Diyarname
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir ku li cihek nêzî Hewlêrê di êrîşek leşkerekî fransiz canê xwe ji desd daye. Macron bi ser hesabê xwe yê X'e re got ku ji tabûra fransiz serbaz Arnaud Friod di êrîşê de miriye û çend leşker jî birîndar bûne.
Macron got ku leşkerên wan di çarçoveya têkşîna dijî DAIŞ'ê de ji sala 2015'an ve li wir in, eleqeya van leşkeran bi şerê bi Îranê re nîn e û şerê li Îranê êrîşeke wisa mafdar dernaxe.


