___Yaşar Eroglu___
Daçek ew hêmanên ziman û hevokan in ku wateyê teqez dikin, bi awayekî rêkûpêk fêmkirina mebestên bi riya hevokan tên derbirîn, bi cih tînin. Her hevokek mebest û darezekê pêk tîne û armanca hevokê dibe serî. Hevok, wate, mebest û daraz bi hev re girêdayî ne.
Heta niha ez li rastî dahûrandineke (analiz) yekpare li ser daçekan nehatime, dibe ku hebe jî min nedîtiye, ez ê di vê gotarê de li ser vê mijarê rawestim. Ji bo ku em mijarê baş bihonin û bidin fêmkirin divê serê pêşîn wate çi ye em diyar bikim.
Wate
Wate bi riya mebestê vegotin û derbirîna darazê ye. Her hevokek darazekê dihewîne. Tu car meriv xwe, bi xwe re tiştekî naaxive, hewce nabîne, pêdiviya radigahandina tiştekî xwe bi xwe re nake. Her tim armanca têkiliyê yekî/e din e, ango kesên din an jî endamên civakê ne, têkiliyê bi yekî/e din re datîne. Her wiha bi danîna têkiliyê re mebest û daraz; pê re jî wate derdikeve. Ku meriv bixwaze tiştekî bi riya têkiliyê ragihîne kesên din hewce ye meriv hevokekî saz bike, mebesta xwe bi riya hevokê ragihîne kesên din. ‘Ez diçim dibistanê’ , ev hevokek e û mebesta çûna dibistanê didêrîne û darazekê diderbirîne. Ya ku di vê hevokê de derketiye holê wate ye. Di vê hevokê de daçek nîn e lê wateyek û darazek heye. Wate derbirîna mebestek û darazekê ye.
Zimanê ramanî, civaki, perwerde, ragihandin û hwd tenê aîdî mirovan e. Tenê mirov dikare bi van hêmayan ziman bi kar bîne. Ancax meriv dikare mebesta xwe bi riya ziman ragihîne merivekî yan merivên din. Yanî hêmanên sereke meriv in. Meriv di navbera xwe de jiyaneke civakî pêk tînin. Her yek bi tiştekê re mijûl e. Bivê nevê têkiliyan bi hev re datînin û bi riya ziman xwe îfade dikin. Her têkilî bi riya ziman saz dibe, ziman jî bi riya hevokan dirûv digire. Eger di mînaka me de, hevok bi awayê ‘Ez dibistanê’ saz bibe mebest, daraz û wate dernakeve, hevok bê wate dibe. Divê ji bo ku di mînaka me de wate pêk bê lêker di hevokê de hebe û bibe; ‘Ez diçim dibistanê.’
Daçek
Di zimanê malbata hînd-ewropî de daçek peywireke taybet digirin ser xwe. Kurdî kurmacî jî zimanekî ji vê malbatê ye. Taybetiya daçekan ev e ku her yek peyvekê temsil dike lê tenê bi serê xwe wateyên wan nîn in. Rist û rola wan ew qas girîng e ku ew nebin hevok wateya xwe nikarin teqez derbirînin. Tenê serê xwe bê wate ne lê temamker û îfadekerên hevokê ne. Ew nebin wate temam nabe, mebest û daraza hevokan pêk nayê.
Hevokên sade gelek caran bê daçek in. Hevokên ku bi alîkariya daçekan ava dibin wateyê temam dikin. Karê ku pêk tê bi daçekan xurt û temam dibe, berevajî vê yekê be wate yan şêlû dibe yan jî tam dernakeve. Bi çend mînakan em rewşa daçekan çawa pêk tê diyar bikin. Lêkerên li xwe kirin û ji xwe kirin vê mebestê herî zelal didin xuyakirin. Gava em bêjin, min kinc li xwe kirin tê fêmkirin ku em kincan li ser xwe dikin lê kingê ku em bêjin, min kinc ji xwe kirin wê gavê wate dibe min kincên xwe li ser xwe derxistine. Her wiha ji wê bike, bi wê bike, bi heman rengî wateya karê tê kirin diguherînin. Bala xwe bidinê bikaranîna heman lêkeran bi daçekên li, bi û ji ve çawa guherî.
Rista daçekan di hevokan de
Di zaravayê kurmancî de daçekên sade û daçekên bazindek hene. Em pêşiyê li ser daçekên sade bisekinin. Daçekên sade ev in; li, bi, ji.
Daçeka li di hevokê de çi peywirê digire?
Peywira daçeka li di hevokê de diyarkirina cih e. Kar li ku derê bûye, heyber an jî candar li ku ye diyar dike.
1- Diyarkirina cih di nav gelek qadan de cihekî ne diyar amaje dike: Li bajêr, li mal, li welêt. Li bajêr lê li ku dera bajêr; gelo li kolanê, li taxê, li parkê? Li li mal, li ku dera mal; lê li odeyê, li aşxaneyê, li şaneşînê? Li baxçe, lê li ku dera baxçe; li bin daran, li ber sûrê, li çardaxê, em teqez nizanin.
2- Hebûna li cihekî sabit diyar dikin. Li ser maseyê, li bin darê, li rex, li çem…
3- Li lêkerçêker e. Li dar xistin, li hev anîn, li hev kirin, li ber xwe dan … Diyar dibe ku daçeka li wateya ku bi cih re eleqedar e temam dike û hevok wateyê teqez sikin.
Daçeka bi di hevokê de çi peywirê digire?
1- Daçeka bi di hevokê de li gorî peywira lêkerê erka pê ve bûn û pê ve kirinê bi cih tîne. Ez bi wesayîtê çûm. Bi çi çûm? Bi wesayîyê çûm. (pê ve bûn) Ev kar ancax bi destê me tê kirin (pê ve kirin), bi kesên din ne pêkan e. (pê ve bûn)
2- Erkeke daçeka biyê ya din jî lêkerçêkirin e. Bi ser ketin, bi kar anîn, bi dawî kirin…
3- Her wiha daçeka bi di hevokê de hokerê û têrkerê darîçav dike, çawaniya lêkerê didêrîne. Şivan bi şev çû guhira pêz, ez bi lez çûm dibistanê. Di hevoka pêşîn de daçeka bi riya hokerê pirsa kengî çû dibersivîne, di hevoka dudan de jî daçeka bi pirsa çawa çû dibersivîne û çawaniya lêkerê diderbirîne.
Rista daçeka ji di hevokê de.
1- Daçeka ji di hevokê de wateya veqetîn-veqetandina tiştekî-pêkhatinekê bi cih tîne. Ez ji sînemayê hatim. Ji nav ciwanan derket. Pişta xwe daye sînemayê, berê xwe daye kesê pê re dixave. Ji ciwan qetiyaye êdî jê dûr ketiye.. Bala xwe bidinê veqetîna ji cihekî-tiştekî û gihiştina cihekî di hevokan de pêk tê.
2- Her wiha peywireke daçeka ji jî çêkirina lêkeran e; weke, jê (ji wê/î) kirin, jê (ji wê/î) birin, jev ji hev) qetîn. Daçeka ji dema lêkeran çêdike mîna daçeka li û bi bi serê xwe çênake bi giştî bi awayê kelijî weke jê pêk tê.
3- Peywireke daçeka jiyê jî ev e; ji bo kesên ku hev nas nakin dixwazin kesê/a nenas ji aliyê war, bajar û welatê xwe aîdî ku derê ye diyar bike tê bikaranîn. Weke mînak; Tu ji ku derê yî? Ez ji Bedlîsê me.
Daçekên bazindek
Di … re
Di zaravayê kurmancî de bi serê xwe daçeka di tune ye. Daçeka di di formên kevn ên wêjeya klasîk de û di hinek stranên dengbêjiyê de maye. Di roja îroyîn de forma daçeka di êdî nayê bikaranîn an jî di rewşên awarte de tê bikaranîn.
Daçeka bazindek di … re di zaravayê kurmancî de ji bo rewşên tevgerê û hêlan derbasdar e. Em meriv an jî heyberan weke navenda heyînê bihesibînin, li gorî navendê pêkhatina tevgerê bi di … re tê bikaranîn, hêl li gorî wê navendê diyar dibin. Di ber çavan re derbas bû, di bin re çû, balafir di ser ewran re firiya, di rex-kêlek-nik-cem wî re hat, di pişt malê re derbas bû. Ji qalibên hatin dayîn jî tê fêmkirin ku tevger li ser hêlan dibe û wateya hevokê li gorî wê derdikeve. Di vir de tiştê em bala xwe bidinê di pêkhatina daçeka bazindek de hêl tev li gorî sekna (navend) meriv, heyber an heywanan paralel in; di ber re, di ser re, din bin re, di pişt re ….
di … de
,Daçeka bazindek di … de jî mîna daçeka li cih diyar dike lê cihekî sabit nîşan dide ku ji wî cihî pêştir cih nîn e û hundirê cih îfade dike. Ling di solê de ye, komir di sobeyê de ye, xwarin di qoşxanê de ye, meriv di odeyê de ye.. Di hemû mînakan de hevok nav-hundirê cih amaje dike. Ango nabe ku em bêjin, ‘komir li sobeyê ye’, ‘xwarin li qoşxaneyê ye.’
Ji … re
Daçeka bazindek ji … re hewceyî û sedema bûn, kirin an jî pêkhatinê nîşan dide. Têkildarî vê yekê bersiva pirsa ji çi re, ji kê re dide. Pirî caran tê wateya qalibê ‘ji bo’ jî. Xwarinê ji te re tînim, ez ji te re dibêjim, ji te re nebe ji kê re ye?
Bi … re
Daçeka bazindek a bi … re temamkera liv, lebat û tevgera ku araste bibe, arastebûyî ya pê ve bûn û pê ve kirinê ye. Tenê bi serê xwe daçeka bi statîkbûn û lebateke tebat (pasif) didêrîne. Bazindeka bi … re tevgereke pê ve bûn û pê ve kirin û pê ve çûnê diderbirîne. Gava meriv wateya wê ya tirkî re bide ber hev wateya ‘birlikte, beraber, ile’ derdixe. Em bi mînakan têgihiştina wê safî û zelal bikin: Bi min re were ser kar. Bi bê re baranê dest pê kir. Bi vebûna zimanê wî re em ketine nav sergêjiyekê, na keko ez bi te re nayêm. Di mînakan de hevok liv û lebatekê, berpêbûnekê dest nîşan dikin.
Bi … de
Bazindaçeka bi … de di hevokê de wateya ji jor ve ber bi jêr tîne cih. Eger tiştê tê kirin an pêk tê mêyla wê bi ser ve be, ne paralel be hevok bi bazindaçeka bi … de ve ava dibe: Cendirmeyan bi ser gund de girt, her tişt bi ser min de ma, belayeke bêserî bi ser min de hat, ez nikarim jê xilas bibim.
Bi .. ve
Bibazindaçeka bi .. ve jî peywira pê ve kirinê bi cih tîne. Li gorî beramberiya tirkî wateya ‘vasıtasıyla, aracılığıyla, yoluyla, -e,a ile’ pêk tîne. Bi gotina wî ve dinya xira nabe, kaxiz bi derî ve bizeliqîne, derman bi avê ve tê xwarin. Rewşeke awarteya ya wê heye divê birêsera hevokê meriv nebe; yanî hevok weke bi min ve nebû, bi te ve nasekine, bi Hesen ve dide kirin, Rewşenê ve dibe nayê sazkirin. Eger hewce be di van rewşan de divê hevok wiha bên sazkirin; bi ya min nebû, bi ya te nasekine, bi Hesen dide kirin, bi alikariya Rewşenê dibe.yan jî hevok dikare wiha bê sazkirin; li gorî min, te, Hesen, Rewşenê…
Ji … ve
Ji … ve bazındekeke wiha ye ku dem û hêla tevgerê dide xuyakirin. Cihê ku daçeka bazindek tê bikaranîn mêyla wê li ser diyarkirina dem û hêla tevgera ku pêk tê ye. Weke mînak; ji aliyekî ve hêvî, ji aliyê din ve hesret li pêş wan bû, ji derve ve çawa dixuyê ne wisa ye, ji nişkê ve hatin, ji duh ve baran dibare, şepe ji jor ve hat.
Di dawiya vê analîzê de em navên çend daçekên ku bi hev re bûne yek û kelijîne diyar bikin.
Daçeka pê = bi wê= pê anî
Daçeka tê= di wê= tê de av heye
Daçeka jê= ji wê: jê bixwaze
Daçeka lê= li wê= lê anî
Daçeka pev= bi hev= pev re çûn
Daçeka jev= ji hev= jev naqetin
Me bi analîza daçekan zelal kir ku daçekek jî nebe yan jî ji hevokê bikeve wate xira dibe, mebest û daraza hevokê nayê fêmkirin. Ji ber vê jî daçek di zaravayê kurmancî de pir girîng in, wateyê xurt û temam dikin. Di zaravayên din ên kurdî de daçek kêm bûne, hinek ji holê rabûne lê di zaravayê kurmancî de daçek pir û xurt in û berfireh tên bikaranîn. Bê daçek wate û hevok rijî dibin, daçek weke wî rûnî ne ku diranê makîneyan pê didin şixulandin. Em bi rihetî dikarin bêjin daçek çêj û şîreya wateyê û ruhê hevokan in.
***
Nivîsa Yaşar Eroglu ya berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'
-


