Diyarname
Piştî belavbûna xebera mirina siyasetmedar Salih Muslim gelek kesî û saziyan peyam belav kirin.
Va ne ew peyam:
NÊÇÎRVAN BARZANÎ: JIYANA XWE BO MAFÊ REWA YA KURDAN DERBAS KIR
- Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî di peyama belav kir de wisa got: Xwedêjêrazî Salih Muslim jiyê xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê kurd derbas kir. Wekî lîderekî diyar ê kurd li Sûriyeyê, di qonaxên cuda yên tekoşînê de xwedî rolek berbiçav bû. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike, hedar û aramiyê bide malbat û dostên wî.
MEZLÛM EBDÎ: 40 SALAN ROLEKE MEZIN LÎST DI TÊKOŞÎNÊ DE
Me bi dilêşî û xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya Endamê Desteya Hevserokatîya PYD'ê Salih Muslim bihîst. Bavê Welat, bavê şehîdekî, dostekî nêz, pêşengekî mezin, siyasetmedar û welatparêzekî kurd yê hêja bû. Di 40 salên borî de rolekî mezin di têkoşîna azadîya gelê kurd de lîst û gelek caran ji aliyê rêjîma Baasê ve hat girtin û sirgûnkirin. Her wiha, bavê Welat di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de rolekî pêşeng lîst. Em ê şopa şehîdê doza gelê kurd bavê Welat dewam bikin heta hêvîyên wî bicih bînin. Serê malbatê, PYD û yê gelê Kurd sax be.
BAFIL TALABANÎ: DI MIJARÊN NETEWEYÎ DE ROLEKE GIRÎNG LÎST
Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî: “Ez ji ber koça dawî ya Endamê Hevserokatiya PYD'ê Birêz Salih Muslim pir xemgîn im.
Ez sersaxiyê ji gelê Rojavayê Kurdistanê, hevalên PYD’yî û xizmên serbilind yên Birez Salih Muslim re dixwazim.
Birêz Salih Muslim, wekî yek ji serkirdeyên navdar yên Rojavayê Kurdistanê, di mijarên netewî de roleke girîng lîst û têkiliya wî ya xurt bi YNK'ê re ji bo parastina mafên gelê me faktoreke bihêz bû di yekîtiya me de.
Bila giyanê hevalê nemir Salih Muslim heta hetayê di aştiyê de bimîne. Bila Xwedê aramî û teselîyê bide her kesî.”
KNK: MIRINA WÎ XESAREK GELEK MEZIN E BO SIYASETA KURDAN
- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK): Bavê Welat siysetmedarekî şareza û yek ji pêşengê Şoreşa Rojava bû û di heman demê de endamê KNK’ê bû. Bavê Welat di hemû jiyana xwe di nav têkoşîn û xebata welatparêzî- niştimanî de bi ruheki neteweyî û can fidayetî di nav xebatê de bû
Bê guman koça dawî ya Bavê Welat xesaretek gelekî mezin bo siyaseta kurdî ye û nemazê bo Şoreşa Rojava jî. Bavê Welat bi mîrasa têkoşînê ku li pêxwe hiştiye dê di wijdana gelê kurd de zindî bimîne.
Em wekî KNK di vê dema xemgîn de sersaxiyê bo gelê Kurdistan, malbatê, heval û hogirên wî dixwazin. Bê guman bi serxistina doza gelê kurd xewn û xeyalên bavê Welat bo serkeftin û azadîyê bi cîh bînin û di heman demê de em soz didin ku bi hemû hewlên xwe xewnên bavê Welat bo yekrêzî û yekbûna gelê kurd bi cîh bînin.
PYD: BEŞDARÎ NIRXÊN TÊKOŞÎN Û AZADIYÊ BÛ
PYD: Salih Muslim bavê Welat, ku jiyana xwe ji bo xizmetkirina doza gelê xwe û parastina mafên wan ên rewa tekoşîn kir. Bi salan xebatên siyasî û rêxistinî, wî beşdarî avakirina nirxên têkoşîn û azadiyê kir, di dîroka partî û tevgera neteweyî ya kurd de şopek mezin hişt. Navê wî wê di bîranîna hevalên xwe û gelê xwe de wekî mînakek fedakarî, têkoşîn û fedakariyê ji bo doza ku ew bawer dikir bimîne.
MESRÛR BARZANÎ: BILA CIHÊ WÎ BIHUŞT BE
- Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî: Ji bo koça dawiyê ya siyasetvanê diyar ê kurd Salih Muslim, sersaxiyê li malbat, kesûkar û hevalên wî dikim û hevparê xema wanim. Xwedayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û aramiyê bide malbat û kesûkar û hevalên wî.
TUNCER BAKIRHAN: WÎ JI BO PÊŞEROJA RIZGARIYA GELÊ XWE KEDEK PÎROZ DA
- Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan: Endamê Konseya Hevserokatiya PYDê Salih Muslîm îşev koça xwe ya dawî kir. Em pir xemgîn in. Salih Muslîm ji bo rizgariya gelê xwe, ji bo siberoja welatê xwe kedeke pîroz, xebateke bêhempa li dû xwe hişt. Em ê her tim deyndarê wî bin. Oxir be Bavê Welat. Tu yê her tim di têkoşîna me de bijî.
TEVGERA GORAN: EW TÊKOŞEREKÎ DILSOZ BÛ
Tevgera Goran: Serkirdeyê nemir kesayetiyekî welatparêz û têkoşerekê dilsoz bû ku tevahiya jiyana xwe ji bo xizmeta doza rewa ya gelê kurd terxan kir. Bi awayek ku ew ne tenê serkirdeyekê siyasî bû, belkî ew sembola berxwedan û fedakariyê bû. Wekî bavekî şehîd, wî êş û azarên gelê xwe bi kûrahî hîs kir û têkoşîna rizgariya netewî bi xwîna hezkiriyên xwe û hevalên xwe pîroz kir.
Di vê dema dijwar de, em wekî Tevgera Goran sersaxiyên xwe yên kûr ji malbata wî, Tevgera Kurdistanê, gelê berxwedêr yê Rojavayê Kurdistanê û hemû hevalên wî re dixwazin. Em ji Xwedê dixwazin rehma riha wî şad bike, aştî û sebir ji bo hemûyan bibexşe.
WEHAB HELEBÇEYÊ: WINDAKIRINA BAVÊ WELAT BÛYEREKE TRAJÎK E
Berpirsê Hêzên Dijî Terora Silêmaniyê Wehab Helebçeyî: “Em ji bo koça dawî ya kesayetiyekî mezin wekî heval Salih Muslim sersaxiyê ji gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê û Kurdistana mezin re dixwazin.
Windakirina Bavê Şehîd Welat (Salih Muslim) ji bo gelê me bûyerek trajîk e. Lê em piştrastin ku gelê kurd gelek mirovên din yên mezin li ser piyan hene, da ku cihê heval Salih Muslim vala nemîne.
SEZGÎN TANRIKULU: BO SURIYEYEK DEMOKRATÎK TÊKOŞIYA
Mebûsê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu: Salih Muslim ê ji Rojava-Suriyê ji bajarê Kobanî wefat kirîye. Xemgîn im. Salih Muslim rêvebirek siyasî û civaka sivîl bû ku xwendina xwe li Unîversîte ya Teknîk ya Îstenbolê (İTU) li Tirkîyeyê xelas kiribû û di hemû jiyana xwe de ji bo Surîyeyek demokratîk û mafên bingehîn yên pêkhateyên Surîyeyê têkoêşîn kiribû û li Tirkîyeyê jî bi xaliyê sor hatibû pêşwazî kirin. Di têkoşîna xwe ya li dijî ÎŞÎD'ê de kurê xwe jî ji dest da û têkoşîna xwe domand. Ji malbata Salih Muslim, ji merivên wî û ji gelê me re sersaxî daxwaz dikim. Rihê wî şad be!
BERÎVAN AYMAZ: LI NAV KURDAN POPULER BÛ
Mebûsa Kolnê Berivan Aymaz: Yek ji pêşengên siyaseta kurd Salih Muslim canê xwe ji dest da. Muslim Hevserokê PYD'ê bû û li nav kurdan xwedî populerîteyeke mezin bû. Di sala 2013'yan de kurî Şervan di şerê dijî DAIŞ'ê de canê xwe ji dest dabû.
XELÎL XEMGÎN: EM JI TE GELEK TIŞTÎ FÊR BÛN
Hunermend Xelîl Xemgîn: Ji bavê Welat re... Nizanim ji ku derê dest pê bikim rêhevalo, ev bûye çend roj in, ji dema agahiya nexweşiya te min bihîstî, mîna qulincek ji pêlên tevizandî xwe li bedena min gerandî... serê vê êvarê êdî wan pêlan xwe tund li dil û hinavan pêçand!
ji ku derê, ji kîjan salê, ji kîjan demê dest bi nameya te bikim, yeqîn ez nizanim.
Ji Newroza 1979'an, an ji destpêka Şoreşa Rojava de bidomînim. Ji rêhevalên salên dûr û dirêj, Ji rêheval Huseyin Yorulmaz, Serbetstê Mele Reşîd, Sabrî û komên hogiran bêjim? an jî li dîdarên koçberiya me!
Li min biborîne rêhevalo, bi van hestên di gelecana xemgiyan xwe de, ez nikanim nivîsandina nameya te bi dawî bînim!
Di dema pêş de, helbet dîroka 47 salan pêwîst e ji gelê xwe re binivîsim.
Oxir be Bavê Welat
Em ji kesayeta te, ji rêbertiya te, ji fikir û ramana te, gelek tişt hîn bûn û fêrbûn.
Giyanê te Şad be.
**
Nûçeya Eleqedar:


