Diyarname
Yenîsahne ku li Batmanê xebatên xwe yên çandî didomîne bernameya xwe ya meha reşemî eşkere kir.
Bernameya Yenîsahneyê 8'ê mehê bi nîşandayîna fîlmê "Elsa, li diyarê cemedê" (saet 13.00) dest pê dike. Heman fîlm 14'ê mehê jî dê bê nîşandayîn. Ji bilî vê fîlmê "Paradise Now" 13'yê mehê, "Eyes Wide Shut" 20'ê mehê û "Bîraxane" jî 27'ê mehê dê bê nîşandayîn.
Ji lîstikên şanoyê "Bekoyê Ewan" 12'yê mehê (saet 19.30) û 19'ê mehê (saet 20.30) derkeve ser dikê. Ev lîstika Yenîsahneyê "Bekoyê Ewan" di çarçoveya tûrneyê de wê 28'ê mehê li bajarê Tirkiyeyê Aydinê û 1'ê adarê jî li Îzmîrê derkeve pêşberî şanohezan.
Ji bilî van di nav bernameya vê mehê de gotûbêjek jî heye. 8'ê mehê bi beşdariya Mehmet Mahsum Oral wê gotûbêjek li dar bikeve (saet 16.00)


