Silêmanî
Pêşmergeya endama Komeleyê Zehmetkêşanê Kurdistanê ya bi navê Xezal Mewlan birîndar bûbû û li Silêmanî ligel ku biribûn nexweşxaneyê jî nehatibû dermankirin. Ji ber vê yekê gelek xwîn jê çûbû û Mewlan canê xwe ji dest dabû. Hatibû gotin gelek nexweşxaneyan ew derman nekirine û navên hin nexweşxaneyan jî hatibû belavkirin.
Li ser vê yekê îro li Navenda Metro ya li Silêmaniyê bi amadebûna nûnerên nexweşxaneya Bexşîn, Asya û parêzeran daxuyaniyek ya çapemeniyê hate dayîn.
Rêveberê Navenda Metro Rehman Xerîb di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Piştî Raperînê dergehên Herêma Kurdistanê bi giştî ji bo hemû penaberan vekirî bûn, bi taybetî jî di warê tenduristiyê de. Tiştê ku ev aramî têk biriye, êrîşên Tirkiye û Îranê yên li ser penaberan in. Li ser şehîdbûna keça pêşmerge ya Komeleyê gelek tê axaftin ku ‘li bajarê Silêmaniyê kes nebû wê derman bike’. Tiştê ku hinek nexweşxaneyan kiriye ramaneke şaş e, li dijî pîşeya tenduristiyê ye û hevkarîkirina dijminane.”
Parêzer Rêzan Dilêr piştre mafê axaftinê girt û got: “Yên ku berpirsyarî hildane ser milê xwe, erkê wan e ku rastiyan bigihînin. Di vê yekê de jî erkê ragihandinê heye. Em wekî parêzer dişopînin ka di rewşên awarte de erkê nexweşxaneyan çi ye û divê çi bikin. Em daxwaz ji hikumetê dikin ku ji bo rastiya vê mijarê lijneya lêkolînê ava bike, ka nexweşxaneyên taybet bêxemî kirine an na. Divê nexweşxaneyên taybet jî vê yekê bizanibin ku divê pêşî ya dermankirina nexweş be.”
Di dewama daxuyaniyê de nûnerê Nexweşxaneya Asyayê Helgurd Celal, axivî û got: “Mijara birîndarbûna vê pêşmergeyê bi tu awayî nehatiye arastekirina nexweşxaneya me. Em tevlîkirina navê nexweşxaneya xwe di vê mijarê de red dikin. Di hebûna rewşeke wiha de divê jiyana nexweş pêşî be.”
Dr. Îsmaîl jî wiha got: “Tişta herî pêşîn ku em fêr dibin sonda bijîşkî ye ku tê de parastina razên nexweş û dilovaniya erkê me yê sereke ye. Her kêmasiyek hebe, divê rêveberê tenduristiyê bikeve tevgerê da ku rê li ber dubarebûna bûyerên bi vî rengî bê girtin.”
Herî dawî nûnerê Nexweşxaneya Bexşîn Karwan Elî jî axivî û got: “Li gorî rênimayiyên Rêveberiya Tenduristiyê ya Silêmaniyê, em nikarin tu nexweşekî bêyî belgeya polîsan werbigirin. Di nexweşxaneya me de beşa hewarçûnê ya çavdêriya hûr nîn e, tenê beşa nexweşiyên hundurîn heye. Nexweşxaneya Şoreş beşa wan a çavdêriya hûr heye, lê ev birîndar wernegirtine. Me ji bo wê mijarê gotiye bila ber bi Nexweşxaneya Şar ve bibe û me bi rêz ve ew bi rê kirine.”
Rojnews


