___Dilawer Zeraq___
Destpêk
Xwînerîya û nivîskarîya wêjeyî, ji hêlekê xwe ve, xwendewariyeke taybet di xwe de dihewîne û vê taybetiyê jî li xwe dadisepîne. Her wiha, ev xwendewariya kurdî ya ku wê bikeve behsê, tevî ku di gelek qonaxên xwendinê de, bi awayekî sîstematîk û bi temamî bi zimanê kurdî çênabe jî, xwendewarên kurd, ên ku bi zimanên din hay ji zanîn û agahiyên dinyayê dibin û bi taybetî wêjeya dinyayê bi zimanên dîtir dixwînin û hîn dibin û dibin nasyarên wê dîsîplîna afirîneriyê; pê re jî li çerxa dasepandina ketî behsê diqelibin û her yekî an jî her yekê di çarçoveyeke taybet de rengekî dide xwe. Di vê çarçoveyê de, em ê di nivîsara xwe de, nirxandina serdema berî moderniyê û serdema klasîk û xwendewariya medreseyan deynin hêlekê û em ê yekser werin ser serdema piştî modernîzmê ku êdî xwendewarî bi awayekî sîstematîk çêdibe.
Di serdema piştî moderniyê de, wekî qonaxa Hawarê, Qedrîcan; wekî helbestkarekî li rastê eşkere ye ku di dibistana mamostetiyê ya li Tirkiyeyê de xwendiye û paşê bi qasî demekê li Binxetê, li Sûrî mamostetî kiriye.(1) Yanê, Qedrîcan, mamoste ye, ji ber ku wê çaxê jî wekî vê çaxê debara jiyanê bi nivîskariya kurdî çênabe; loma jî, Qedrîcan ji hêlekê ve, bi xwendewariya xwe ya ku bi awayekî sîstematîk li xwendingehên Tirkiyeyê çêbûye, li Sûrî dibe mamoste, bi mamostetî debara xwe dike, ji hêla din ve jî, “zanîn û ezmûna” xwe ya jiyanî ya li ser kurdî û zanîna ku bi xwendina bi tirkî bi dest xwe ve anîye, bi hev digihîne û wekî şêweyekî berxwedana li dijî pêkanînên asîmîlasyon û qedexekeriya mêtingeriyê, yek ji mînakên pêşî yên helbestên kurdî yên modern derpêşî paşxaneya wêjeya kurdî dike.
Di pey re, gava em bala xwe dibin ser Qonaxa Tîrêjê, bi taybetî du mamostayên ku hem xwendeyên ji sîstema xwendinê ya Tirkiyeyê der çûne hem jî helbestkar û zimanzanên kurdî ne; mamosta Malmîsanij bi zazakî û mamosta Rojen Barnas jî bi kurmancî helbest û çîrokan dinivîsin û ew jî li hemberî sîstema asîmîleker li ber xwe didin.
Gava piştî sala 1992’yan, bi taybetî di warê ziman û wêjeya modern de, qonaxa Rewşenê dest pê dike û her sê kovarên Rewşenê û digel wê jî, wê hingê kêm caran be jî, kovara Nûbiharê helbest û çîrokên bi kurdî belav dikin; û xortên kurdan, ên ku di zanîngehên Tirkiyeyê de xwendiye û mamostatiya dibistanên dewletê jî dikin, bi helwesteke dijmêtinger û wekî nivîskarên kurdî ku hewlê didin endamên neteweya xwe dîkolonîze bikin, di nav nivîskarên wan kovaran de cî digirin.
Û vê tradîsyona xwendewariyê ku xwendeyên mamosta peyde kiriye û ji bo wêjeya kurdî bûye rêyeke taybet, bi awayekî ji awayan didome û tê heta roja îro jî; û roja îro, li bakur, nivîskarên mamosta kartêker û carinan jî diyarker in di wêjeya kurdî de.
Û me divê em di destpêkê de biçespînin ku her çend xwendewariya wan li dibistanên dewleta Tirkiyeyê çêbûbe jî, li bakur, wêjekarî û nivîskariya her yek nivîskarekî an jî nivîskareke ku mamosta ye, helwesteke wêrek a berxwedêr, sekneke di cî de, praksîs û bicîanîneke xurt a dijmêtinger e.
Hêla Edebî ya Mamosteyan û “Mielimî”
Çendê wî alî, nivîseke bi navê “Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman” hat belavkirin ji alî rexnegir Firat Aydinkaya ve.(2) Gotarê (yanê maqaleyê) wekî naverok û armanc, romana bi navê Labîrenta Cinan li xwe dikir tişteya rexnekirinê. Digel wê yekê jî, nivîsarê hewl dida di deqbenda (konteksta) postkolonyal de, serbokeyê (serleheng) romanê yê bi navê Kevanot, di ser mamostebûna wî re, bide ber dasa rexneyê.
Gotar bi vî awayî heta beşa encamê didome û di ser tevger û gotinên Kevanot re, -Kevanot bi xwe jî mamostayekî kurd e- berê xwe dide helwestên kêmxer (pejoratîf) ên mamoste Kevanot ku li hemberî gundiyên kurdan dide der. Li gorî dîtina nivîsarê û awayê rexnegiriya Aydinkaya û bi şêweyê ku nivîsar mebesta xwe dide der; serbokeyê romanê bi awayekî xwemêtinger (self-kolonyalîst) tevgeriyaye.
Heta vê qonaxa nivîsarê, yanê heta beşa encamê, nivîsar bi mebesta xwe re bilî dibe û li ser şêweyê rexnekirina xwe ye. Lê di beşa encamê de, her wekî di gelek nivîsarên Aydinkaya de jî ev yek bi awayekî ji awayan dide der, ji nişkê ve, mijar ji xeta xwe dişehite û berê dasa nivîsarê diguhere û diçe ser “mamostabûna Kevanot” a wekî pîşe û êdî em behseke din dixwînin ku ji mijara xwe ya bingehîn averê bûye. Ji vê û şûnde em, rexneyên Aydinkaya yên li ser nivîskarên mamosta (an jî bi qewlê wî ve; “mielim”) dixwînin.
Nivîsar bi vê yekê jî namîne;
Pê de diçe û bi gotinên xwe yên wekî “Li aliyê din, ya rastî ji salên 2000'î vir ve siyaseta kurdan zêdetir bi moderasyona parêzeran dimeşe. Felsefeya parêzerbûnê bi parastinê ve, bi statuyê ve, bi çîniya orteyê ve, bi pêvajoyên milkiyetê ve têkîldar e. Piçekê jî ji bandora parêzertiyê ronahiya siyaseta kurdan kêm bûye. Mirov dikare bêje ji heman demê û vir ve, edebiyata kurdan jî bi giranî, bi destê mieliman ve tê hilbirîn.”(3), rewşa serdestbûna parêzeran a di siyaseta kurdan de li xwe dike palpişt û berê xwe dide nivîskarên roja îroyîn ku berê mamosta bûn û niha jî mamosta ne. Di vê palpiştiya Aydinkaya de, hevnegiriyeke avaniyî (structual) heye ku bala wî naçe ser wê rastiya sosyolojîk ku zêdebûn û serdestiya parêzeran a di siyasetê de û zêdebûna çendaniyî (hejmarî) ya mamostayan a di wêjeya kurdî de, ne li ser heman sedem, hincet, sosyolojî û bingehê ne.
Aydinkaya, di ser encama xwe re ku ji bo Kevanot gihîştiye û bi dest xwe ve aniye, gotinên xwe yên wekî “Ji demeke dirêj vir ve edebiyata kurdan, edebiyata memûran e, edebiyata mieliman e. Ev realîte ji hin aliyan ve avantaj e, ji hin aliyan ve dezavantaj e. Memûr hêsan difikire, bi tevdîr tevdigere, dixwaze statuya xwe mihafeze bike, ji krîzên hebûnê dûr direve. Dehan difikire, yekî dike, ew bi xwe mecbûr e bo debara xwe ji pergalê re xizmetê bike, bi roj xizmetê dike, şevê qerekterê wî serî radike li dijberê pergalê heyfa nivîskar digire. Ji serobinbûnê hez nake, qelema xwe wekî “qontrol qelemî” dişixulîne, felsefe û teoriyê wekî barekî bîlesebep dibîne, ji bo wî estetîk her tişt e, li dû estetîkeke bêrîsk e.”(4), peyv û hevokan li pey hev rêz dike û tevî ku berî vê gotina xwe dibêje, “Li aliyê din, ya rastî ji salên 2000'î vir ve” û hewlê dide ku cihêtiyeke demî û qonaxî bike navê jî, bi awayekî a priorî û bi rêbaza giştîker (generaliziation) hemû nivîskarên kurdî yên ku mamosta ne, dide ber devê dasa xwe.
Digel vê yekê, tiştekî ku di nivîsarên Aydinkaya de bala min biriye ser xwe ew e ku Aydinkaya, di gotarên xwe de, kêm caran têgiha dijmêtinger û têgiha dîkolonîzasyonê bi kar tîne û bi piranî çêtir dibîne ku têgiha paşmêtingerî (postcolonial) bi kar bîne ku têgiha paşmêtingerî û pêvajoyên paşmêtingeriyê, ji hêlekê ve jî, di nava xwe de nimandina (temsiliyeta) kolonyalîzma nû (neo-colonialism) jî dihewîne. Helbet, nivîskarek an jî rexnegirek di hilbijartina xwe de azad e ka ew ê kîjan têgihê bi kar bîne; lê rastiyeke dîtir jî heye ku peyv û têgihên ku nivîskarekî an jî rexnegirekî bi kar tîne, di heman demê de, helwest, bergeh û nêrînên wî yên polîtîk, dîrokî, sosyolojîk, komalî û dawiya dawî niyeta wî ya der heqê mijarê de jî dide der.
Belê, Aydinkaya ji ber çi wisa dike ne diyar e û nayê famkirin; lê dibe ku dixwaze hîma rexneya xwe xurt bike. Helbet ev heq e jê re û ev heq jî ne bi destê me ye. Lê tiştê ku êdî ji vê beşa encamê û şûnde dinivîse, bi piranî ji deqbenda (kontkesta) bingehîn a nivîsarê dûr e. Aydinkaya, bala xwe ji ser romanê û karakterê romanê mamosta Kevanot sist dike û mîna ku bixwaze ‘angaştên xwe yên li ser romanê û mamostabûna Kevanot’ bîne ser roja îroyîn, behsa nivîskarên mamosta yên îroyîn bike -hê jî gelek nivîskarên kurdî mamostayên dewletê ne- û bi vî awayî jî xwe bispêre ser mercên roja îroyîn û ji bo rexneyên xwe yên li ser romanê palpiştiyeke aktuel çêke. Herçî helwesta xurtkirina palpiştî û palderên rexneyê ye, tu gotineke min nîn e jê re, ew heqê hemû rexnegiran e.
Lê belê, di vî warî de, du rastînî li nav hev dikevin: A yekem rastînîya hundirî ya romanê û mamostabûna Kevanot e ku ji alî nivîskarê romanê ve hatiye afirandin. A duyem jî, rastîniya berdest û berçav a mamostabûna nivîskarên îroyîn e ku ev yek rewşeke ji derveyî romanê ye. Di linavhevketina van her du rastîniyan de, rexneya li ser fikir, şirove û rexneyên Kevanot hatî kirin, dibe rexnekirina nivîskarê mamosta Zeraq, ji wir diçe dibe nivîskarê mamosta Laleş, ji wir diçe dibe nivîskarê mamosta Tilermenî, ji wir diçe dibe nivîskarê mamosta Jiyan… û berdewamî dide xwe û tê ser nivîskarên mamosta yên roja îroyîn.
Her çend di nivîsarê de, bi gotinên wekî “ji salên 2000'î vir ve” bal bo qonaxekê tê kişandin jî, ji ber ku hem navên ku min li jor gotin di wê demê de afirandinên xwe xurttir û zêdetir dikin hem jî nivîskarên mamosta yên di pey wan re hatî jî, her çend estetîk û ranêzikiya wan a wêjeyî ya sosyo-polîtîk ne mîna hev be jî, wekî dema ku li pey hev hatiye, dibin peyrewên wan û piştî salên 2005’an dest bi afirandinê dikin û tradîsyona mamostayên nivîskarê kurdî didomînin.
Aydinkaya, di dawiya nivîsara xwe de, bi rêbazeke giştîker û bi gotinên wekî, “Ji serobinbûnê hez nake, qelema xwe wekî “qontrol qelemî” dişixulîne, felsefe û teorîyê wekî barekî bîlesebep dibîne, ji bo wî estetîk her tişt e, li dû estetîkeke bêrîsk e. Ji şoreşa dûr hez dike, şoreşa malê giran dibîne, li du guhertineke qontrolîze digere. Nivîskariya wî, nivîskariya tetîlan e, nivîskarî bo wî statu ye, dixwaze zimanê kurdî hemû qisurên berhema wî veşêre.”(4) angaşteke neheq dike. Di vê angaştê de, tiştê ku Aydinkaya nade ber çavan ew e ku mirovekî kurd, her çend wekî mamostayê dewletê kar bike jî, ji hêlekê ve, hemû talûkeyan datîne ber çavên xwe û hewlê dide ku bi awayekî ji awayan, di warê ziman û wêjeyê de tevkariyê li xebat û hewldanên dîkolonîzasyonê bike.
Di pêdeçûna nivîsarê de, Aydinkaya jêgirtinek ji Deleuze dike û rexneya wî ya ji bo Kafka dide ber xwînerên xwe û dibêje, “Xulase Deleuze [28] di berhema xwe ya meşhur ya li ser Kafka, dibêje herçiqas di metna xwe de Kafka xirabiya kolonîyê û pergala otorîter nîşanî me bike jî, li dijî vê pergalê rexnegir nîn e û serobin nake. Loma metna wî bi vê sekna xwe ya nîvco, kolonîzasyonê nû dike hetta dawet dike.”(5) Her çend em nikarin ji bo hemû nivîskarên mamosta yên berî salên 2000’î û yên piştî salên 2005’an bêjin jî, em dikarin ji bo gelekan wiha bêjin; rêbaza giştîker a Aydinkaya, dike ku hemû nivîskarên mamosta bikevin ber bayê ku gotara wî radike û ew nivîskar di çerxa wî bayî de werin hêrandin.
Em ji bîr nekin û ev yek bêguman e; hemû nivîskarên kurdî û yên mamosta jî tê de, bi nivîsîna xwe ya bi kurdî, wê hewldanê dikin ku “kolonîzasyonê” ji xwe, ji zimanê xwe, ji warê xwe, ji gelê xwe dûr bikin.
Di rexneya wêjeyê û rexnegirîya wêjeyî de, rêbaza giştîkirinê (generalization method) bi hemû derî û paceyên xwe ve bervekirî ye ji bo şaşfamkirinê an jî ji bo derbirînên şaş. Loma jî, heke Aydinkaya wekî rexnegirekî berhemên wêjeyî li ser berhemên nivîskarên mamosta jî xwendineke berfireh bikira, -heta niha hema bêje hemû berhemên ku Aydinkaya bi nivîsê ew nirxandine/rexne kirine, berhemên kurdên diyasporayê an jî berhemên nivîskarên parçeyên din ên Kurdistanê ne- ew ê karibûya xwe ji wê rêbaza giştîker rizgar bikira û belkî jî ew ê kartêka erênî ya mamostabûnê ya li wêjeya kurdî çêbûyî bidîta û belkî jî hêl û hêmanên dijmêtinger û dijpergal ên wan berheman peyde bikira û li ser wan berheman analîzên hêja bikira.
Encam
Bi tevî hemû gotinên heta niha me kirî, ger em ji hêleke dîtir ve bala xwe bibin ser gotina “edebiyata mieliman” û bi dibetiyeke (îhtîmaleke) zêde li serê bifikirin û bêjin, dibe ku Aydinkaya dixwaze balê bibe ser wan roman û çîrokan ku tîp û karakterên wan mamosta ne. Gava em ji vê bergehê ve bala xwe bidin jî, hêmanên fikirîna me di şûna xwe nakevin. Ji ber ku têgiha ravekî ya “edebiyata mieliman” bi awayekî eşkere û yekser nîşan bi vê yekê dike; “edebiyata ku mielim wê dikin.”
Her wiha, balpêdana ku bi gotinên “ji salên 2000'î vir ve (…) Mirov dikare bêje ji heman demê û vir ve, edebiyata kurdan jî bi giranî, bi destê mieliman ve tê hilbirîn.”, tê kirin jî teqez dike ku mebesta gotinê, “edebiyata ku mamoste dikin” e û ev teqezî nahêle em berê xwe bidin hêla fikirîna bi awayekî dîtir.
Wekî dawî, em dikarin bêjin; Qedrîcan, helbestkarekî mamoste yê vî zimanî, vê wêjeyê û vî gelî ye; nivîskarên mamosta ên Qonaxa Tîrêjê berdewama wî ne, Qonaxa Rewşenê û nivîskarên mamosta yên Nifşa Rewşenê şopgerên her du qonaxan in; û nivîskarên mamosta yên piştî salên 2005’an jî, daye pey hemû qonaxên beriya xwe û naverok, şêwe, şêwaz, mijar û teşeyên nivîsîna wan çi dibe bila bibe, tenê ji ber ku bi kurdî dinivîsin, edebiyata wan ne “edebiyata mieliman” e, lê edebiyata wan; edebiyata kurdan e ku ji bo debara jiyanê mamostatî dikin, lê bi gelek awayan li dijî asîmîlasyonê û li dijî sîstema heyî xweyî helwest in û ji hêla rewşên dîrokî, sosyolojîk, polîtîk û komalî ve, nivîskarî û edebiyata wan; hem neteweyî hem dijmêtinger hem jî wekî armanc li ser bicîanîna dîkolonîzasyonê ye.
Çavkanî:
-
Qedrî Can (2007) Guneh, Diyarbakır; Lîs Basın Yayın Pazarlama, Gulan, çapa yekem, beşa kurtejînenîgarîyê
-
https://botantimes.com/hesene-mete-labirenta-cinan-u-edebiyata-mieliman/
-
h.n.
-
h.n.
-
h.n.