Diyarname
Tîma futbola Îranê ya ji bo Kûpaya Cîhanê 2026'a li Meksîkayê daket. Di dema ku şer di navbear Îsraîl-DYA û Îranê de bi awayekî didome, tîma Îranê li Amerîkayê bilîze.
Tîma Îranê wê li Amerîkayê ne sê maçan bilîze. Ji BBC Tom McArthur nûçeyek amade kiriye û gotiye, "Amerîkayê ji lîstikvan û karmendên piştgiriyê re gotiye ku divê ew di roja maçê de de bifirin welêt û piştî maçê dîsa vegerin."
Di nûçeyê de gotiye ku Îran dibêje ji bo 15 karmend û endamên piştgiriyê yên din bi temamî vîze nehatine dayîn. Berdevkê tîma Îranê ev yek wekî "destwerdana siyasî ya herî xirab a di werzîşê de" bi nav kiriye
Kûpaya Cîhanê ya 2026'an îsal di navbera 19'ê pûşperê û 17'ê tîrmehê de li dar dikeve. 48 tîm beşdar dibin, yek ji wan jî Îran e.
Îran di adara 2025’an de bi serketina di koma xwe ya bilêtê çûyîna tûrnûvayê bi dest xist. Nêzî salek berê Amerîka û Îsraîl êrîşê Îranê kir û şer dest pê kir.
Tîma Îranê roja yekşemê ber bi sibê li Tijuanaya Meksîkayê daket. Ew ê li wir bimînin. Îran di Koma G de ye. Di tûrnûvayê de maça yekê ya Îranê 16'ê mehê ligel Zelandaya Nû ye.
Maça didiyan 21'ê mehê ligel Belçîkayê û maça sisêyan jî 27'ê mehê li Misrê ye.
Karbidestên Amerîkayê gotin ku vîze ji hemû lîstikvanan û "karmendên piştgiriyê yên pêwîst" re roja Înê hatine dayîn, 10 rojan berî yariya destpêkê ya Îranê li hemberî Zelanda Nû ya li Los Angelesê di 15’ê Hezîranê de.Li gorî medyaya girêdayî dewleta Îranê, 15 karmend di nav de serokê federasyona futbolê, cîgirê wî û berpirsiyarê medyayê di nav wan kesan de ne ku ketina Amerîkayê ji wan re hatiye qedexekirin.
Nûçeyên Eleqedar:
- DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
- Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
- Ji dîroka Kûpaya Cîhanê hin agahiyên balkêş


