Diyarname
Heyeta DEM Partî ji bo beşdarî merasima oxirkirina Salih Muslim bibe diçe Rojava. Di nav heyetê de Bakirhan, Hatimogullari, Bayindir, Uçar û Zana jî hene.
Li gor agahiya hatiye belavkirin Hevsekorên Dem Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, Hevsekarên DBP'ê Çigdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir, Hevberdevkên Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç, Hevberdevkên Karên Derve yên DEM Partî Ebru Gunay, Wekîla Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit, endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî Derya Arslan, atîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel, siyasetmedar Leyla Zana û Çetin Arkaş wê li Rojava beşdarî merasima oxirkirina cenazeyê siyasetmedar Salih Muslim bibin.
Cenazeyê Muslim roja 14'ê mehê bi merasimek wê li Kobanî bê definkirin. Heyeta DEM Partî jî di vê çarçoveyê de wê li Kobanî be.
Nûçeyên Eleqedar:


