Diyarname
Komîteya Amadekar a Newrozê xebatên xwe yên ji bo Newroza îsal didomîne. Di vê çarçoveyê de hunermendên dê li Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê diyar bûn.
Li Amedê wê roja 21'ê mehê Newroz bi girseyî bê pîrozkirin. Koma Agirê Jiyan, Zeynep Casalini û Alend Hazim wê derkevin ser dikê.
Li Wan û Stenbolê roja 22'yê mehê Newroz tê pîrozkirin. Li Wanê wê Koma Agirê Jîyan û Koma Rojhilat, li Stenbolê jî wê Koma Amed û Suavî li ser dikê bin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Va ye bajar bi bajar bername û diruşma Newroza îsal


