logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  3. Messi, tu çi şexs î ?
  4. Pirtûka 'Tayek Por' derket
  5. Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê
news-details

Trêna Li Stasyona Xwe Digere

  • Dîrok: 18/05/2026
  • Beş: Serbest

 

___Faîk Ocal___

Dûr yan nêzîk kîjan kurd tune ye ku di jiyana wî/ê de trênek derbas nebûba. Trênên reştarî, yên hesinî, yên xembar. Haya her kurdî ji trênan heye. Mîsal stasyona Golbaşiyê ku girêdayî Semsûrê ye, nêzîkî me bû. Trên li stasyona Golbaşiyê radiwestin, hinek rêwî lê siwar dibûn, hinek jî jê dadiketin. Di salên 1970'an de dê û bavê min li wê trênê siwar bûbûn, ji bo topkirina pembû çûbûn Edeneyê.

Lê niha meseleya me ne ev trên, mesele pirtûkek e ku navê wê "Trêna Li Stasyona Xwe Digere" bi xwe ye. Pirtûka "Trêna Li Stasyona Xwe Digere" ku di navenda wê de trên heye, tim li stasyona xwe digere. Di pirtûkê de 17 heb nivîs hene. Bi her nivîsê re em dikevin trênê û li xwe, li rastiya xwe, li çîroka xwe digerin. Her trên çîrokek e û di her çîrokê de em kurd hene. An ji hinekan direvin yan jî li xwe digerin. Di navbera me û em yên jê direvin de pêwendiyek zexm heye. Yan jî girêdanek kujer, bêhndanek fetisok. 

Di trêna ku Nûredîn Zaza tê de ye em direvin. Daxwazek me tenê heye; ew jî filitandina pirtûk û kovarên bi kurdî ye. Bi serpêhatiya xwe Zaza direve û azadiya xwe bi dest dixe lê nikare pirtûk û kovarên bi kurdî bifilitîne. Em kêfxweş in. Tiştê balkêş ew e derewên bêbinyat û gotinên bêbext hîn ji salên 1930-40'an de çêbûne û bi cî bûne. Mîsal ev gotinên mamosteyê mêr: “Kurdîya ku hûn behs dikin, ji bilî zaravayekî tirkî ne tiştekî din e. Wekî li hemû cîhanê, li Tirkiyeyê kîjan zimanekî fermî, zarava û devokên herêmî hene? Bi perwerdehiyeke giştî ew jî dê ji holê rabin.” (r. 16). 

Di trêna Rohat Alakom de em diçin salên 1927 û 1934'an. Roja 1'ê Pûşpera/Hezîrana 1927'an şîrketên skandînavî dest bi çêkirina xeta trêna Fewzîpaşa-Diyarbekirê dikin. Du sedemên çêkirina vê xetê hene: Leşkerî-stratejîk û barkirina hebûnên binerdî. Wekî din Alakom behsa Pireya Herdî, Pireya Komirxanê, di çêkirina xeta trênê de karkirina jinên kurd, çîroka Karwan a Emil Bonnelyeke, nivîsên Ludvig Nordstrom, Prens Wilhelm û mihendis O. A. Rygaard dike. Bi rastî Alakom agahiyên balkêş dide derheqa trên, dîrok û rayedarên skandînaviyan de.

Di trêna Serdar Şengul de em diçin salên 1980'yan. Em di bin siya Derbeya Leşkerî de rêwîtiya xwe didomînin. Li her derê bayên neteweyî, sirûdên wetên, merşên millî hene. Em wateya gotina “me seranserê dayika niştîman bi xetên hesinî pêçand” dizanin bi her awayî. Em tim li Amedê ne û tim xetên hesinî di nava me de derbas dibin. Xetên hesinî yên xuyanî û nehenî. Xetên hesinî yên sar û dûr. Xetên hesinî yên neşibin tiştekî yan jî me. 

Di trêna Diya Ciwan de serborî û êşên wê hene. Jiyanek çawa ji kok û rehên xwe dûr dikeve? Çîrokek çawa ji cimeata xwe derdikeve? Mirovek çawa dikeve riya yekî din? Dilek çawa di navbera Binxeta Qamişloyê û Serxeta Sêrtê de dipelçiqe? Em dibînin û xemgîn dibin, gazindeyek ji trênê dike: Ey trêna dîn û har, gelo çima te wiha kir…

Di trêna Konê Reş de em li beriya Mêrdînê ne. Sînor hene di nava me de. Sînorên bi mayîn, bombe û bi têlên bidirî hatine pêçandin. Qereqolên leşkerî hene li her quncikî, li ber her kevirî. Paşê tirs heye bi her awayî. Tirsa mirinê, tirsa tariyê, tirsa nezaniyê, tirsa xizaniyê. Xwestekek tenê heye: Li trênê siwarbûn û wekî rêwiyekî li dinê gerîn. Lê bi trênan re mirin ji me re dihat. Em di dengê Cemîl Horo de asê diketin û me nedikarî herdu şivên hesinî derbas bikin.

Di trêna Selîm Temo de em bi rastiya cîhanek din dihesin. Em hem dikenin bi serpêhatiyên Temo re hem jî xemgîn dibin bi têkçûyinên wî re. Trêna reş dişibe marê hesinî, marê birûskî, marê kufkufkî. Tim bavê Temo xwe bi xwe re diaxife. Ew li nav xwe hawirdora xwe geş dike, yên din zêde dike. Em di nava xewnên lihevsiwarbûyî de rêwîtiya xwe didomînin. Lehengên me belî ne: Masûm Qorkmaz, Yilmaz Guney.

Di trêna Haydar Diljen de jiyaneke bi xetên hesinî hatiye nivîsîn heye. Zimanê me kirmanc e. Em di navbera ev çar bajaran de rêwîtiya xwe didomînin: Diyarbekir, Riha, Mêrdîn û Sêrt. Li ser zimanê me eynî stran heye: Ax lê demo, wax lê demo, ez qurbana canê te mo… Paşê ev kes tevlî rêwîtiya me dibûn: Hafiz Zilfî, Hatîce Kayar, Muslum Uzulmez, Dîkran Nişanyan, Migirdîç Margosyan, Sedat Kiran. Û Şifkat… Şifkat hem stasyon hem jî navenda Baskilê bû. Paşê stasyonên Geyîk, Leylekê û yên din…

Di trêna Fatma Savciyê de em tim diçin û derbasî cîhaneke din dibin. Em li ser Pira Eleman in û li benda encama qedera xwe ne. Serlehengê çîroka me Siyamend di nav lepê çend cendirmeyan de li ber stasyona trênê ye. Siyamend diket xewn û xeyalên me lê nedihat, venedigerî ew. Ji bo wê me ji trênên şevê hez nedikir. Bêdengiya şevê di ser me de dihat bi hemû tirs û xofên xwe ve.

Em bi Ûsivê Hemîd ve di trêna Kotolê de ne. Em ji cama odeya trênê re li derve temaşe dikin. Tenê derd û kulên pîrbûna xwe dibînin. Rêyên hesinî di rex bajarên me de derbas dibin û em ji hev, ji xwe dûr dikevin. Êşên xedar di navbera rojhilat û rojava de diçin û tên. Paşê sûretên hevrêyên me: Îsmaîlaxayê Şikak, Ebdurrezaq Bedirxan, Bişarê Çeto, Fetîbeg, Adilbeg û Birzo kurê Rustemê Zal.

Em bi Mueyed Teyib ve li Besrayê li trênê siwar dibin û ber bi Bexdayê ve diçin. Li hawirdora me şerekî giran û xedar heye di navbera Barzaniyan û Baasiyan de. Di aliyekî de Mela Mistefa Barzanî, di yê din jî dîktatorên cur bi cur hene. Mirov li ser gotinekê tên girtin û kuştin. Paşê rêwiyekî ereb û ji xelkê Besrayê dikeve trêna me. Ew komunîst e. Ew li xwe digeriya. Dema ku rêwitiya me xilas bû, wî jî li Soviyetê dest bi jiyaneke din kiribû. Jixwe jiyan bixwe ji rêwîtiyên rengareng pêkdihatibû. 

Em bi Ciwanmerd Kulek re “Rêwîtiyên Hesinî” dikin. Hesin ketibûn jiyana me û tê de dernediketin. Me her tiştê xwe bi hesinê trênê çê dikir, xêz dikir. Em di navbera Stenbolê û Amedê de asê mabûn. Kes tunebû û tenê bahola şîn hebû. Di her rêwîtiyê de ji kurmancî şîrîntir û xweşiktir tiştekî din tunebû. Evîn jî hebû û evîn dişibû şamboreke bi penêr li Elegant Hotelê. Tim em bi tenê ji xurbetê vedigeriyan û her car em ji ber bajarê xwe mezin dibûn û diçûn. 

Em di trêna Beyan Ezîzî de ber bi Krakovê ve diçin. Baran dibare di ser me de. Bayekî sar li me dixe. Mirov bi çîrokên xwe yên trajîk tên ba me û diçin. Di rûyê her kesî de êşeke giyanî heye. Paşê Çinar tê û xwe dikuje. Çinar termê xwe li ba me berdide û diçe. Em bi termê wî ve dijîn. Serê xwe dixin pirtûkan de lê siya mirinê hîn giran dibe di ser me de. Kes kesî nas nake. Her kes dide pey çîroka xwe. Her kes di çîroka yekî/yekê din de com dibe, xwe ji bîr dike.

Trêna Amed Çeko Jiyan li Batmanê disekîne û diçe. Paşê berê xwe dide deşta Xerzanê. Di trênê de Azo, bavê wî û du zilamên din hene. Em kilama Filîtê Quto dibihîzin: Şemê digo Filîto lawo min go ji Pozê Qîrê. Heta Delana Paşo çend neqeb e… Çiyayê Qîre li ber çavê me ye tim. Diçin ku derê, bi me re çiyayê me. Silûeta Xalê Sebrî li ber çavên me naçe û tim tiliya wî bi potekî spî pêçayî ye.  

Di trêna Burhan Sonmez de em guh didin “Dengê Zemanî.” Tenê du mirov hene: Branî û Heysmal. Di dengê herduyan de êşa evînên têkçûyî heye. Ji cama trênê li derve dinêrin. Tenê tariya reş û berfa spî dibînin. Êşa me kêm nabe. Mirin tevlî evînê dibe. Evîn li wî alî trênê dimîne, mirin li ba me. Bi êş û azarên xwe ve çîroka herdu rêwiyan dişibe hev. Heysmal li Enqere, Branî li Stenbolê dilê xwe bin ax dike. Trên di nava her du bajaran de diçe û tê. 

Di trêna Hejarê Şamil de Siyabend di trênê de tê dinê. Sala 1937'an e. Rojeke payîza dijwar, di nav sir û seqemê de. Siyabend zarokê malbatekê ku di sala 1926'an de ji ber zilma Roma Reş, ji welatê xwe koçberî Qefqasyayê dike ye. Di sala 1937'an de îcar bi biryara Stalîn malbat carek din tûşî mişextbûnê tê û koçî bakurê Rusyayê dike. Dema ku Siyabend tê dinê diya wî Gulnaz16 salî, bavê wî Murad jî 17 salî bû. Carek din jî Siyabend dê û bavê xwe nabîne. 

Trêna Ciwan Nebî, ev sêzdeh-çardeh sal in ku li wir rawestiyayî ye, naçe Helebê. Qamişlo li ber çavên me ye lê em nikarin bigihin wê. Li ser zimanê me helbestên Bertolt Brecht, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran, stranên Mihemed Şêxo û Seîd Yûsiv. Em rêwiyên berê ne û tu caran negihîjin cî û warên kal û pîrên xwe. Trên mîna helbestan dest bi rêwîtiya xwe dikin, mîna romanan didomînin û em tim tê de kom dibin û xwe ji bîr dikin.

Trêna Înan Eroglu “Trêna Bêdengiyê” ye. Di destpêka her kurtejiyanê de, di nava her helbestê de, di dawiya her romanê de trêna mêst a Diyarbekir-Batmanê heye. Di xewn û xeyalê me de tim derwêşek tê û xwe diavêje ber trênê, Xelîl tê kuştin nêzîkî xeta trênê, malbat ji bo topkirina findiqan diçin aliyê Behra Reş... Bêdengiya me ya bedew ji du xetan de derdikeve holê: Xeta trênê û ya çem. Em di nava her du xetan de asê dimînin bi hemû êş û hêviyên xwe ve. 

Wekî encam; hivdeh heb trên hene. Her trênek ji ya din balkêştir, xweşiktir û rengîntir e lê kêfa min gelekî bi trênên Nûredîn Zaza, Selîm Temo, Fatma Savci, Ciwanmerd Kulek, Hejarê Şamil û Înan Eroglu hat.

Bi hêviya hûrgiliyên me bidomînin. 


- Trêna Li Stasyona Xwe Digere / Amadekar: Înan Eroglu / Weşanên Pall / 184 rûpel / 2024

 

**

 

Nîvîsên Faîk Ocal ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- ‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

- Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
- 'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed

Parve Bike

Youtube Me

Li vê aramiyê binêrin

news

Nanê Gel li benda gel e

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 15 07 2026

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

news
  • 14 07 2026

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

news
  • 07 07 2026

Çanda pincarên kurdan; Bar dikeve ser milê gastronomkar û endazyaran jî

news
  • 05 07 2026

Çend gotin li ser 'Zemanekî Li Sê Welatan'

news
  • 04 07 2026

Xelata Şêx, Motorek Rêx!

news
  • 02 07 2026

Dilmancotî: Gurê xwe yê manco bi xwe re  bibe “date”a xwe

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

TUSÎAD bi erênî li biryara 1'ê Gulanê dinêre

ad

Serketiyên Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn

ad

TRT Turk li Hewlêrê ofîsê vedike

ad

Herêmên xweser dê referandûmê saz bikin

ad

Nizanim çi bibêjim?

ad

Fîlmên Bêasteng li pêşberî we ne

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Messi, tu çi şexs î ?

  • 16 07 2026
news

Pirtûka 'Tayek Por' derket

  • 16 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname