logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya Amedê: Dê modela demokratîk bê nîqaşkirin

  • Dîrok: 30/04/2026
  • Beş: Nûçe

Amed
Desteya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê bi diruşma “Em bi vîna jinan komunan, bi rêveberiyên herêmî civaka azad ava dikin” konferansa Amedê ya rêveberiyên herêmî ya demokratîk a giştî li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da dest pê kirin. Duh jî konferansa jinan a rêveberiyên herêmî pêk hatibû. 
Hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan, siyasetmedar û gelek kes beşdarî konferansê bûn. Hevberdevka Desteya Rêveberiyên Herîmî ya DEM Partiyê Canan Kepenç Ozkan axivî.

‘Cezakirina Mehmet Siddik Akiş derhiqûqî ye’
Canan Kebenç Ozkan di destpêka axaftina xwe cangoriyên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û hevşaredarê Culemergê Mehmet Siddik Akiş re silavên xwe şand. Canan Kebenç da zanîn ku di 31'ê Adara 2024'an de gelê kurd bersiveke zelal da pergala kayûman û bi armanca parastina vîna xwe di 78 şaredariyan de serkeftinek bi dest xist. Ozkan wiha got: “Bi serkeftina ku di 78 şaredariyan de hatiye bidestxistin re, di rastiyê de pêvajoya destwerdana pergalê ya li dijî xwedîderketina vîna gelê kurd jî bi awayekî ji nû ve dest pê kir. Me bi 3'ê pûşperê re, bi hev re rejîma kayûm a sêyemîn jiya û em bûn şahidê wê. Di 3'yê pêşperê de hevalê me Mehmet Siddik hat binçavkirin û hêj dema binçavkirinê bi dawî nebûbû û tu biryareke darazê nehatibû dayîn, bi awayekî derhiqûqî kayûm tayînî ser Şaredariya Culemêrgê kirin û hevalê me ji dozeke ku bi salan e dewam dike, 10 sal in tê darizandin û hema bêje wê di demboriyê re rû bi rû bimîne, bi 19 sal û 6 meh cezayê hepsê hat cezakirin. Piştî ku dadgeha îstinafê biryar xera kir, duh dîsa rûniştina doza hevalê me hebû û divê bi eşkereyî bê gotin ku vê dadgehê derbeyek li dijî vîna gelê kurd, li dijî vîna gelê Culemêrgê kiriye û biryareke siyasî girtiye. Dîsa heman cezayê 19 sal û 6 mehan li hevalê me hate birîn û bi vî rengî hate xwestin ku rejîma kayûmê ya li Culemêrgê were domandin. Ev yek bêhiqûqî ye, ev biryareke derhiqûqî ye. Di heman demê de tevî ku biryareke derhiqûqî ye, helwesteke li dijî rihê pêvajoya aştî û civaka demokratîk e jî. Heke gel wê di nava aştiyê de, di bingeheke azad, wekhev û dadmend de bi hev re bijîn, divê gelê kurd bi vîna xwe bijî, bikaribe nûnerên xwe yên hilbijartî diyar bike û em ji vir dixwazin destnîşan bikin ku em vê derbeya ku li vîna gel hatiye xistin qebûl nakin. Piştî 31'ê Adarê me bi hev re ji nû ve dîsa rejîma kayûmê dît. Niha 10 şaredariyên me di bin rejima kayûmê de ne û divê em li vir diyar bikin ku em li bendê ne gavên pêwîst werin avêtin da ku kayûman vekişînin.”

‘Ev rejîma heyî berdewamiya rejîma kastîk e’

Canan Kebenç Ozkan destnîşan kir ku rejîma kayûmê divê demildest bi dawî bibe, gel bikaribe bi vîna xwe xwe bi rê ve bibe û wiha got: “Di rastiyê de yek ji daxwazên herî mezin ên aştî û demokrasiyê ev e. Dema Rêberê Gelê Kurd Ocalan dîrokê dispêre nakokiya dewlet û komunê, di rastiyê de li van xakên ku civaka dayiksalarî lê zayiye, li erdnîgariya Rojhilata Navîn, li erdnîgariya Kurdistanê, di bingeheke demokratîk de gel bi çanda komunê hebûna xwe domandine, zimanê xwe ava kirine, çanda xwe ava kirine û jiyanek ava kirine û xwe gihandine roja îro. Di xala ku em îro gihîştinê de, li van xakên ku civaka dayiksalarî lê zayiye û şîn bûye, li van xakên ku komun lê zayiye û şîn bûye, ev rastiya qestî û kujer di heman demê de li van xakên ku derb li civaka dayiksalarî xistine, bi pêş ketiye. Îro ev rejîma ku em tê de dijîn, berdewamiya vê rejîma kastîk û kujer îfade dike.”

‘Berpirsiyariyeke me ya mezin heye’

Canan Kebenç Ozkan diyar kir ku gelê kurd sedsaleke bi polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê re rû bi rû hatiye hiştin lê bi têkoşîn û serhildan înkara hebûna xwe qebûl nekiriye û wiha got: “Gelê kurd her dem parastina hebûna xwe îspat kiriye û têkoşiyaye. “Bi têkoşîna ku zêdetirî 50 sal in tê meşandin re û bi bangewaziya di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî, wekî ku Rêber Ocalan diyar kiriye, gelê kurd pirsgirêka xwe ya hebûnê daye qebûlkirin, niha jî dora azadiyê ye. Ev yek jî encama têkoşîna 50 salan e. Gel her dem xwedî li vîna xwe derketin û ji bo vîna xwe têkoşiya. Şerê înkarkirina kurdan ku 100 sal in didome, gelek krîz û pirsgirêkên civakî jî bi xwe re anî. Ji asîmîlasyona çandî bigire heta polîtîkayên koçberî û xizaniyê, ji şerê taybet bigire heta polîtîkayên qirkirina civakê û qirkirina ekolojîk, civak bi krîzên piralî re rû bi rû hate hiştin. Di vî warî de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyên DEM Partiyê.”

Modela Demokratîk: Komun şaredarî ye û şaredarî komun e

Canan Kebenç Ozkan di dawiya axaftina xwe de gotina Ocalan a wekî “Şaredarî tevgera rizgarkirina rûyê erdê ne" bibîr xist û got, "Dema wî ev tespît dikir, di rastiyê de destnîşan dikir ku şaredarî di warê çareserkirina pirsgirêkên civakî û peydakirina pêdiviyên civakî de xwedî îmkan û derfetên çiqas mezin in. Îro em wekî hilbijartiyên rêveberiyên xwecihî, eger em ê komunan ava bikin û eger em ê pergalekê ava bikin ku gel di warê çareserkirina pirsgirêkên xwe de vîna xwe tev li bike divê her kes xwedî gotina xwe be. Bêguman ev yek wê bi destê komunan pêk were. Komun pergaleke ku civak di nav de ye û destilatê parçe dike ye. Hiyerarşî lê tune ye û her kes bi xwe dibe kirde û di heman demê de beşdar e. Îro dema em dibêjin ‘komun şaredarî ye û şaredarî komun e’, divê em modela demokratîk a ku di warê çareserkirina pirsgirêkên civakî de koka xwe ji civaka dayiksalarî digire jî bi hev re nîqaş bikin. Em neçar in ku hem ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, hem ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê, hem jî ji bo têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet, nexşeyeke rê û rêbazan derxînin holê. Em ê xebatên xwe du salan binirxînin, rexnedayîna xwe bidin, lê di heman demê de xeta polîtîk a pratîk a serdema nû jî diyar bikin. Em ê bi encama konferansa xwe tevkariyek xurt li avakirina pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin."

Konferans piştî axaftina Canan Kebenç Ozkan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
AW
 

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Flashhilat' bi awayekî rengîn derket

ad

Dinyayê ji bo 'Rewşa Awarte' çi got?

ad

Cizîr di medyaya alman de

ad

Gotina ku herî dawî mirov bibêje!

ad

Cate Blanchett dê Şêrê Zêrîn diyar bike

ad

Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Durziyan hatin ba hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname