Diyarname
Vê hefteyê, 1'ê mehê Amedsporê li mala xwe ligel Adana Demîrsporê lîst. Niha PDFK'ê cezayeke din a giran li Amedsporê birî.
PFDK'ê (Lijneya DîsîpLînê ya Fûtbola Profesyonel) ku girêdayî TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) ye bi îdîaya di maça ligel Adana Demirsporê de "propagandaya ideolojik kiriye" 600 hezar TL cezayê pereyan li klûbê birî.
Her wiha ji ber lîstikvanê Amedsporê Çekdar Orhan piştî gol avêt porê xwe hona jî dîsa ji ber "propagandaya ideolojik" cezayê nelîstina 5 maçan lê birî."
PFDK'ê hefteya borî jî 800 hezar TL cezayê pereyan li Amedsporê birî bû.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Ji ber honandina por ceza li Amedsporê birîn