Diyarname
Festîvala Fîlman a Berlînê ya Navneteweyî Berlinale îsal di navbera 12-22'yê mehê de li dar dikeve. Di festîvalê de 22 fîlm jibo Xelata Hirça Zêrîn wê bikevin pêşbaziyê.
Festîval îsal 76'emîn car li dar dikeve. Fîlmê derhêner Şahrbanoo Sadat ê bi navê "No Good Men" wekî fîlmê destpêkê dê bê nîşandayîn.
Di beşa mezin a pêşbaziyê de 22 fîlm hene ku 20 fîlm li vê derê promiyera xwe dikin. Serokatiya juriyê derhêner Wim Wenders dike. Di merasima destpêkirina festîvalê de wê Xelata Rûmetê ya Hirça Zêrîn bidin derhênera ji Malezyayê Michelle Yeoh.
Di festîvalê de 22 fîlm dikevin dû xelata mezin Xelata Hirça Zêrîn. Ji van ji bilî "Josephine" û "Wolfram" hemû fîlmên din promiyera xwe li Berlinaleyê dikin. Ji van fîlman yek jê ji Tirkiyeyê, fîlmê Emin Alper "Kurtuluş" e.
Va ne ew fîlmên pêşbaziyê:
- At the Sea / Derhêner Kornel Mundruczo
- Dao / Derhêner Alain Gomis
- Dust / Derhêner Anke Blonde
- Everybody Digs Bill Evans / Derhêner Grant Gee
- Flies / Derhêner Fernando Eimbcke
- Home Stories / Derhêner Eva Trobisch
- In A Whisper / Derhêner Leyla Bouzid
- Josephine / Derhêner Beth de Araujo
- The Loneliest Man in Town / Derhêner Tizza Covi, Rainer Frimmel
- My Wife Cries / Derhêner Angela Schanelec
- A New Dawn / Derhêner Yoshitoshi Shinomiya
- Nightborn / Derhêner Hanna Bergholm
- Nina Roza / Derhêner Genevieve Dulude-de Celles
- Queen At Sea / Derhêner Lance Hammer
- Rosebush Pruning / Derhêner Karim Ainouz
- Rose / Derhêner Markus Schleinzer
- Salvation / Derhêner Emin Alper
- Soumsoum, The Night Of The Stars / Derhêner Mahamat-Saleh Haroun
- We Are All Strangers / Derhêner Anthony Chen
- Wolfram / Derhêner Warwick Thornton
- Yellow Letters / Derhêner İlker Çatak
- Yo Love is a Rebellious Bird / Derhêner Anna Fitch, Banker White
ŞERÊ DU EŞÎRAN; 'KURTULUŞ'Ê EMÎN ALPER
Fîlmê Emîn Alper "Kurtuluş", pevçûna di navbera eşîra Hazeran ku cerdevan in û eşîra Berazîyan ku piştî salan vedigerin gundê xwe yê ku ji mecbûrî berê koçkiribûn. Fîlm li gundê Kirkat a Batmanê û Killît a Mêrdînê derbas dibe.
Serlîktivanên fîlm hemû kurd in: Berkay Ateş, Feyyaz Duman, Nazmi Karaman, Ozlem Taş, Selim Akgul.
Emîn Alper 9 sal berê bi fîlmê xwe "Kiz Kardeşler" beşdarî Berlinayê bûbû.