Diyarname
Li gor agahiya nû ku hatiye, Serokê Herêma Kurdistana Federe bi awayekî diçe bajarê Qamişloyê û wê ligel rêveberiya wir bicive.
Li gor agahiya ku Ofîsa Serokomariya Herêma Kurdistanê belav kiriye Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî roja 2'yê avrêlê nîvrokî dê here Qamişloyê. Hat gotin ku di çarçoveya hevdîtinên pêşketinên dawî yên li ser herêma kurdan de dê hevdîtin bêne çêkirin.
Li gor agahiyên ji Rojava hatine jî, hatiye gotin ku ji bo vê serdamê hemû ewlehî hatiye girtin. Li gor nûçeyên ji Rojava gihîştine ber dest, dê Serfermandarê HSD'ê Mezlûm Ebdî, Waliyê Hesekê Nûrî Ehmed û rayedarên din pêşwazî li Barzanî bikin.
Çavkaniyek din jî dibêje, Barzanî wê roja 2'yê mehê here Qamişloyê û roja din vegere Hewlêrê.
Ger heta vir we ev xwendibe, helbet hûnê texmîn bikin ku serdaneke wisa ji bo wêneyê ku kurd didin dinyayê dê tiştek baş be. Û hûnê texmîn bikin ku çûn û hatina rayedarên kurdan ji bo bajarên din dîmeneke serketî ye.
Lê bizanibin ku îro 1'ê Nîsanê ye...


