logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Zilamek û Zimanek

  • Dîrok: 06/03/2026
  • Beş: Serbest

 

___Deham Ebdilfettah___

Ne zilam kurd e û ne zimanê ku temenê xwe bo wî terxan kiribû kurdî ye. Lê digel wisan jî ev zilam û ew ziman bûne nimûneya herî guncav bo vejandina zimanê kurdî!

Di sala 1997'ê de nivîskar Arif Zêrevan li Swêdê pirtûkeke rênivîsê amade kiribû. Pêşgotina wê pirtûkê zimanzan û zanyarê amerîkî Michael Chyet, birêveberê pirtûkxaneya Kongiresê li Washingtonê nivîsiye.

Di pêvajoya pêşgotinê de Michael Chyet gotina xwe arastî rewşenbîrên kurd dike, dibêje: "Gerek hûn sûdê ji ezmûna birayên xwe yên cihû werbigirin û li ser rêbaza wan zimanê xwe vejînin…"

Ev gotina Chyet bo min balkêş bû. Min qet tiştek ji wê ezmûnê nizanîbû. Piştî lêpirsînê min bihîst ku C. Bedirxan di kovara Hawarê de (hejmar 40, sal 1942) gotarek bi sernameya “Zilamek û Zimanek” nivîsiye. Ez li wê gotarê vegeriyam û min ew bi hûrbînî xwend. Li dawî ez seyr û matmayî mam!

Eliezer kurê Yehûda mirovekî cihû ye. Malbata wî ji mêj ve li Rusyayê niştecî bûye. Di zarotiya xwe de Eliezer bi dapîra xwe ve girêdayî bû, di hembêza wê de radiza. Dapîra wî her şev çîrokek an çîvanokek ji tirajediya dîroka kevnar jê re digot. Bi demê re Eliezer mezin dibû. Çîrokên dapîra wî jî di serê wî de mezin dibûn, di giyanê wî de dibû xem û xewn û xeyal û di serê wî de pêl didan.

Di sala 1877'ê de şer di navbera dewleta Osmanî û Ewropayê de rawestiya. Di encamê de Ewropa bi ser ket û Osmanî vekişiyan. Wê hingê sînor di navbera Rusya û Ewropayê de vebûn. Sala 1878'ê Eliezer berê xwe da Ewropaya rojava û li Fransayê bi cî bû.

Li Parîsê 3 salan zimanê ibrî li ber destê haxamekî (rêberekî cihû) xwend. Dawî keça seydayê xwe bi hevjînî xwest û biryar da ku biçe welatê bav û kalan. Berî ku derbasî ser xaka welêt bibin, Eliezer û hevjîna xwe soz dane hev ku ew û zarokên xwe bi ibrî tenê bi hev re biaxivin.

Bi vê yekê jî dema zarokên wan diketin nav zarokên cîranan nizanibûn bi wan re bipeyivin, zarokan bo wan digot (zarokên lal) û bo mala wan digotin (mala lalan). Li hêleke dî Eliezer karibû di civaka xwe de dostinan peyda bike, wan fêrî zimanê ibrî bike û hin caran rewşa jiyana miletê cihû bi wan re bîne rojeva gotûbêjê. Piştî van çalakiyan Eliezer karibû rojnameyeke bi zimanê ibrî derîne û wê li xwendevanên xwe belav bike!

Di sala 1922'yan de Eliezer kurê Yehûda bi dilekî aram û hêmin çavên xwe girtin û xatirê dawî ji zarokên xwe dixwest. Ew zarokên ku bi xizanî û belengazî ew mezin kirine, wekî ku wî digot: Dema ku ez dibînim zarokên min nanê tisî dixwin û bi zimanê ibrî bi hev re diaxivin ez gelekî kêfxweş dibûm, dilê min bi kêf perwaz dide.

Bi rastî jî diyardeyeke balkêş e, mirov seyr dimîne beranberî zilamekî wekî Eliezer kurê Yehûda û zimanekî mîna zimanê ibrî ku ew ji kêferata mirinê rizgar kir û ew kir zimanekî zindî li asta zimanê dezgeh û saziyên dewletê!

Pirsa serê her pirsê ev e:

Gelo Eliezer kurê Yehûda ew hêz û baweriya bêsînor ku pê gihîşte vê encama dîrokî ji ku jê re hat!?

Rastiya rast ew e ku hêza Eliezer hêza wê baweriya bêsînor bû ku dapîra wî bi wan çîrokên xwe yên rast û evsane dadiwerivandin xwîna wî. Paşê wan haxam û bawermendên kilîseyan bi gotegotên xwe yên ji Tewrat û Telmûdê dîroka şahên îsarîliyan û şaristaniya Orşelîmê di serê wî de diçandin, wekî jînenîgariya şah Silêmanê pêxember kurê Dawûd ku desthilatî li mirov, cin û teyr û tilûran dikir, xwedanê gustîlka cadoyî û çîroka amadekirina Belqîsê şaha Yemenê …

Bi wan çîrok û gotegotên dilxweşker Eliezer xwe şahnaz û serfiraz didît. Li hêleke dî ew Orşelîma ku di serê Eliezer de kiribûn bihuşta cîhanê, lê di çavên dijminan de (aşûrî, babilî) ew wekî bertalanekî hêsan:

1. Sergonê aşûrî yê duyem desthilata di navbera 751- 729'ê BZ de kiriye. Sergon di vê navberê de êrîş bir ser Orşelîmê, ew wêran kir, hemû nişteciyê wê piçûk û mezin dîl kirin û wekî koleyan bi hev girêdan û berê wan da Nînewayê paytexta Aşûriyan.

2. Piştî ku nêzî 250 sal di ser wêrankirina aşûriyan re derbas bûn, careke dî Orşelîm hat wêrankirin. Di sala 586'ê BZ de şahê Babilî Nebûxed Nesir êrîşî Orşelîmê kir, ew wêran kir, kevir li ser kevir nehişt û hemû xelkên wê dîl kirin, ew kirin kole û ajotin Babîlê.

Ev her dû bobelatên kujer û wêranker di xwîna Eliezer de bûbûn gerdelûleke tirajîdî û di serê wî de pêl didan, berê wî didan asoyên hêviyan.

Li dûmahiya mijarê pirsek xwe dide pêş: Gelo rastiya mebesta dilê Celadet Bedirxan ji weşandina vê mijarê çi bû!?

Ji destpêkê me amaje pê kiribû ku Michael Chyet bi zelalî ji kurdan xwestiye ku sûdê ji ezmûna Eliezer werbigirin û li ser wê rêbazê li zimanê xwe bibin xwedî!

Li gora ku ez Celadet ji paşxaneya jînenîgariya wî dinasim, mebesta dilê wî ne tenê xwendevan çîrokeke balkêş bixwînin û kêlîkekê pê kêfxweş bibin, lê belê da ku ew jî wekî Eliezer xwe bibînin xwedan zimanekî binpêkirî û welatekî dagirkirî û li ser rêbaza wî hewldana vejandin û rizgarkirinê bikin! Ked û xebata Celadet jî di ber ziman û rêzimana kurdî de bêguman vê mebestê diçespîne!

Amûdê, 10.2.2026

Rûdaw

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Ebdî li ser heyeta ku here Şamê, alê, Kobanî, Minbicê û tiştên din axivî

ad

Pandayan jî serî hilda

ad

5 kes hatin girtin, Yildirim û ên din hatin berdan

ad

Romana trajediya keç û bûkan

ad

Gavek nû: Sirûda neteweyî bi 3 zimanan dê bê xwendin

ad

Li Taksîmê rengên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname