Diyarname
"Rojên Pirtûkan ên Baroya Mêrdînê" ku roja 5'ê mehê dest pê kiribû, îro êvarê bi dawî dibe. Yên bixwazin heta êvarê dikarin herin serdanê. Bi giştî 27 weşanxaneyên kurdan li wir stand vekirine.
Baroya Mêrdînî li navenda xwe Rojên Pirtûkan daye dest pê kirin. Weşanxaneyên kurdan (bi rêza alfabetik) Ar, Aram, Aryen, Ava, Azad, Belkî, Bêjing, Dara, Deng, Do, Doz, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, J&J, Kurdîxane, Lîs, Lûvî, Morî, Na, Nûbihar, Ozgurluk Yolu, Pall, Payîz, Sîdar, Sîtav, Vate, Zarg, Zîlan li wir stand vekirine û li benda xwendevanên xwe ye.
Di Rojên Pirtûkan de gotûbêj hene û nivîskar pirtûkên xwe îmze dikin. Mêvanê Rûmetê yê îsal nivîskar Îrfan Amîda ye.

***
Nûçeyên Eleqedar:
- Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
- Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin


