Diyarname
Heyeta ji OCHA'yê (Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Kar û Barên Mirovî) çû Kobanî û ligel Rêveberiya Xweser civiya.
Heyet ji aliyê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kobanî û nûnerên saziyên xizmetguzariyê ve hate pêşwazîkirin.
Ew li ser pirsgirêkên mirovî û tenduristiyê yên ji ber dorpêçkirina Kobanî derketine û awayê peydakirina xizmetên bingehîn û pêdiviyên şêniyan axivîn.
Piştî civînê, şandeya NY’yê di gel endamên Rêveberiya Xweser, serdana stargehên li bajêr kir da ku şert û mercên jiyanê yên li Kobanî di bin dorpêça berdewam de ji nêz ve bibîne.