Diyarname
Bi biryara dadgehê, asayîşa Herêma Kurdistana Federe bi ser ofîsên kanala NRT'ê yên Hewlêr û Duhokê de girtin û karên wan rawestandin. Xebatên kanalê li van her du bajaran hatin rawestandin.
Li gor agahiya ku hatiye belavkirin Dadgeha Hewlêrê ev biryar daye lê li ser çimaya wê agahî nehatine belavkirin.
Dîrektorê NRT'ê Çiya Husên piştî vê yekê îro daxuyanî da çapemeniyê û got ku tiştên îro anîne ser ofîsên wan ên li Hewlêr û Duhokê tiştek derqanûnî ye.
Husên got ku PDK'ê biryara vê yekê daye. Dîroktorê kanalê Çiya Husên bang li sendîkayên rojnamegerî kir ku dijî vê kirinê derkevin û got, "Emê serî li her derê bidin û giliyên xwe bînin ziman. Emê bi awayekî profesyonel karê xwe bidomînin. Tu tiştek nikare me bitirsîne."
Kanala NRT'ê di sala 2009’an de hatiye avakirin. Navenda wê li Silêmanî ye. Ji roja hatiye avakirin ve heta niha gelek caran rastî êrîşê hatiye, çend carên din jî hatiye girtin û paşê dîsa vekirine..
