___Faîk Ocal___
Pirtûka "Qeraxên Sîya Hêvîyên Har" a Azad Dilwar e. Di pirtûkê de sî û du helbest hene. Helbest mijareke hesas e. Lewra helbestvan dilê xwe radixîne li ber xwendekaran. Dibêje: Di dilê min de ev birîn û kul hene. Lê binêre, bibe nojdar û van derman bike. Lê binêre û xwe bibîne. Lê binêre û ji derdê me re çareyek bibîne.
Yên bi derd dibin helbestkar û yên bi xwedan peyvên cur bi cur derdê xwe li gorî xwe îfade dikin yan jî raweyî me dikin. Eşkere ye derdekî Azad Dilwar heye û dilê wî bê cih û war e. Lê em birîn û kulên wî nabînin. Ew li ber çavên me dikevin û winda dibin. Mîna peqokên li ser pelên behrê. Mîna leylanên di nav çolên bê ser û ber de xuya dikin û com dibin. Mîna barana nîsanê. Ne şop li dû wan dimînin, ne jî dibin xatire.
Sê xisûsiyetên helbestên klasîk, nemir û her dem tên xwendin hene. Wisa; bi peyvên xweser tên nivîsandin, dengeyek heye di navbera tiştên şênber û razber de, xwedan çîrok in. Li gorî ev her sê xisûsiyetan em ê li helbestên Dilwarî binêrin.
Xala Yekem
Divê kerese û materyalên helbestan cihêwaz bibin. Lê em wê di helbestên Dilwarî de nabînin. Ba û qaqlîbaz mîna hev in, yan jî yên her kesî ne. Di ba û qaqlîbazan de mohr û şêwaza helbestkar xuya nake. Di dîwara sî û spîndaran de jî eynî rastî derbasdar e. Dar tenê tazî ne û li bêjn û bala biharê kincên ku helbestkar fesilandî tune ne.
Xala Duyem
Du lingên helbestan hene: Yek ê razber e û yê din jî şênber e. Yê razber rûyê me ber bi asîmanan û alemên nehenî dike. Bi lingê şênber em pêlê erdê dikin; xwe, şûna xwe û hawirdora xwe dizanin. Em ji bîr nakin ku em kî ne, dilê û mêjiyê me di kîjan axê de diavêje, ji kîjan êş û janan pêk hatiye. Lê di helbestên Dilwarî de dengeyê razberbûn û şênbûnê tune ye. Tenê peyv û gotinên kurdî hene.
Mîsal “kesera bênavnîşan” çi ji me re dibêje? Bi keseran bênavnîşan em ne dikarin bimeşin li erdê ne jî dikarin bifirin li asîmanan. “Şîna reş” heye. Em li erdê dibînin lê ne bi xeml û xişrên xwe ve. Li vir xeml û xişir muhim e. Xeml û xişir, îmge û xeyalên helbestkar in. Lê em şîna reş bi xeml û xişran ve nabînin. Dîsa em li “xeyalê nêrgizê” binêrin. Helbestkar rastî nêrgizekê tê û ji wê dipirse: Tu çima ew qasî melûl î? Ew dibêje: Min hemû xeyalên xwe winda kirin. Tenê hêlînên aşiq di destê helbestkar de dimînin. Dîsa di “Êvara dilgeş” de tenê em dengê strana “lê lê rihê” ya Aram Tîgran dibihîzin.
Xala Sêyem
Çîrok gotin e. Gotin hebûneke bê dawî û derdekî bêderman e. Gotinên ku di bin baranên felsefeyê de şil dibin, çîroka xwe diafirînin. Em li helbestkarên me yên gewre binêrin. Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Cîgerxwîn, Arjên Arî, Rojen Barnas, Ebdulla Peşêw, Berken Bereh, Hejar û Hêmîn Mukriyanî û hwd. Her yekî ji van çîrokek xwe heye û li hember pergalê heyî qayiş kişandinê. Ji bo gotina xwe berdêlên giran dane.
Azad Dildar ji bo gotina xwe ketiye hepsê, welatê xwe terîkandiye, berdêlek daye. Lê wî nikariye çîroka xwe biafirîne. Divê ji bo sedemên wê rewşê, em li herdu xalan din jî bifikirin. Her kes ji bo gotina xwe berdêlên giran dide lê kêm kes ji berdêlên dayî helbestên klasîk, nemir û her dem tên xwendin diafirîne. Em ji bo sedemên wê rastiye tenê nikarin “dayinek Xwedeyî” bêjin û ji nav derkevin. Helbet gelekî sedemên derasayî û malkambax hene.
Wekî Encam
Helbestkar hene bi kerese û materyalên yên din dikevin behra gelê xwe, bi pî û baskên hevalên xwe jê derdikevin. Helbestkar hene ji êş û janên xwe, derd û kulên xwe; pî û baskên xwe diafirînin, dikevin behra gelê xwe û okyanûsên mirovahiyê. Paşê bi gotin û çîrokên xwe ji behra gelê xwe û okyanûsên mirovahiyê derdikevin, helbestên klasîk, nemir û her dem tên xwendin diyarî me dikin.
Azad Dilwar xwezayî difikire û kurdewarî dijî. Ji bo azadiya xwe û gelê xwe berdêlên giran dane. Di qeraxên helbestên wî de kenê reş û jana reş tevlî hev dibin. Ew bênavber ber xwe dide. Belkî yekane hêvîya wî jî ew berxwedana wî ya bênavber e. Berxwedanekê şîn û spî.
"Qeraxên Sîya Hêvîyên Har" gotinên şevîn in di daristana helbestan de. Her dar peyvek e. Her dahl ristek e. Daristan êşekê elend e. Yên li çîroka xwe digerin dikevin daristana helbestên Azad Dilwar. Yên bi kenê reş û jana reş dawiyê bi daristana helbestan tînin pêrgî çîroka xwe tên, dest bi rêwîtiyên efsûnî dikin
- Qeraxên Sîya Hêvîyên Har / Azad Dilwar / Weşanên Lîs / Rûpel; 64 / Amed, 2017
**
Nîvîsên Faîk Ocal ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din
- Trêna Li Stasyona Xwe Digere
- Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
- 'Beybûnên Yasemînê' ya Ferhadê Mihemed


