa yekem yên ku em bi rehetî dikarin bibêjin piranî kurd in, yanê serdestiyeke gelek giran a kurdan e, wekî Culemêrg, Wan, Amed û hwd. Me Riha jî, Sêrt jî xiste navê, her çiqas beşek ereb têde hebin jî.
Di beşa duyem de jî em dikarin bêjin beşek jê kurd in, lê beşa din xwe kurd nahesibînin, wekî Erzerom, Erzincan, Qers…
Her du beş jî me bajarên herî qelebalix derxistin pêş, yên din li dû rêz kirin.
Ka em bi hev re li îstatîstîkan binêrin:
BEŞA YEKEM:
- Riha: 3.147.990
- Amed: 2.456.017
- Mêrdîn: 1.778.708
- Wan: 1.685.143
- Agirî: 1.267.888
- Semsûr: 1.209.269
- Bedlîs: 879.572
- Batman: 877.298
- Sêrt: 859.444
- Şirnex: 745.179
- Çewlig 595.180
- Culemêrg 364.913
- Dêrsim: 257.258
Nifûsa van 13 bajaran 12 milyon û 25 hezar û 971 (12.025.971) derdikeve.
BEŞA DUYEM:
- Erzerom: 1.975.024
- Entab: 1.814.691
- Mereş: 1.663.566
- Meletî: 1.418.666
- Qers: 1.010.697
- Mûş: 1.003.623
- Elezîz: 940.190
- Erzincan: 643.518
- Erdexan 551.830
- Îdir: 364.234
Ev beş jî 9 milyon û 722 hezar û 473 (9.722.473) kes derdikeve.
Bi giştî nîvê beşa diduyan mirov kurd bihesibîne, wekî 5 milyon û 12 mîlyonê jor bide ser hev, nifûsa kurdan li Bakur û Tirkiyeyê dor 17 mîlyon kesî dixuye.
Helbet ev ne reqemeke teqez e û reqemeke wisa teqez jî tune ye.
Li Tirkiyeyê heta salên 1960'î di dema jimartina nifûsê de dipirsiyan ka tu ji kîjan miletî yî, lê piştî wê demê êdî nepirsîne. Encax di jimartina nifûsê de pirseke wisa dîsa bê pirsin hejmara teqez a kurdan dikare bê dîtin.