Diyarname
Serferandarê HSD'ê Mazlum Ebdî li Civîna Ewlehiyê ya li Munchenê ligel gelek rayedarên payebilind wekî Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Marco Robio, senatorên amerîki, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û gelek kesên din hevdîtin pêk anî.
Ebdi paşê ji bo çapemî jî axivî. Va ne ji wê axaftinê çend gotinên Ebdî yên derketine pêş:
- Niha di warê adresê, di warê nav de hinek pirsgirêk hene. Dema em bi navek tiştek dixwazin hinek bertek tê çêkirin ji teref hikumeta Şamê ve. Lê belê eva mafê me ne, mafên gelê me ne.
- Xisûsiyeta herêmên kurdî, gav hatine avêtin, destkeftiyên hatine bi destxistin têne parastin.
RÊVEBIRINA ÎDARÎ
- Herêmên kurdî ji aliyê îdarî ve bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Rayedarên wê derê ji aliyê wê derê ve bêne diyarkirin, ji derve de destwerdan çênebe.
ALIYÊ LEŞKERÎ
- Ji aliyê leşkerî ve zarokên vî gelî, yên niha di nav YPG/YPJ'ê de di bin sîwana HDS'ê de kar dikin, ew li herêmên xwe bimînin, herêmên xwe biparêzin, berpirsiyariya leşkerî li wê derê de bikin. Ewlekariya hundir dîsa bi saziyên me re bê meşandin.
MESELEYA RÊKFTINÊ
- Bi kurtayî di warê rêveberin, îdarî, ewlehî de xisusiyeteke herêmî hebe. Ez bawerim di vî warî de me gav avêtine. Eger ev rêkeftina em behs dikin di pratîkê de bi cih were dê gelek encamên wê yên erênî hebin.
- Tecrubeyeke me ya ji 2012'en ve heta niha heye, helbet me nekarî tevarî destkeftinan biparêzin lê hinek destkeftiyên me yên esasî hene, di vê îtîfaqê de me kir ku biparêzin, ez bawerim heta astekê me ew parastin jî.
- Saziyên ziman, ên çandî. pêvajoyeke me ya xwendinê hebû ya zarokan, gere ev werin fermîkirin. Li vir hin gav hatine avêtin.
- Helbet hin mijarên me winda kirine jî hene. Lê niha bingeheke hatiye avêtin ji bo em têkoşînê hê xurtir bikin. Em bi xwe wekî gaveke erênî dibîninm. Em dikarin ser vê têkoşîna xwe hê xurtir bikin, û destkeftiyên xwe ên ku winda kirin jî carek din bi paş ve vegerînin.