logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

Karneya kurdî ya 62 şaredaryên DEM Partiyê: Wan ji bo kurdî çi kir, çi dikin?

  • Dîrok: 19/02/2026
  • Beş: Nûçe

___Azad Altay / MA___

Performansa du salan a şaredariyên DEM Partiyê ya der barê zimanê kurdî de ji kampanyayên hişyarkirinê wêdetir neçûye. 
Ji 62 şaredariyan, tenê 2 şaredariyan kreşên pirzimanî vekirine, 46 ji wan malperên yekzimanî hene û gelek ji wan kirmanckî wekî zimanekî cuda dibînin. Me lîsteyek ji sozên ku hatine bicihanîn û yên ku nehatine bicihanîn berhev kir.

DEM Partî yek ji wan partiyan e ku ji bo polîtîkaya zimanî ya herî berfireh parêzvaniyê dike. Li gorî DEM Partiyê, perwerdehiya bi zimanê dayikê mafeke bingehîn û mijarek hemwelatîbûna wekhev e. Di nav daxwazên navendî yên partiyê de dabînkirina perwerdehiyê bi hemû zimanên di xetereyê de, bi taybetî bi zimanê kurdî, heye.
 
DEM Partî di rêveberiyên herêmî de jî pirzimaniyê diparêze. Kevneşopiya siyasî ya ku DEM Partî jê tê, piştî sala 2009'an polîtîkayên ku diparêze yek bi yek pêk anî. Wekî beşek ji armanca wê ya rêveberiya şaredariyê ya pirzimanî, kurdî li tabelayên li avahiyên şaredariyê hate zêdekirin. Daxuyanî, poster û ragihandin bi du zimanan û carinan jî bi sê an çar zimanan, li gorî demografiya bajêr hatin kirin.
 
Ev xebat, di pêvajoya heyî de jî dewam kirin: 
* Şano, konser û çalakiyên wêjeyî
* Kursên ziman, kreş û atolyeyên zarokan
* Çapkirina çîrokan, pirtûk û kovaran
* Navên park, kolan û navendên çandî

Ev pêvajo di sala 2016'an de bi tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan hat rawestandin. Li gelek deveran, qeyûman tabelayên kurdî rakirin, yekîneyên ku xizmetê bi kurdî pêşkêş dikirin girtin, qurs û baxçeyên zarokan bêbandor kirin û weşanên bi zimanê kurdî bi dawî kirin.
 
SOZÊN DEMA HILBIJARTINÊ 
Di hilbijartina 2024'an de DEM Partî hin soz dan. Va ne xalên ji daxuyaniyên partiyê:
* Kreşên pirzgimanî wê vebin û temamê rojê xizmetê bidin. 
 
* Pirtûkên çîrokan ên pirzimanî, lîstikên zarokan û ferhengên bi wêne ku li kreşan bikar tînin, qurs û vekirina pirtûkxaneyan; projeyên pirzimanî yên çandî dê bêne kirin.

* Di nivîsên şaredarî, ragihandin û daxuyaniyên çapemeniyê de pirzimanî wê bê bikaranîn. 
 
* Midûriyetên parastin û pêşvebirina ziman dê bêne avakirin; kurdî, suryanî, ermenî, erebî û zimanên din dê bêne parastin û xebat bêne kirin.
 
* Tabelayên bajêr, tax, gund, kuçe û kolanan dê pir zimanî bin. Li kada kamûyê dê pano û tabela bi pirzimanî bin. 
 
* Xebatên avakirina cihên wekî Dengbêjxane dê bidomin. 

KARNEYA KURDÎ YA 62 ŞAREDARIYAN
DEM Partî di hilbijartinê de li 3 bajarên mezin, 7 bajaran bi giştî li 78 şaredariyan bi ser ket. Li bajarokek û 2 navçeyan hevşaredaran îstîfa kir, 3 hevşaredar jî ji ber sedemên cur bi cur ji partiyên hatin îşrackirin. Li 10 şaredariyan jî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi kayûman dest danî ser wan.

Niha 62 şaredarî di destên DEm Partî de den. Me xebata ku van şaredariyan di du salên borî de di warên pirzimanî û zimanê kurdî de kirine, lêkolîn kir.

Me ji şaredariyan pirsî ka daxuyanî/weşanên wan bi çend zimanan in, gelo kreşên pirzimanî ji bo zarokan hatine vekirin, karmendên şaredariyê bi kîjan zimanan bi gel re diaxivin û kîjan sozên di bernameyên wan ên hilbijartinê de hatine bicihanîn.
 
Şaredariyên navenda Îdirê û Qers/Digorê bersiv nedan. Agahiyên ku ji hêla şaredariyên din ve hatine parvekirin eşkere kirin ku gelek sozên beriya hilbijartinê nehatine bicihanîn.
 
MALPERÊN 46 ŞAREDARIYAN BI YEKZIMANÎ NE
Her çiqas nêzîkî du sal di ser hilbijartinan re derbas bûne jî, hîn jî gelek şaredarî malperên wan ên yekzimanî hene. 46 şaredarî, malperên wan tenê bi Tirkî ne:
Semsûr/Pinarbaşi, Agirî/Bazîd, Amed/Pîran, Erzirom/Qereçoban, Erzirom/Tekman, Colemêrg/Gever, Îdir, Îdir/Xelfelî, Qers/Dîgor, Qers/Bazarcix, Mêrdîn/Şemrex, Mûş, Mûş/Milazgir, Mûş/Gimgim, Sêrt/Misirc, Şirnex/Gundikê Melê, Şirnex/Deştadarê, Riha/Serêkaniyê, Riha/Curnê Reş, Riha/Wêranşar, Wan/Elbak, Wan/Ebex, Wan/Artêmêt, Wan/Şax, Wan/Qelqelî, Agirî/Navend, Bedlîs/Tetwan, Amed/Bismil, Amed/Erxenî, Amed/Hênê,  Amed/Sûr, Amed/Karaz, Amed/Rezan, Xarpêt/Dep, Mêrdîn/Artûklu, Mêrdîn/Kerboran, Mêrdîn/Dêrik, Mûş/Bulanik, Şirnex/Cizîr, Riha/Hewag, Riha/Pirsûs, Wan/Erdîş, Wan/Westan, Wan/Payîzava, Wan/Serav Agirî/Giyadîn. 
 
Malperên du şaredariyan baş naxebitin, şaşiyê didin der: Amed/Licê û Mêrdîn/Nisêbîn. 
 
Şaredariyên bê malper: Şaredariya Bajarokê Ovakişla yê Bedlîsê, Erzirom/Qereyazî, Şaredariya Mûş/Altinova, Şaredariya Bajarê Mezin a Mûş/Elmakaya û Sêrt/Weyselqaranî.
 
9 ŞAREDARÎ PIRZIMANÎ NE 
Şaredariyên ku malperên wan pirzimanî li Amed û Wanê ne. Şaredariyên ku malperên wan pirzimanî ev in: 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Kurdî/Kurmancî-Kirmanckî/Tirkî/Îngilîzî

Amed/Peyas: Kurdî/Tirkî 
 
Amed/Pasûr: Kurdî/Tirkî/Îngilîzî/Erebî (Piraniya naverokan hişyariya 'di asta çêkirinê' de didin)
 
Amed/Farqîn: Kurdî/Tirkî
 
Amed/Yenişehîr: Kurdî/Tirkî
 
Amed/Xana Axpar (Çinar): Kurdî/Tirkî (Kurdî ne pri çalak e)
 
Wan/Rêya Armûşê: Kurdî/Tirkî
 
Wan/Bêgir: Kurdî/Tirkî
 
Wan/Tûşba: Kurdî/Tirkî
 
DAXUYANÎ BI PIRANÎ PIRZIMANÎ NE
Performansa şaredariyan a li ser medyaya sanal, li gor a malperên wan baştir e. Gelek şaredarî, postên xwe bi piranî bi tirkî û kurdî par ve dikin. 
Lêbelê, hin şaredarî jî hene ku daxuyaniyên xwe tenê bi zimanekî (Tirkî) dikin.
3 şaredarî tenê daxuyanî/postan bi tirkî belav dikin. 5 şaredarî hin ji daxuyanî/postên xwe bi kurdî dikin. 2 şaredarî daxuyanî/postan bi zêdetirî 2 zimanan dikin.
 
Hin şaredarî (bi taybetî bajarok) hesabên wan ên medyaya sanal çalak nîn in. 
 
Şaredariyên ku daxuyaniyên wan tenê bi zimanekî ne: Agirî/Giyadîn, Amed/Licê û Erzirom/Qereyazî
 
Yên ku bi piranî yekzimanî ne: Agirî/Navend, Xarpêt/Dep, Şirnex/Cizîr, Riha/Hewag, Mêrdîn/Nisêbîn.
 
Şaredariyên ku daxuyaniyên wan zêdetirî du zimanan e ev in: Mêrdîn/Artûklu (Tirkî, Erebî, Kurdî û Suryanî), Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (Tirkî, Kurdî û Îngilîzî)
 
TENÊ 2 ŞAREDARIYAN GAV AVÊT: 4 KREŞ HATIN VEKIRIN
Armanca herî mezin a DEM Partiyê der barê zimanê kurdî de vekirina kreşên pirzimanî li her bajarî bû. Ev armanc di beyannameya wan a hilbijartinê de jî hatibû destnîşankirin. 
Lêbelê, rewş ji demên berê jî paşde maye.
Tenê du şaredariyan di vî warî de gav avêtine.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Zarokistana 450 Evler û Zarokistana Bagcilarê vekirin.
 
Şaredariya Peyasê her wiha Zarokistana Xalxalok û Zarokistana Perperik vekirin.
 
GUNEŞ: 600 MALBAT SERLÊDAN KIRIN
Cîgirê Şaredarê Peyasê Yilmaz Guneş li ser mijarê axivî û destnîşan kir ku dîroka kreşên zarokan ên pirzimanî yên bi navê Zarokistan hatine vekirin heya sala 2014'an diçe.

Guneş bi bîr xist ku nêzîkî 20 kreşên zarokan li Amed, Mêrdîn, Culemêrg û gelek bajarên din hatine vekirin û got: "Heta sala 2016'an 36 kreşên zarokan hatine vekirin. Lêbelê, di sala 2016'an de, bi tayînkirina qeyûman re, êrîşek li ser saziyên ziman çêbû. Kreş hatin girtin û mamoste ji kar hatin avêtin. Di salên 2019 û 2023'yan de dersên ziman ji nû ve hatin destpêkirin. Nêzîkî 170 zarok li Xalxalok û Perperokê perwerdehiya pirzimanî dibînin. Lêbelê, daxwaz pir zêdetir e. 600 malbatan serlêdan kiribûn."
 
PEYAS DÊ 2 KREŞÊN DIN JÎ VEKE
Guneş diyar kir ku ew armanc dikin ku îsal du kreşên zarokan vekin û got: "Ji bilî vê, heftane 32 saet perwerdehiya pirzimanî tê dayîn. Me Meclisa Ziman ava kiriye. Em armanc dikin ku xebata xwe di warê ziman û çandê de zêde bikin. Bangên alîkariyê têrê nakin; divê em hewlên xwe bilezînin û xurt bikin. Daxwaza gel pir zêde ye. Rastiya ku şaredarî hîn jî vê daxwazê pêk naynin, cihê rexneyê ye."
 
Şaredariyên Licê û Pasûrê ragihandin ku wan ji bo vekirina navendên etutê serlêdan kirine lê bi astengiyên qeymeqamtiyê re rû bi rû mane. 
 
ÊN KU ATOLYEYÊN KURDÎ LI DAR XISTIN
Hin şaredariyên ku kreşên zarokan venekirine ragihandin ku atolyeyên zimanê kurdî li dar dixin.

Şaredariyên ku dem bi dem atolyeyên li dar dixin ev in: Seravê, Mûş, Gimgim, Bulanik, Payîzava, Xana Axpar, Pîran, Pasûr, Licê, Farqîn, Yenîşehîr û Rezan.
 
Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kursên Kurdî, Ermenîkî û Suryanî li dar dixe; Rêya Armûşê kursên Kurdî û Farisî li dar dixe; û Şaredariya Peyasê atolyeyên Kurdî û Îngilîzî li dar dixe.
 
TENÊ MIDÛRIYETEK HAT AVAKIRIN
Ji 62 şaredariyan, tenê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Midûriyeta Parastin û Pêşxistina Ziman ava kir.
 
Rêya Armûşê Komîsyona Zimanên Zindî ava kir, Şaredariya Peyas û Şaredariya Rezanê jî meclisên ziman ava kirin.
 
Hin şaredarî di bin Midûriyeta Çand û Karûbarên Civakî de xebatên ziman dikin.
 
TABELAYÊN LI NAV BAJÊR BI PIRANÎ YEKZIMANÎ NE
Di dema ku qeyûm li ser kar bûn de, zimanê Kurdî ji tabelayên hin şaredariyan hat rakirin. Yekem tişta ku şaredariyan kirin ev bû ku van tabelayan ji nû ve wergerandin bo gelek zimanan. Lêbelê, gelek tabelayên şaredariyan ên li bajêr hîn jî yekzimanî ne.
 
ZARAVAYÊ KURDÎ WEKÎ ZIMANEKÎ CUDA DIBÎNIN!
Xalek din a ku di bersivên şaredariyan de derketiye pêş ew e ku zaravayê Kirmanckî yê Kurdî zimanekî cuda ye. Di bersivên gelek şaredariyan de hat gotin ku tabela bi sê zimanan in û Kirmanckî û Kurmancî wekî zimanên cuda hatine nîşandan.
 
LI SERHEDÊ MALA DENGBÊJAN TUNE YE
Ji bo avakirina cihên çandî yên wekî Mala Dengbêjan tu gav nehatine avêtin. Ji bilî Mala Dengbêjan a ku di salên berê de li Amedê hat avakirin, tu cihên din ên naskirî nînin.
 
Li Herêma Serhedê ku kevneşopiya Dengbêjiyê lê xurt e, ji bo piştgiriya wê gavek jî nehatiye avêtin.
 
Tenê hin navendên çandî yên di bin şaredariyê de û cihên girêdayî rêveberiyên çandî performansên Dengbêjan li dar dixin.
 
NAVÊ PARKA KU DÊ LI AMEDÊ BÊ ÇÊKIRIN: NATURAPARK
Gelek bajaran park û bulwarên nû çêkirin. Navên ku li van parkan hatin dayîn ku cihên giştî yên populer in, bi gelemperî bi Tirkî an Îngilîzî ne.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vê dawiyê avakirina du parkên nû ragihand. Yek ji van parkan dê bi navê Parka Bajarê Mezopotamyayê were binavkirin.
 
Ya din ku wekî "Parka ekolojîk a herî mezin a Amedê" hat ragihandin, dê bi navê Naturapark were binavkirin.
 
Hin şaredariyan navên parkan bi du zimanan danîn. Şaredariya Agiriyê du park bi navê Jin û Aştî çêkirin.
 
Navên ku ji hêla 62 şaredariyan ve ji cihên wekî xaçerêyan, park û pirtûkxaneyan re hatine dayîn bi gelemperî bi Tirkî ne. Wekî din, navên rewşenbîr û nivîskarên Kurd jî li van cihan hatine kirin. 
 
XEBATÊN AVAKIRINA HESTIYARIYÊ
Şaredariyan di vê heyamê de bêtir bal kişandin ser kampanyayên hişyarkirinê. Beşeke mezin ji çalakiyên wekî şano, sînema û konseran pirzimanî bûn.
 
Bi rêya hevpeyvîn û atolyeyan girîngiya xebatên Kurdî hat destnîşankirin. Kampanyayên reklam û pankartan jî bi du zimanan hatin lidarxistin.
 
Wêneyên rewşenbîr û nivîskarên Kurd li deverên cuda yên bajaran hatin danîn û helbestên helbestvanên Kurd wekî tabela li kolanên sereke hatin nîşandan. Etîketên firotanê yên Kurdî li bazaran hatin belavkirin.
 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Parêzeran ji bo E.A'yê çalakî lidar xistin

ad

Vexwendina Kargeha Wergerê

ad

Li Qamişlo hêzên rejîmê êrîşê çalakiya 12’ê Adarê kirin

ad

Li peravên torê torên evînê

ad

Bi yekdengî gotin: ‘Norşîn’

ad

Aqûbet bi serê Tirkiyeyê de be

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname