Diyarname
Îro Konferansa Ewlehiyê ya li Munichê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Marco Rubio, Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezêrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî li hev civiyan.
Li aliyek maseyên heyeta DYA'yê, li aliyê hember jî heyeta Rojava û Sûriyeyê rûniştin.
Ji 150 welatan kes beşdarî vê konferansê dibin. Dor 50 serokên welatan di vê konferansa ewlehiyê de amade ne. Konferans di navbera navbera 13-15'ê mehê de li dar dikeve.
Ji Tirkiyeyê Wezîrê Karên Derve Hakan Fidan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Wezîrê Aboriyê Mehmet Şişmek û Şêwirmendên Serokomarê Tirkiyeyê Akif Çagatay Kiliç jî li konferansê ne, lê heta niha ew û heyeta Rojava rastî hev nehatine. Wê bên an neyên, Hê nayê zanîn.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed ji bo herin Almanyayê ketin rê