logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran
  4. Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan
  5. Agahiyên der barê kuştina Samî Şêx Huso de
news-details

Kovareke nû ‘Kewar’ê dest bi weşanê kir

  • Dîrok: 13/02/2026
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Îsal kovarên nû dest bi weşanê dikin; niha yeka din jî li wan zêde bû: “Kewar”. Kewara ku bi hejmara xwe ya yekê dest bi weşanê kir, kovareke demsalî ye.

“Kewar” ji aliyê SOZ-DER’ê (Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî ) ve hatiye amadekirin û derxistin. Kovar di bin banê SOZDER’ê de wê weşana xwe bidomîne. Kewar, wekî hejmara yekê Zivistan 2026 dest bi weşanê kir. Taybetiyeke vê kovarê ew e ku ev kovar û hejmarên bê wekî diyariya komeleyê dê bê belavkirin.

Kovara Kewar di warê wêjeyî, çandî, hunerî û rexneyî de nivîsan belav dike.

Di hejmara yekem de mijara sereke çand, wêjeya devkî û dîrok e. Di vê hejmarê de dosyeyeke têr û tijî hatiye amadekirin. Hemû amadekar, endamên redaksiyon û edîtor ji endamên komeleyê û nivîskarên wê pêk tên. 

Xwediyê weşanê Şêxmûs Erol e û di lijneya weşanê de jî ev kes cih digirin: Gulîzar Seyhan, Şêxmûs Erol, Bîrgul Ozgul, Îsmaîl Erdem, Ahmet Çelîk, Muharrem Yasîn û Kerem Tekoglu. Her wiha Hogir Berbir, Eyup Guven, Bahattin Robar, Ahmet Çelîk û Mevlût Aykoç jî di Lijneya Redaksiyonê de ne. Lijneya Înformatîk û Teknîkî: Karên teknîkî û dîjîtal ên kovarê ji aliyê Yasemîn Demîrkaya, Berhûdan Erdem, Velî Bîngoltekîn û Mahmût Eşît ve hatine meşandin.  Mîzanpaj û berg jî ji hêla Mevlûd Aykoç ve hatiye amadekirin.

Di kovara Kewarê de gelek helbest, çîrok, werger, nirxandinên li ser şêwaz, berhem û helbestvanan, nivîsên rexneyî û teorîk hatine weşandin.

Di vê hejmarê de Bahadîn Robar, Hogir Berbir, Faysal Ozdemîr, Yasemîn Demîrkaya, Ahmet Çelîk, Serdar Komurcu, Mevlûd Aykoç, Bîrgul Ozgul, Nezîr Oçek, Eyyup Guven, Ziya Şeker, Siyaroj Rebet, M. Ebdulhemîd/Remezan Mendanî, Berham Mîrzo, Dilbizarê Bêkes, Hasbeg Koksal, Dildar Botî, Zînet Dîncer, Receb Dildar, Mehmet Oncu, Herdem Mervanî, Mordem Zel, Arslan Ozdemîr, Qadir Egîd, Ahmet Tamîr, Dildar Ektîren û Kubra Ozdemîr bi nivîsên xwe ked dane kovarê.

Amadekarên kovarê li ser derxistina kovareke bi vî rengî wisa gotin, “Armanca me geşkirina ziman û wêjeya devkî ya kurdî û afirandina platformeke azad ji bo nivîskar û xwendevanan e. Kewar dê bibe cihê ku dengê çand û wêjeya kurdî bi awayekî azad û dewlemend were bihîstin.”

Hevserokê SOZ-DER’ê Eyup Guven jî wisa dibêje: “Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (SOZ-DER) bi xebatên xwe yên wêjeyî û rêxistinî ketiye sala xwe ya diduyan. Armanca komeleya me ev e ku roj bi roj agirê çand, dîrok û wêjeya devkî li hawirdora Kurdistanê û cîhanê gur bike û di warê çand, dîrok û wêjeyê de bi zimanê zikmakî (kurdî) berhemên nû biafirîne û belav bike.”

Xwendevan dikarin kovarê li navenda SOZ-DER û gelek cihên din peyda bê pere peyda bikin.

ÎSAL ‘BIZOT’ JÎ DERKETIBÛ
Kurtedemek berê bi navê “Bizot” kovareke din a kurdî derketibû. Bi "Kewar”ê re îsal dibe du kovarên nû ku li kovargeriya kurdî zêde dibin.

 

 

 

 ***

HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname 
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1

MAIL: diyarname@diyarname.com   

 

 

 

 

Dibe ev nûçe bala te bikişînin:

- 2025: Hemû pirtûkên bi kurdî: Ji par zêdetir in

- Pirtûk û fîlmên ku Obama pêşniyar kirine

- 2025: Lîsteya hemû kovarên kurdî ên îsal derketine

- 2025: Va ne 100 jinên herî bi hêz

- 2025: Lîsteya pirtûkên nû yên weşanxaneyan, 1314 pirtûk

- Nêzîkî 20 hezar kurd hatin Almanyayê (îstatîstîkên 2025'an)

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

news
  • 26 08 2026

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

news
  • 25 08 2026

LEWerger li ser 'Erotîzmê' disekine

news
  • 24 08 2026

'Dilop'ek nû derket

news
  • 07 08 2026

Hûmara newî ay "Bajar"î veciya

news
  • 02 08 2026

Belgefîlmê Mourinho yeno

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Gotûbêjek li ser dengbêjiyê li benda we ye

ad

Di '99 Morîkên Belavbûyî' de gelek sembol û statuyên bihêz hene

ad

Ev peyker dîroka me ye

ad

Vê carê 'Dêrsim' daxistin 'Tuncelî' daliqandin

ad

Bono, ji bo Fehmi Tosun stran got

ad

Malbata Şenyaşar ji bo sala yekê bang kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

HAT NÛKIRIN: Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

  • 11 09 2026
news

Hefteya yekem; Va ne hemû encamên Lîga Şampiyonan

  • 11 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname