Enqere
Operasyonên ku bi navê “KCK’ê” li hemberî siyaseta kurdan pêk tên û ji aliyê tevgera siyasî ya kurdan ve wekî “qirkirina siyasî” tê binavkirin, didomin. Heta niha bi hezaran kes hatine girtin. Di nav van de zêdetirê hezar hilbijartiyên BDP’ê û siyasetmedar in. Cîgira Hevserokên BDP’ê ya ji Mafê Mirovan Berpirs Meral Daniş Beştaş da zanîn ku ji doza KCK’ê 8 hezar kes di girtîgehan de ne û got: "Ev îstatîstîk nîşan didin ku doz û darizandinên KCK’ê dema derbeya 12’Ê Rezberê derbas kiriye. Ew pêvajoyek bû. Derbe pêk hat û darizandin çêbûn. Lê li vir pêvajoyek bê dem heye. Didin domandin. Di danişînan de bi copan parêzeran ji salona danişînê derdixin. Ev mînak di 12’ê Rezberê de tune ye. Li Sîlîvriyê serokê dadgehê parêzeran ji salonê derdixe û her wiha tên derbkirin. Refleksek cidî nayê dîtin. Divê hiqûqnas piştgirî bidin vê.”
Vane çend gotinên Beştaş ku ji bo ANF'ê axivî:
- Di navbera salên 2009-2010 de 18 şaredarên BDP’yî, 60 endamên meclîsên şaredariyan, 14 endamên meclisên bajaran, ji peywirê hatin girtin.
- Niha 36 şaredarên berê û yên nû di girtîgehan de ne. Di dema destpêkê de şaredarên me Firat Anli, Abdullah Akengîn jî hatin girtin. Niha Şaredarê Kayapinarê Zulkuf Karataş, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Şaredarê Îdirê Mehmet Nûrî Guneş girtî ne. Şaredarê me yê Dêrika Çiyayê Mazî girtî ye. Dîsa rêveberiyên me yên herêmî di hedefê de ne.
- Parlementerên me niha girtîne ku ev yek şerma Tirkiyeyê ye. Pêkanînên li hemberî parlementerên girtî bi temamî siyasî ye. Dibêjin ger serbest bên berdan, dê birevin. Ma dê Faysal Sariyildiz bireve? Nexêr dê li parlementoyê bimîne.
- Daxwaza parastina bi kurdî bi hinceta ku tirkî dizanin tê redkirin. Hewl tê dayîn kurdî bidin jibîrkirin. Ev her tim wisa bû. Lê tê dîtin ku nayê jibîrkirin. Em di parastinên xwe de dixwazin bi zimanê xwe parastina xwe bikin. Mesele ne ku tirkî dizanin an nizanin. Em li dadgehan wergeran dixwazin. Ew fêm nakin.